Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; upgrade
peyamên çepikkirî

122769. ez xwe wekî miriyê cureya honaka zanistî didim nasîn. lê belê divê vebêjim ku mijarên hêvî û xweşî didin kêfa min tînin lê fîlm û berhemên wêjeyî mijara xwe ya honaka zanistî di nav çarçoveya dîstopya de binexşînin li wê derê kêfa min şûna xwe dide rakêşaniyê. dema min upgrade temaşe kir, ev rakêşanî peyda bû.

lê herçiqas doza rakêşaniyê bi bûyerên polîsiye re hatibe honandin jî nikarim bibêjim serkeftî bûne. carekê fîlm ji klîşeyan tije ye. mirov divê vê bibêje. mijarek neklîşe nemaye ji xwe, ji ber wê bo min ne mijar lê derhênerî muhîm e û ev fîlm ji aliya derhênerî ve şansa xwe winda kiriye: qeza(!), êşa evîn, bêhêvîtî, dedektîf, hacker, robotek(!), revîna ber polîsan bla bla... dikarim bibêjim xebitandina van bûyeran tiştên nû nedaye.

tê de hêvîşikestiya min a herî mezin ev bû: min got ooo robot û kodandin û înformatîk... miheqeq wê ji aliyê dîmenê ve tiştên xweş bidin ber me. lê ew jî nebûye. dîmenî jî çort e.

wergera @brusk56 (û @gelawej) baş bû. tu kêmasiyên li jor hatine rêzkirin, rehetiya xwendinê û temaşekirinê xera nekiriye. ji xwe bendewariya min a herî mezin ji jêrenivîsên kurdî ev e: bila nekevin pêşiya fîlmê, fêmkirina min nexin zorê yanî bila fêmbar bin, hew. ji xwe ev werger jî bersivek xweş daye van pêdiviyên min. tenê di serî de çend replîk pir zû herikîn. lê mêrik mîna makînayan dipeyivî, ne sûcê wergêran e. her wiha destên wan sax be, em li benda gelek jêrenivîsên wan in.*



06.06.2013 16:08 | endazer