Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
gotinên dayikan - tirşik
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere

68. Qurbanêêê...



06.02.2015 13:39 | mamoste63

69. Çavên me li riya te ye kurê min.



09.02.2015 18:06 | xendekî

70. (bnr: xwedê ne meîn be)



15.03.2015 08:48 | simurg56

71. (bnr: dema xwedê aqil dibarand hûn li kû derê bûn)

(bnr: haa hûn nesekinin ezê xwe bavêjim gola wanê)

ez û dayîkamin ku em bi telefonê diaxifin dema ku ye telefonê bigre ev bu sê sal evha dibejê: kurêmin dogalgaza xwe vekiri nehêlin bigrin haa



15.03.2015 11:15 | quşxaneli

72. Bikevî bin teka ereba .çi gû bixwara min Eva ji mira digot han ev tenê ne bû lê bêguman en zef Ev dihate gotin



15.03.2015 17:25 | xeteraqirêj

73. şar ver a beno hol şima ver a benê har.



16.03.2015 00:13 | ladyzazarus

74. Zarokên xelkê pîlot in



16.03.2015 14:42 | mistefa

75. weke bûka teze saetekê de çayek tîne.



19.03.2015 20:20 | remlavêj

76. ---Ez: Dayé şîv çîye?

---Diyamin: tirşik ^_^

---E : Disa ji tirşik! Te Taştiyé ji tirşik dabuyi me.

---D : tirşik naxwî? newisa be kerratî bixwe



03.04.2015 18:26 | tîrejên rojê

77. Topa saddam serê te bikevê



17.05.2016 11:53 | biviraraskolnikovyatûj

78. nifirek herwihagotinek jê ev * "xwedê sityê zaliman bişkêne"



17.05.2016 20:13 | shorbevan

79. Nifirê balkêş in " biruska Xwedê li te keve"



18.05.2016 08:36 | dizek

80. -Erê erê em rokê pîr bibin kes qedehek av jî nadi destê me.

- Şevene bi tena serê xwe dernekeve derve

-Zêde nekene xelkê henekên xwe bikin

- Biaqil be

- Giran be

- Siyasetê nepeyivin

1-Ê nizani jî wê bêje " hela gedê vê jinikê çi kirine ku xwe ewqas belengaz dike "

2- Min riya malê ji bîr kiriye her şev li derve me (!)

3- Hingî nakenim xelk henekê xwe dike

4- Bêşîrove.

5 - Hingî giran im êdî dibêjin " vêya ne a vê zemanê ye "

6- Nikarim xwe bigrim kezeba min reş dibe :(



Lê dîsa jî rojê pêncî caran ez van gotinana dibihîsim. Ha ji xwe re li vê ecêbê !



13.08.2016 16:59 | biaqila malê

81. nizam navê şîva me çiye!



05.09.2016 15:56 | xwelî li ser

82. ''Mala xweziya nîn e''.

''Xwedê emleçiyê te bê lawo''.
(Emleçî çi ye nizanim, dibe ku emilîn e yan emel e yan jî amil e, amel e)

Gava dayikên me me dirakirin nimêja şeveqê em zû şiyar nedibûn. Ewan jî digotin ''haa vêga şeytan nav devê we dimîze razin law razin''. Dikiribûn ku dilê me bixele û em zû şiyar bibin. Bi kêrê jî dihat pirî caran.
Gava zarok derew digotin, vir tavêtin yan jî sixêf digotin jî dayik digotin '' vêga şeytan di devê te mîz kir''. Zarok jî şerm dikir.

''Gava zarokê me piçûk in dizanin bêjin hêk, mezin dibin êdî dibêjin qaqê''.

''Nimêj sitûnê dînê ye''.
(Wek hedîsê pêxember her hal)

Dema ku em ji bo pîrozkirina cejnê diçûn ba hebizbiniyan digotin cejna we pîroz bê. Ew jî digotin ser çava û zirçêle. Û ev zirçêle çiye nizanim hê jî meraq dikim. Dibe ku zor çêl e bê ango bi giştî nifşê re, bi gelek nesilê re. Yan jî çê, baş filan e. Me fêm dikir ku tiştekî baş dibêjin lê axlebê mirova nizanibû digotin ev hebizbiniyan henekê xwe li me dikin. Ev ne têkiliyê horve ye lê hate bîra min çawa bikim : ).

Wexta ku em bê besmele dest bi xwarinê dikir dê û bavên me ji me dipirsîya digot kî besmele got. Yekî digot min negot. Yekî digo min got bi xwedê filan. Digotin kî negotiye zû bibêjê çimkî bê besmele şeytan jî bi we re dixwe û bê bereket e. Gava em besmele dianî dê û bavên me digotin vêga şeytan vereşa, heke çi xwaribe jê re nema. Helbet em zarok bûn me perwerde dikirin.



20.05.2017 12:26 ~12:46 | rûbar

83. Lew qey bavê we vê topê (gog) da ye hun serî dikin, dileyîzin. Qe çevê we lê dernay!

*



20.05.2017 12:36 ~12:36 | bûtîmar

84. Gotineke cîya min:

tirşik we hînê ziman dike.

[ez kêfxaş, hun silamet] *



23.05.2017 12:15 ~12:16 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên pêşiyan yên qala sê tiştan dikin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî