Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


26 mijar û 42 peyam
hesp dibeze sîyar pesnê xwe dide - tirşik
hesp dibeze sîyar pesnê xwe dide
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gotineke pêşiyan a di cî da ye.
Dema ku em li zanîngehê da bûn, sala dawiyê me çar hevala, sê mehan bi şev û roj avahiyeke maket a 24 qatî çêkir, em pirî pê da ketin, êdî wextê me tunebû ku em li ber maketa xwe fotografekî bile bikşînin.

maket li male quşxaneli dima.
rojekî min dêna xwe dayê, xeloyê hevalê me ê xelqê Batmanê xwe daye li ber maketa me û wek ku ewî maket çêkiribe wêneyên xwe di Facebookê û înstagramê da parve kiriye û her kesî jî ewa tebrîk kiriye, ewa jî tebrîkên milet qebûl dike û spasiyan dike..

min gote qusxaneli da min got kuro te çima hîşt ku Xelo li ber maketa me wisa fotograf bikşîne û xwe bide li ser ewqas ked û emega me?
qusxaneliyê reben got ka min ji kû zanibû ku Xelo yê here wek ku ewî çêkiribe wê parve bike?..

ev mesele hanê, di dilê min de pîse pîs rûnişt.
di navberê ra sê salan zehvtir derbas bûye lê ez hê jî wê şînê dikim ku wêneyên me ên wisa xweşik li ber wê avahiya me a xweşik tunene.

yanî maket ya me bû lê Xelo pê hewa xwe avêt.
yanî hesp dibezeee, sîyar pesnê xwe dide
xelo, kero!
marîfet di te de nebû.
merîfet di maketê de bû û maket jî ya me bû.



27.10.2018 23:10 ~23:12 | bûtîmar

2. Ji ber kû mirov heywanekî zîrek e kar û xebatên hebûnên din dikare bîne ser xwe. Peresîn (evolution) a me pêşda ye. Em destên xwe dikarin baş bikar bînin. Van tiştan me dikin xwediyê ajal û alavan.



28.10.2018 00:23 | bêdestmêj

3. Divê tu heyfa makêtê ji Xelo re nehêlî.



29.10.2018 17:19 | zimansist

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» hespêsor
» xwezî zimanê kîrê min hebûya hesreta çend salan ji te re bigota
» didem madak

Kategoriyên mijarê:: zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv jiyan tekili cand zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv jiyan tekili cand zimanbiwej zimangotinepesiyan zimanpeyv jiyan tekili cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî