Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 17 peyam
    peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; gotinên dayikan
    peyamên çepikkirî

    4. bazara xwe bike!

    Gotinén dayikaya péşin eve *



    2013.09.11-14:56 | che_mstry

    10. -ne em bin,ne navê me be !

    -gedê xelkê radipeliqin dîwaran !



    2013.09.12-12:36 | tavgezokî

    12. hah, tu dîsa çûyî ser qutiyê?

    (qutî = komputer)



    2013.09.12-15:37 | simurg56

    15. dema piçûk bûm wek hemû dayikên xelqê wî jî digot: "hûn qurbana zarokên xelqê bin."



    dema mezin bûm jî:

    "ca rojekî jî di mala xwe de runê ha."

    "dîsa te çentê xwe hilda tu diçî ku derê?"

    qîza xelqê ji xwe re cihêzan dikire qîza min jî pereyê xwe dide van kitêban. Bes e tu kitêban distînî."

    "heyfa çavên te, tu li ber bilgîsayarê kor bûyî."



    ha tiştên baş jî digot û dibêje helbet...

    "xwedê emeka te nede bade."

    "tu emanetê xweda bî"

    "hûn rastî mirovên baş werin qîza min."

    "xwedê te rûspî bike."...



    2013.10.06-17:41 | nuçevan

    21. weyla ez qurban a xwendevano, ditirsim tu bibê xweyi tiştek



    2013.11.03-01:48 | rêzan

    25. kûrémin!! welleh hûn ji zarén xelké delaltirin lé ez nizanim hûn çima ewqas ker in)



    2014.01.13-02:07 | doktorodi

    26. xwedaaa me got rêke ma me got şekir jî lêke =)



    2014.01.13-10:06 | feqiyêteyran

    38. evladê ne salih!



    2014.03.23-16:50 | biharxwese

    43. kurê min ha'j xwe hebe, serî hatiye bi pîvazekî, şevê dernekeve ji derve filan..

    û tabî herkes û bi lingê xwe, mî bi lingê xwe Û bizin bi lingê xwe, yanî xêra tu kesî li tu kesî nahesile..

    bi qasê ku dixweye diya ernesto jî eyn wekê dayîkên kurd bûye: http://twicsy.com/i/JxrLMb



    2014.03.24-14:28 | endazer

    58. (bnr: pêxemberê me têr nanê ce nexwariye)



    2014.05.25-00:50 | brusk56

    77. Topa saddam serê te bikevê



    2016.05.17-11:53 | biviraraskolnikovyatûj

    80. -Erê erê em rokê pîr bibin kes qedehek av jî nadi destê me.

    - Şevene bi tena serê xwe dernekeve derve

    -Zêde nekene xelkê henekên xwe bikin

    - Biaqil be

    - Giran be

    - Siyasetê nepeyivin

    1-Ê nizani jî wê bêje " hela gedê vê jinikê çi kirine ku xwe ewqas belengaz dike "

    2- Min riya malê ji bîr kiriye her şev li derve me (!)

    3- Hingî nakenim xelk henekê xwe dike

    4- Bêşîrove.

    5 - Hingî giran im êdî dibêjin " vêya ne a vê zemanê ye "

    6- Nikarim xwe bigrim kezeba min reş dibe :(



    Lê dîsa jî rojê pêncî caran ez van gotinana dibihîsim. Ha ji xwe re li vê ecêbê !



    2016.08.13-16:59 | biaqila malê

    84. Gotineke cîya min:

    tirşik we hînê ziman dike.

    [ez kêfxaş, hun silamet] *



    2017.05.23-12:15 ~12:16]| hozan serhad

    96. wextê ku mi nû guhar kir guhê xwe, mi go ka ez ji ca xwe bipirsim. çûm miqabil û mi jê pirsî:
    "yadê, çilo bûye?"
    keniya û go "wek ku mero kurtên li çêlekikê ke."
    mi go "sihet xweş yadê."



    2019.12.18-07:22 | yusiv hemed