Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
zûgotinok - tirşik
zûgotinok
(21) (0) (7)
di mijarê de bigere

1. bi tirkî jê ra dibêjin "tekerleme".



11.09.2013 13:42 | ruhavi

2. şîv kundir, paşîv kundir, ez a rindtir naxwim kundir.



11.09.2013 13:43 | ruhavi

3. rovî li rê livî, rê li rovî livî.



11.09.2013 13:44 | ruhavi

4. şemo şemo, sê sêşeman, sê şo sabûn şabaş daye.



11.09.2013 13:45 | ruhavi

5. O mo mushkula ket bêrîka evdila evdila birê fatê keçik anî civatê keçik bîst û sisê bû ser kanîka bilqê bû hotik motik shivana lotik.



11.09.2013 13:47 | hemdilaarda

6. Fêsê fêsasê bê dînê bê kirasê heqlîn deqlîn çerik çumul bisk û umil lolê yasîn gurçik



11.09.2013 13:49 | hemdilaarda

7. li deverinan jê re dibêjin zûbêjok, zorbêjok, zûgotinok, zorgotinok, tiştanok, çîvanok, qinik, bizelêv, nezanok, bize lêvan, mamik, çistan, zanîşk jî.. belê bi tirkî jî dibêjin tekerleme û bi ÎngÎlîzî jî tongue twister.. wek nimûne; Tirr û tirp di kevçî de.. Mi tirp xwar tirr ma di cî de..''



11.09.2013 13:50 | endazer

8. Bûk li ser hespa, kes nizane nasîbe kêya.



11.09.2013 13:58 | che_mstry

9. "derziya min qul, derziya te qul

derziya te di qula derziya min de"

an jî

"darê min qul, darê te qul

darê te di qula darê min de"



û ev jî heye

"tevr û tirr

min tevrê xwar tirr ma li cî"



û ev jî

"gû germ, hirmê gêr bû, min hirmê xwar

hirme germ, gû gêr bû, min hirmê xwar"



û ev jî

"vîjik û guvîj

min guvîjê xwar vîjik ma li cî"



yê ku ji xwe bawer e bila van zûgotinokan zû bi zû li ser hev heft caran tekrar ke.



09.01.2014 04:20 | ceso

10. şalê te şalwarê te

zavayê mala xalê te

heke bête mala te

tê (tu dê) çi pê bidî



09.01.2014 04:41 | oxir

11. ez çûm nav rez

min dît hirçek tê de ye

vêca me xwe avêt hev:

min rît wê xwar

wê rît wê xwar

min rît wê xwar

wê rît wê xwar

...

..

.



09.01.2014 20:01 | simurg56

12. lekim çê, lekim çê, lekim çê, lekim çê (her ku diçe wê bibe çêlek im çêlek im çêlek im....)



09.01.2014 20:03 | simurg56

13. KON MA QÎRÊ VE

QÎR MA KONÊ ME VE



09.01.2014 20:49 | nan û av

14. zimbara zimbara zimbara zimbara....DEMA MIROV SER HEVDÛ BIBÊJÊ MIROV DIBÊ BERAZ..



09.01.2014 20:52 | nan û av

15. Du hevalê bimont

çûne bomontî yê.

ji bomontiyê

yek bimont,

yek bêmont

vegeriya.



têbinî: Dema min ev entrî nivîsî li (şişli-Bomontî) bûm û min ev zûgotin, min lihev(ne)anîye.



22.01.2014 17:29 | seydayê_peyvan

16. wekê din di kurdiya şîr û şekirîn de jê re; bizelêv, qinik û nezanok jî tê gotin..



ji folklora kurdî nimûneyeke argoyî;



Bi rîtma 3/4 tê gotin



Tasika hawiz

Berberî quz

Quz bi çolê ket

Kîr bi dorê ket

Ket newalê

go Şep û lê ket



07.02.2014 23:49 | endazer

17. "qîrê me ma li kunê me ve

kunê me ma qîrê me ve"



(li şirnex ji bo kon'ê dibêjin kun)



18.02.2014 22:38 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zûgotinokên di derbarê rojiyê de

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî