Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 12 peyam
    blade runner 2049 - tirşik

    piştî serdema fîlma ewil, bi qasê 30 sal derbas bûye. vê carê blade runner'ek ciwan, li pey kifşkirina nepeniyekî ye. ev lêkolîna wî, wî digihîne blade runnerê fîlma ewil....
    (2 şîrove)
    blade runner 2049
    (1) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. duyemîn fîlma blade runner e. ya ewil di sala 1982an de hatiye kişandin. ya duyemîn di sala 2017an de, yanî piştî 35 salan hatiye kişandin. di fîlma ewil de serlehengê me Rick Deckard ji aliyê lîstikvanê harrison ford ve hatibû lîstin. di vê fîlma duyemîn de jî, dîsa heman karakter ji aliyê heman lîstikvanî ve tê lîstin. bi rastî jî tiştekî gelekî ecêb û xweş e. senaryo jî li gorî vê rastiyê, hatiye hûnandin.

    ev fîlma duyem jî xweş e lê asmosfera fîlma yekemîn heçko hinekî din taybet bû. min berî 10 salan fîlan temaşe kiribû û li gel ku min senaryoyê ji bîr kiribû jî, atmosfera fîlmê mabû di hişê min de.

    ji ber ku ev fîlm, razên nû li me kifş nake û tiştekî gelekî taybet li fîlmê zêde nake, min zêde zêde jê hez nekir lê dîsa jî tê temaşekirin.
    min 82 pûan dayê.



    2019.01.08-18:34 ~18:34]| simurg56

    2. fîlma ku êdî bi kurdî dikare were temaşekirin.
    fîlm wek xebatek ya koma wergera fîlman ya tirşikê ji alîyê simurg56 ve, li kurdî hat wergerandin.

    hûn dikarin binnivîsa kurdî ji rûpela fîlmê daxînin: Here lînkê
    ji bo daxistina fîlmê, lînka torrentê: Here lînkê










    têbinî-1: temaşekirina fîlman bi binnivîsa kurdî/118142
    têbinî-2: Eger xwendina binnivîsên kurdî ji we re zehmet be, hûn dikarin leza fîlmê jî kêm bikin. Ji bo vê yekê bernameya (stur:smplayer)ê daxin û saz bikin. (jixwe di mijara bernameyê de gelek agahî û kurdîkirina wê heye: (bnr:smplayer)) ji eyarên wê zimanê wê bikin kurdî. ji bo kêmkirina leza fîlmê ji menûyan bikevin bilîze>lez û ji vir weke mînak lezê %10 kêm bikin.



    2020.12.12-15:23 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bi kurdî fikirîn û bi tirkî gotin [1]
    bi hêviya ew fikir tu carî wenda nebe....
    îtîrafên tirşikvanan [2]
    gava tirşikvan hev re reşşik didin ez jî wan re reşşik didim. bila ten...
    heval [5]
    Ji wan henek hene bes ji bo bêjin tu qet min napirsî telefun dikin yan...
    tirşik forûm [1]
    Min li wir nepirsî ku karê min e yan nîn e xwe nezan meke....
    belki ev jî bala te bikişînin
    » blade runner
    » runner

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm sinemaflm sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî