Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


5 mijar û 8 peyam
gotinên dayikan - tirşik
gotinên dayikan
(21) (1) (7)
di mijarê de bigere

103. Qencî pere nakê.



19.03.2020 19:50 | lonw karda

104. Zarokê xelkê werê ne filan û bêvan. Hingî dêya min werê got êdî xwebawerîya min têkçûbû. Bera berawirdkirin bandoreke neyînî li zarokan dike. Divê jinên Kurd jî bixwînin çimkî ewê zarokên pêşerojê mezin bikin.



19.03.2020 20:16 | xabûrî

105. "hêsîrek jî ji çavên kor bê, bes e."



20.03.2020 03:20 | lehî baranyan

106. "ji bavê te zêde ye"
"çalingên te bikim qûna bavê te"
"kerbav"



06.04.2020 00:46 | afa

107. hinekî maqûl be kurê min
boş boş xeber nede kurê min



06.04.2020 01:09 | bedirxan

108. Welleh te emrê min xwar!
Ma tu biçuk î? Niha ez jinekê ji te re bînim tu na bêjî na!
Hey jîn kurtê jîn kurt!
Welleh tu guh şor î û xus î!



06.04.2020 01:13 ~01:27 | de facto hozan

109. xwedê goştê berha nêr daye ji kêrê re



06.04.2020 23:31 | brzn

110. Keça xelqê çi ji cîya xwe re dikin lê tu?



06.04.2020 23:34 | pirtûkbihûşt

111. Pêşî îman quran paşê tendurîstî û malbat û zaro zêrç tê. (gotinek dayika min e.)
Dema ku wisa dibêje ez dibêjim dayê pêşî kurd û kurdistan dû re îman û quran nizam çik: ) )



09.04.2020 23:33 | brzn

112. dema ji mal derkevim dibê;

oxir be
tejî li dû gur be
têrxwarina te li vir be.



10.04.2020 00:21 | roberz

113. piçik piçik heta kuçik...
piçik = hindik
kuçik= cîhê ku derdorê wî keviran ve hatiye girtin û nav de agir dişixulînin.Li ser vî jî xurek ,xwarin tên çêkirin.



13.04.2020 17:17 | brzn

114. wey la qirikê û qijikê, mala min, ez gorî, serheşê, serreşê,



13.04.2020 17:46 | soryazyus

115. de rebbê alemê qeza û bela ji te dûr bike hey ez gorî



13.04.2020 20:49 | lîfikê firaxê

116. Gurçika min
Ronahiya herdû çavên min



13.04.2020 20:54 | afa

117. xwedê heşra min tevê heşra te neke



19.04.2020 13:35 | brzn

118. Got ew çi ye tu diçînî ? Got ka bise , min çinî tu yê bibînî.



05.05.2020 21:43 | brzn

119. Gotinên dayîka min bi rastî jî gotine wêda nifir bûn. Pirî caran topa saddam li ser kezeba min xistîye min di gola bê av da mirar kirîye.



06.05.2020 00:21 | gerokizm

120. Çar dîwaro eyb veşaro - Heke devdorê mirov girtîbe kes pê nahise te çi gotiye lê heke girtîne be her kes dikare bibihîse te çi gotiye : )



19.05.2020 13:56 ~13:58 | brzn

121. Şekaleka min ji rûwê te hebana tu carî nediqetiya



19.05.2020 18:44 | azad517

122. "Kesk û sor li mala me, mehr û mişk li mala te."
Min vê gotinê duh ji diya bihîst cara yekem.
Tê çi wateyê, daxwaza wê çi bû nizanim.



22.05.2020 01:23 | rotê şevê

dengdanên dawîn (yên din..)
onedio.com [2]
Jê birine. Onedio jixwe malperekê beradayî bû veca li ber çavê min bêt...
kurdistan [2]
Welatekê sêwî ye. Her gava di nav we welatê êş û qîrîn e. Xwedê li wi...
ferhengên înteraktîf [1]
Ferhengeke ehmeqî hebû bi navê inci sozluk. Wan ew ferheng g...
cemali coşan [1]
Wek bernavkê ku tê zanîn "ankaralı kürt cemali" yekem qubede...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Duh bi tesadûfî rastî vê versiyona strana bejnê (feqe çûne ber feqetiy...
belki ev jî bala te bikişînin
» gotinên te ji zikê min naçin

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan anket
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî