Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
140journos - tirşik
140journos
(3) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. platforma ragihandina nûçe agahiyan e ku di sala 2012an de hatiye avakirin. navê 140ê ji sînora karakteran ya twitterê tê û journos jî di zimanê fransî de wateya wê rojnamevan e.
muxalîf in lê ne ji wan muxalîfan in lê "bi awayekî" kêfxweş in. yanî qet nebe ji karê xwe hez dikin. li gorî rûpela wan ya aghiyê, sê cûre naverok diafirînin;
1- aktûel: li ser mijarên ku tên meraqkirin, reportaj û lêkolînên ku ji aliyên wan bixwe ve tên kirin.
2- spot: li ser mijarên kevin û yên di rojevê de, vegotina biqalîte ya pêvajoyan ku bi honaka afirîner û mûzîkê hatiye xemilandin.
3- so: wêne û vîdeyoên ku tê de çîrokbêjîya dîtbarî û vegotina hunerî li pêş e û bi bikaranîna rêbazên belgefîlmî û têginî hatine hilberandin.

min bîskek berê çi wergerand?? ez jî tam nizanim.

welhasil, ez wan li ser youtubeê dişopînim. vîdyoyên xweşik jî dikişînin lê ne hemû. di eslê xwe de ev demek dirêj e ku navdar e lê li tirşikê mijara wê çawa nehatiye vekirin, şaşwaz bûm. bi taybetî vîdoyoya "li amedê esmannasek" kurdan nas kiribû hinekî.
vaye ew vîdeo:



17.10.2018 22:50 ~22:51 | simurg56

2. yek vîdyo ji wan "li amedê esmannasek" bû. (bnr: diyarbakır'da bir astronom)



18.10.2018 00:58 | mirovekirind

3. platforma ku bêriya hefteyeke vîdeoyeke bi navê nexşeya penîs: navîniya dirêjiya pênîsên tirkiye parve kir. Piştî vê vîdeoyê gelek şîrovê hatin gotin, hat ecibandin jî hat rexne kirin jî. Lê gelek kesan gotibû ku cesareta parvekirina vîdeoyekê wiha li Tirkiyê tişteke hêja ye.
Lê helbet gotinên wê pîreka di vîdeoyê de jî gelekî komîk bûn.



18.10.2018 18:39 | gulêê

4. 140journos/108229
Li vir hatiye gotin ku vîdeoyek parvekiriye ev platform. Lê ev agahî ne zanîstî ye yanî encama lêkolîn a saziyek fermî nîne. Aktîvîstek ya lgbti+yê ku navê wê zelal e wê nexşekêşê li gor serboriyên xwe yên bi nêzê 3500 mêrên ku ji her deverê tirkiyeyê ne amade û pêşkêş kiriye.

Here lînkê

Lê di lînka jor de hûn jî dikarin bihinêrin ku di bin vîdeoyê de lêkolînên cuda hatine ber hev kirin û xebatek balkêş derketiye meydanê. *

Ev jî vîdeo ye:




18.10.2018 19:03 | xelîl

5. xebata wan a dawî li ser selahattin demirtaş û hevjîna wî başak demirtaş e.




19.11.2020 23:51 ~2020.11.20 17:18 | tizbîkêş

6. Min video temaşe kir. Bi min xweş bû. jixwe videoyên wan ên din jî xweş in.
Min jî hinekî berÊ xwe da şîrovayên videoyê, paşê min nexwest roja min bi dilxelênek derbas bibe min dev ji xwendinê berda.



20.11.2020 11:50 | berijahr

7. qanalekî youtubeê ye. gava vidyoyê demirtaş weşand lînç xwar.

(bnr: coğrafya kader)



17.05.2021 00:52 | heval.js

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» 140journos

Kategoriyên mijarê:: cand cand cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî