Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
nêçîrvano - tirşik
nêçîrvano
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stran û kilameka dengbêje nemir ê efsanewî dengbêj şakiro ye.. paşê dengbêjê ciwan delîl dîlaner jî ev kilam gelek xweş xwend û stirand..

'Lo lo Nêçîrvano, Sekvano bihare li vî berî ha li vî berî

Avdalo gelo vê sibengê li vî berî ha li vî berî

Sekvano, hey malmîrat tu çawa ji xwedê diwêrî

Tu ji malê sar dibî Bozî Çaçanî Kapresî çavreş

bêşlike Romê davêjî milê çepê

Cotê tajîyê kemê resê xezalî davêjî merezê

Gidî gelo tu sêhr bike li qarişi konê mala bavê min rebena xwedê dajo li vî henberî Sekvano

Hey malmîrat tu nizanî vê sibengê ez Xezal im, Xezal a Egit im

Gerdena min zer e, çepilyê min dirêj e, porê min kej e

Nava min qendîl e, zenda min bazin e, tilya min bi gustîl e

Sî û sê gulî ser namilya min bune çîte

Tu dêna xwe bidê di dêrisê gundê me da bîst û çar eşîrin

Hela bala xwe bidê îro çendê me tamam bû bê bextîya meke

Vê sibengê ser milê xwe ê çepê bizvire ser ucan li gencê xelkê mêze ke

Tu bala xwe bidyê seva xatirê çav û biryê minê reşû belek

Di dêrisê gundê me da ketine dawê, wê hê bist û çar serî

De lo lo ê lo ê lo lo Nêçîrvano way ez nemînim gidyano lo Sekvano



De lê lê lê lê Xezalê

Ez bi heyran gelo sibe bû tu nizanî ez Şemo me hê hê hê ne Şemo me

Hey malmîrat tu bala xwe bidê vê sibengê ez Şemo me

Xwedanê heftsed mîyê serê di çîyê, danzdeh keêlê serê tewlê me

Li malê sar dibim ji Bozî Çaçanî Kapresî çavreş

Bêslîkî Romê davêjime milê çepê

Ji jor da tajîyê kemê xezalî davejime merezê

Berê xwe didime bêranê bilind nêçîra van Xezal a

Tu bala xwe bidê di dêrisê gundan da tu sêhr bike

Ji xênî muhuba dilê xwe ne bi aşiqê qîz û bûkê di xelkê me

De ancax bi aşiqê rihma ha di Xwedê me



De lê lê lê lê Xezalê wax ay

Bejn ziravê, çepil dirêjê, por kejê

Nav qendîlê, suret sorê, rû bi xalê

Ezê li Birca Belek runiştîme,

Qasekî were li kêleka min runê, li yalî malê



Lo lo Nêçîrvano lo lo lo lo...

Lo Sekwano bihare malê me danî zozanî jorîn ber beleka

wê hê hê hê ber beleka

Hey malmîrat te anîye serê pir û pir gelekan

Bi malê dinyaliga derewîn bawer me be vê sibengê

Tim û tim caran poşmanîye te yê têda hebe

Tu bala xwe bidê vê sibengê ezê tu nifirê li te nakim

Belkî hêvî gumana min heye ji Xaliqê Alemê rebê jorîn,

mîrê ji mîra, ji şêxê melekan

Tu sêhr bikê vê sibengê malxirabo, tu bala xwe bidê belkî vê sibengê

Tu qir bikî hefsed mîyê serê di çîyê, danzdeh keêlê serê tewlê

Di darê biharê ra bi hasilê dewê heft çêlekan

De lo lo lo loy Sekwano wêy axa

Lawiko serê min bi heyran canê min bi qurbano'



dengbêj şakiro:



delîl dîlaner:



11.09.2013 12:58 | endazer

2.



28.03.2020 23:15 ~23:17 | quşxaneli

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» nêçîrvano

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî