Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
xelîl - tirşik
xelîl
(20) (0) (4)
di mijarê de bigere

1. nivîskarê nû yê tirşikê ye. ji min bi leztir dinivîse. bi xêr hatiye.

+ ne hevalno, xelîl bi xêr hatiye, ne?
- ( ... ) (ji ber ku gişt di xewa kûr de bûn, deng ji ti tirşikvanê nehat).



21.10.2018 05:01 | mirovekirind

2. Wele nivîskarekî jêhatî ye.
van rojana zehv çalak e.
lê ev reng e halê tirşikê ku tirşik sekan e.
Xelîl jî ji bo bêdengiya tirşikê qul bike şuxul dike *



21.10.2018 10:42 | bûtîmar

3. bi vê entrya xwe va ez zehv kêfxweş kirime..
/111831
ez zehv zehv spas dikim jê ra : )



30.08.2019 00:01 ~00:02 | bûtîmar

4. Tirşikvanê ku ji bo min gotiye serhedîtirîn *
û her wiha bi vê hevoka xu, dilê min şa kiriye :

dema peyamên wî dixwînim gundê min û dîwanên cim'eta kalemêrên gundê min tên bîra min

û ji bo min gotiye xwezî bêhtir binvîse..
ez jî vê bangawazîya wî venagerînim û ez ê îro şûn da hewl bidim ku hê binvîsim... û spas *



04.04.2020 12:51 | bûtîmar

5. Dema nasîna min a tirşikê de hevalê xelîl zêde çalak bû piştre jî gelekî wext nivîsand. hejmara entyên wî jî gihiştiye hezaran ev tablo jî wêrek û zîrektiya wî nîşan dide jixwe. Piştî vîrûsa koronayê wekî gelek tirşikvan ev jî dûr ketiye. gelekî dem e ber bi entryên wî nayêm.



20.07.2020 16:14 | kajav

6. bi vê peyama xwe, hişê min ronî kir. piştî nûçeyên "wê filan dewlet meaş bide welatiyên xwe", min meraq dikir ji ber çi û çawa... lê ji min nedîhat lê bikolim. îja sihetxweş.
/127727



27.10.2020 00:21 | biruya hayao miyazaki

7. Tirşikvanekî jêhatî û domdar e. Li gor dîroka qeydê nêzîkî 2 salê wî qediya ye li tirşikê. Heya niha çawa ewqas hindik tişt di derbarê wî de hatine nivîsîn mat mame. Nizanim çi beşê xwendiye lê wer dixuye beşeke civaknasî xwendiye. Lewra nivîsên wî yê derbarê civak û aboriyê de gelek hêja û serkeftî ne. Nivîsa bi awayekî gotaran bi pisporî dinivîse. Ji gelek peyamên wî sûd werdigrim. Hêviya fikr û şîroveyên xwe ji me kêm neke.



06.12.2020 22:48 | tîrêj zana 21

8. Tirşikvanekî jîr, jêhatî, kujerê kul û derda û mîrê wergerandina fîlma ye. Gelek hez ji nivîsên wî dikim û ji wan sûd digirim. Fîlmên ku werdigerîne jî gelek serkeftî ne. Ji me re mirovên wisa hewcene. * û Gelek kêfxweş im ku em bi hev nasîn.



06.12.2020 23:37 | yûsiv

9. Nivîskarê ku beşekî ji zanîstên Civakî (polîtîkaya civakî-social policy) xwendiye.

spasiya @tîrêj zana û @yûsiv ji bo gotinên wan ên xweş û jidil dikim. Hûn her hebin.



07.12.2020 22:26 | xelîl

10. Nivîskarê ku pirr li ber ketiye min destê xwe ji navê "biaqila malê" şuştiye û bûme dîna malê *



13.12.2020 18:40 | biaqila malê


12. Xweş distirand min gelek ji dengbêjîye wî ku distra hizdikir, le belê xwede guhê wî jê stend. Nemir lê dinya dengbêjek hundakir.



13.12.2020 21:49 | rojen

13. 4 saet û 39 deqe ye xwe bi zexme zexm bi tirşikê va girê daye *
tirşikvanekî delal e..



13.12.2020 22:45 | bûtîmar

14. tirşikvanê ku kombersê hiştiye vekirî û razaye. lewma 4 saet û nîv girêdayî maye. *



14.12.2020 00:30 | xelîl

15. Tirşikvanê betal hema bela xwe li min dide!
(bnr: young khalil)
(bnr: xelîlsero)



29.04.2021 13:21 | xwelî li ser

16. tirşikvanê ku bêhna xwelîserekî xwintehl û tima teng kiriye.*



29.04.2021 13:29 | xelîl

18. bila xwişk û birayên din ên ezîz li ber xwe nekevin lê di panteona tirşikê de tirşikvanê ku ber dilê min herî şêrîn xelîlê thorê ll-em, mîrê pezkoviyan, kujerê kulûderdan e. dema di derekê de behsa min dike, hevalên min ên xwendegehê tên bîra min, ên ku di nav dersê de bi qeleman dehf didan milên min û li min dipirsiyan "ka piştî dersê were em li dunyayi kurtaran adamê temaşe bikin" an jî "înterneta min nema ka telefona xwe bide ku ez li qlîba dinle ya mahsun qirmizigulî binêrim û hinekî bikenim".* bi min samîmiyeta vî camêrî bi vî rengî ye. her hebî û hertim bitirşikîne.

bila kesek dilê xelîl nehêle, yan na** :




10.05.2021 11:23 | biruya hayao miyazaki

19. yaw ez çiqas şa bûm bi vê peyamê di vê roja kambax de* mala te ava destebira. ez jî her tim pesnê te didim li her derê miyazakiyê tercûmanê dilan, sewdaliyê peyamên dûvûdirêj. *



10.05.2021 12:00 ~12:05 | xelîl

20. tirşikvanê ku tirşikê hiştiye vekirî û dest bi karê xwe kiriye, ev heşt saet e li tirşikê online e *



10.05.2021 18:42 | xelîl

21. wele birê min ji bo tehmek emirkin nikarim mala xwe bifiroşim û te bişînim ronahiyên bakur*. îja heke simurg rabe û ji bo vê qrediyê bikişîne ez ê carê her meh hinin alîkarî bikim. lê bila pir jî hêvîdar nebe. aSDFGH* FENERA MIN HEYE, HEKE NEBE EZ Ê WÊ BIDIM TE*

cihên dîrokî yên ku tirşikvan dixwazin herin bigerin/133351
cihê ku derfet hebûya tirşikvan dê bitirûskiyana wê derê/133380



12.05.2021 00:57 | biruya hayao miyazaki

22. Divê konseya rêveberî ya tirşikê, vî camêrê bi lez û bez, bi çi awayê bibe bila bibe, bişîne ronahiyên bakurê.*

Êdî heq kiriye, bi min. :(



12.05.2021 01:02 ~01:08 | xelîl

23. mêrik diajo. sond xwariye, wê kul û derd nemînin.*
(bnr: helal ji te re)

bo motîvasyonê vê stranê ji wî re diyarî dikim:



15.05.2021 13:57 | biruya hayao miyazaki

24. Nivîskarek ku berî aniha 3 salan xwe avêtîye deşta tirşikê. Yekî Serhedî ye û bi Kurmancîyek xweş dinivîse. Kêfa min gelekî jê re tê ji ber ku dema yekî dibîne wek mamosteyan rê pêşê dike. Nexasim, camêrek xwedîyê şîretên zêr e. Vê demê de hevalno, meriv nikari gotina herkesî têxe serê xwe bes mamoste ne yek ji wan e. Dema hûn guh didin wî, meriv pê dihese ku yekî zana, xwedî tecrûbe û rewşenbîr diaxive. Jixwe ev tişt ji peyamên wî jî xûyaye. Min gelek tişt heta niha ji şîrovên wî girtîye. Xwedê biki ku rojekê yeka qasî xwe dilxwaz û dilpaqij bibîne û ji qewla wî her tişt bila bi dilê wî be...



02.09.2021 10:56 | pîroz

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» xelîlêzer

Kategoriyên mijarê:: niviskar tirsik niviskar tirsik niviskar tirsik kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî