Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
di kurdî de peyvên çêkirî - tirşik
di kurdî de peyvên çêkirî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. zimanê kurdî ji ber ku li bakûrê kurdistanê ne zimanê perwerdehiyê ye, hem ji aliyê bikaranînê ve paş de maye hem jî ji bo afirîna peyvan dereng maye. ya rast jixwe kurmanciya piraniya peyvan li deverên kurdîaxêv hene lê hatine jibîrkirin an jî li deverên din nayên bikaranîn. an jî birastî jî kurmanciya hin peyvên modern tune ne. lê rêxistinên kurdan ketina nav telaşeya kurdîzekirina hemû peyvan. yanî mesela peyvên 'erebî falan derdixin hewl didin ku yên kurmancî biafirînin, an jî peyvên kurmancî yên heyî bixin dewsa yên 'erebî. behsa tirkmanciyê nakim behsa peyvên kevn dikim. yanî helbet mirov peyvên kurmancî bi kar bîne baş e lê peyvên ji zimanê din ketine kurdî heke bûbin malên kurdî hewce nake mirov wan ji nav ziman derxe û yên çêkirî bixe dewsa wan. ez dibînim li hin cihan bo "dersa kurdî" dibêjin "waneya kurdî" an jî jixwe hin peyvên di kurdî de hene bi kar naynin û yên çêkirî bi kar tînin. mesela nabêjin "filankes hat desteserkirin" dibêjin "filankes hat binçavkirin".

gerçî polîtîkaya tdk'ya tirkan jî ev e; peyvên ji zimanên biyanî dikin tirkî, heke bimînin baş e lê piraniya peyvên ku ew diafirînin nayên bikaranîn. a me jî dê wusa be herhal. kîjan hatin qebûlkirin dê bimînin, kîjan nehatin dê bên jibîrkirin. lê hin peyvên çêkirî birastî jî mirovan aciz dikin *



14.11.2018 12:22 | roza

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdîya lutfenê
» peyvên ku ji aliyê kurdan herî zêde tên bikaranîn

Kategoriyên mijarê:: ziman ziman ziman kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî