Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 20 peyam
lo dublaj - tirşik
lo dublaj
(9) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. Bi kurdî dublajên pêkenok çêdikin li ser hîn sehneyên fîlman. Gelek serkeftî ne. Helal bê ji wana re.

Li twitter û instagramê bi navê @lodublaj hesaba wan heye. Tomar bikin, biecibînin, parvebikin. Û bidin nasîn.

dublaja sehneya hîtlerê gelek serketî ye. Ji kena mirim.
Twitter;
Here lînkê

instagram,
Here lînkê



01.12.2018 05:03 ~05:10 | bilbilê dilkul

3. ev çend roj e bi taybetî li ser twitterê tofanê rakirine, herkes behsa dûblajên wan dikin. ji nav ekîba lodublaj yek jê selîm akgul, selîm lîstikvanek kurd e di gelek fîlm û rêzefîlman de lehistiye. bi rastî jî heqê dûblajê didinê, dest û ling û qirika wa terr be.



01.12.2018 13:03 | xendekî

4. hesabeke dûblajê ye bi taybetî li ser înstagram û twitterê gelek vîdeoyên komîk parve dikin. ji fîlm û vîdeoyên navdar hin beşan digrin û bi dûblaja kurdî dixemilînin. hin vîdeoyên wan gelek komîk in û hinek qet ne komîk in. lê dîsa jî kêfa mirov tînin *



09.12.2018 00:38 | roza

5. Komake hunermedên Kurd ku li gor slogana wan ya li ser Twitterê 'dixwazin ji fîlmên kevin çîrokên nû derbixin'. Ji fîlmên cûr bi cûr ji bo hin sehneyan bi Kurdî Kurmancî û Kurdî Zazakî deng didin. Her wiha ev kom leyîstika şanoyê ya bi navê 'BALANS' jî li ser hin dikên Stenbolê dileyizin. Di xebatên xwe de serkeftî tên xûyan û bi hêvîme ku serkeftina wan her berdewam be.

Ji bo şopandinê van lînkan bitikînin :

https://twitter.com/LoDublaj
https://www.instagram.com/lodublaj/
https://www.youtube.com/channel/UC4OOD=yAQc-6yvGrmCsIXdw



25.12.2018 16:32 | mikurhat

6. qenaleke youtubeê ye ku tê de dublajên komîk yên fîlmên navdar, tê çêkirin.
kesên ku dublajê dikin, xwedî dengên gelek xweş in û kirpandin û bilêvkirina wan jî gelekî xweş e. her wiha esprîyên wan jî.
van rojan li her derî navdar in.
Here lînkê



13.01.2019 23:49 ~23:49 | simurg56

7. Bavê min 24 seat temaşe dike, jibo wî jê aciz bûm :( Carna ji xwen şîyar dibim ji dengê Lo Dublaj



13.01.2019 23:56 | helik orimiyo

8. kanaleke pir resen û xweş e.
kêfa çk min zehv jê ra tê *

hesabê wana yê înstagramê jî heye :
Here lînkê

çend xebatên wan ên xweş:










14.01.2019 10:20 | bûtîmar

9. Bi saya serê Lo dublajê navbera nivşa me da mîzaha hevpar, hêstên hevpar çê dibin. Karê dikin gelekî girîng e, bes xwezila êdî hinekî li gundê xwe derkevin, yanê tu xwedê niha çakêtê mixtarê (bnr: kelê hamo) ji çeketê mixtarê Ernasê kêmtir e.



21.01.2019 22:41 | jifêzagorda

10. van rojan ketiye devê bavê min jî. ji sibeh heta êvarê vîdyoyên wan yên muxtaro û dolmîşa kercewsê guhdar dike û di nav rojê de replîkên wan dubare dike.
sibe dusibe nebe youtuber baş e.



25.01.2019 19:49 | simurg56

11. Van rojan di Twitterê de hinek wan rexne dikin. Çima tiştên erotîk çêdikin, di çanda me de tiştên wisa tune ye hwd. Ez her vîdeoyên wan temaşe dikim, min tiştên zêde erotîk nedît. ‪Tiştên dibêjin ku erotîk be, Kurd bi xwe jî erotîk in nexwe. Hûn bawer nakin li Ciwan Haco guhdar bin, li Huseynê Omerî, Şivan Perwer, Evdalê Zeynikê guhdar bin. Stranên gelêrî yên kurd, pirranîyên wan erotîk in. Rast be jî xelet be jî wisa ye.‬



31.01.2019 15:11 | apê mihyedîn

12. Koma ku dublajên kurdî dike ye. Ya rastî pir bi serkesftî ne. Keyfa min ji wan re tê. Ev e cend roj e li ser twitterê rexne li wan tê kirin. Ji ber ku ji komê Selim Akgul di rêzefilma Boluk de u Özlem Taş di Tek Türkiye de leystiye dibêjin mafê wan tune ku li ser zimanê kurdi bênasin u navdar bibin. Ez jî heq didim wan ên ku rexne dikin. Ji ber ku herdu listikvanan jî filmên ku heqaret u nifir li rumeta kurdan dikin de listine. Özlem Taş bi navê Zilan listiye u di filmê de jî sixur e. Mirov carekê xeleti kir ma nikare poşman bibe ? Elbet. Ji xwe ew kesên ku rexne dikin jî dibêjin bila ji gel lêborin bixwazin u bêjin me xeleti kiriye.



13.02.2019 00:42 | feqiyêteyran

13. Bi rastî jî qûna wan rabû.

Madem ku hûn karekî bi zimanê kurdî dikin divê hûn bizanibana li pêşberî we rexneyên bi vî zimanê werê kirin.

Rexne her hebin. Ger hûn ji bo zimanê kurdî xebat dikin, heke daxwaziyek we ev e di gel rexneyan karên xwe jixwe bidomînin. Heger ji bo populerîtiya xwe kar dikin bila baş bizanin ku populerîtiya ku dixwazin tu car nade ev gel ji we re.

Hîn nivîskar hene gava çapemeyên dijî kurd ji wan re di rojnameyên xwe de quncikek dide bêgotin û bêzar bi bihayeke erzan xwe teslîmî wan dikin. Heke ew çapemenî quncikek jî nadin wan neçar dimînin û bi bêarî berê xwe didin rojnanmeyên kurd. Rexne hatiye kirin nehatiye kirin ne xema wan e. Derdê wan cuda ye çunke.

Êdî dibe ku hîn lîstikvan jî hebin li rêzefîlm û kurtefîlm û fîlman ku kurdan kêm dixin bileyizin û piştî ku têklîfên fîlman ji wan re neyê berê xwe bidin karên zimanperweriyê kurdî û di gel vê jî bixwazin yekser bibin herûherê kurdan derkevin.

Eger derdê lo dublaj ev bê jî nebê jî jixwe derkevê holê. Ne lo dublaj ne jî tu kes bila bêhûde devjenîyan nekin bi hevdû.

Gelemşeyên kurdan ne yek in ne dido ne. Mijarên beredayî dernexin di serî de jî lo dublaj.



13.02.2019 02:28 ~02:28 | bilbilê dilkul

14. Ez îro hebekê li qanala wan tolimolî bûm. Pir xweş deng dikin lo. Keşka min jî bikaynibûya werg kurmancî biaxivama.
Ew devoka torî ye?
Ew yek ji wan dengê xwe pir li ciwan haco tere.
Ciwan jî torî ye?
Yek jî rastê kilomên wan jî hatim.
Bi stranên xwe jî serkeftî ne.
Delê mekin bila berdevam bikin.
Çi karek baş dikin.




13.02.2019 20:01 | cinorek

15. Vîdyoyên wan gelek baş û komîk in.dublaj û gotinên wan bi awayekî profesyonel hatine amadekirin.replîkeka wan heye ku ketiye zimanê min û min gelek caran bikaraniye.ev replîk e: (bnr: li qusurê nenêre min gotina te birrî)

(bnr: replîkên lo dublajê)



25.11.2019 15:45 | bayesar

16. kî çi bêje berra bêje bi rastî dublaja wan pirr serkeftî ye. hem gotin û dîmanên orîjînal hem jî dengdanê gelek xweş dikin. pirr baş li hev tînin. peydakirina pasajên fîlman û li gorî wê pasajê amadekirina dublajê û dawiya dawîn ahenga giştî... bi raya min hinekî zehmet e. ez dibêjim qey ji ber rêzefîlma mala minê ji zû de ye mîna berê çalak nîn in
min zêdetir ji dublaja hîtlerê ecibandibû ez texmîn dikim ku min sed car temaşe kiriye

û ez
li rex a rûnê tûrşiyê tirozîya de heta batmanê diçim çima çima çima çima*



25.11.2019 18:37 | ferhenga şikestî

17. dublaja wan gelek serkeftî ne lê bawer im ji ber rêzefîlmekî * parvekirinên wan qut bûn.



27.11.2019 20:18 | kurê xelkê

18. Dublajên wan pir serkeftîne lihevanîn û ahenga denga jî başe û komîk in jî lê hin caran behsa tiştên bêedep jî dikin ew jî dike ku mirov nikare li her derî nîk herkesî veke .



01.12.2019 00:13 | azad30

19. Bi her sê vîdeoyên wanî dawî ez ji kenna mirim.
Kerem kin, dramaya şairê gewre Xêredîn;




Tayma Twitterê;




Dramaya keçika japon;




08.04.2020 02:59 | f

20. Weke ji nav jî diyar e hesabekî dublajê ye di Instagramê da. Gelek caran dublajên komîk çêdikin lê carina jî têgehên Torî (weke navê gundan yan jî kesan) bikartînin ji ber wê ez meseleyê tam fahm nakim û bi dilê xwe nakenim.



08.04.2020 03:23 | xabûrî

21. hisabek dublaja bi kurdî ya ji bo ken e di medyayên civakî de.

kurte dublajên wan xirab nînin.

wextê dublaja wan ya li ser hinek dîmenên filma temaşe dikim meraq dikim gelo ger ku bi profesyonelî dublaja kurdî li ser filman çêkin ka dê tama wê çawa be.



08.04.2020 04:07 | de facto hozan

22. Hinek dublajên wan pir baş in
Ya Recep îvedîk Here lînkê û hin yên Şaban gelek xweş çêkirine.
Çi be jî karekî rind dikin ji bo çand û zimanê me



13.04.2020 21:39 | afa

23. Karên xwe gelek baş dikin.bi rastî yekcaran ez heyranê dîalogê wan dimînim.nivîskarên dîalogê xwedî humor in.
xwazîka fîlman bi temamî dublaj bikirana.destên tirşikvanan xweş, binnivîsan werdigerînin lê eger ev zilaman fîlman dublaj bikin wê gelek bibandortir bibe.vî wextî de deng û dîmen ji nivîs bihêztir e.



13.04.2020 22:25 ~22:46 | bayesar

24. dublaja wan a li ser devokên kurdî û sînemê (remix) ez zikopişto kirim lê mixabin bi tenê ew herdu yanî. hêvîdar im xwe piçek din jî pêşde bibin. videoya wan a dawîyê jî xweş bû. şêwaza welî gelekî kenewer bû. yanî bixebitin wê hê jî pêşbikevin



13.04.2020 22:43 | soryazyus

25. Di dûblajên kurdî de serkeftîne.



13.04.2020 23:13 | rohat nêçîrvan

26. Bi dublajek xweşik roja dayikan pîroz kirine.
Here lînkê
Herwiha hemû karên wan ên dawî legendary ne.



10.05.2020 18:31 | cinorek

27. dublajên ku bi devoka toriyan tê kirin.
ji aliyê selim akgul û lîstikvanne din.

bi piranî hemû jî serkeftîn e.
li ser înstagramê pir çalakin.
di dawiyê de li ser twîttirê jî çalak bû ne.

hesabê înstagramê: Here lînkê
yê twîttirê: Here lînkê



08.06.2020 13:13 ~13:21 | merwano

28. li ser instagramê bi dublajeke nû, xatir ji şopînerên xwe xwastin.bi texmîna min sedem pirsgirêkên aborî ne.gelek kes bi şiroveyên xwe xemgîniya xwe di bin posta wan de nîşan dide.maşalê ji qerara xwe poşman bibin û vegerin.

nivîsa wan wiha ye:
Bi xatirê we... ev vîdyoya me ya xatir xestenebu..spas ji bo heta niha we rupela me şopand



18.10.2020 22:17 ~22:16 | bayesar

29. hefteya çûyî bi xwestekekê mezin min dîsa xwestibû vîdyoyên wan temaşe bikim û min ser hevdu gelekên wan bi kenên qîreqîr temaşe kirin wekî ku min berê tu carî ew nedîtine. geh ji ber henekên wan ên kurdayî geh ji ber tercîhên wan ên devokî min gelek ji wan hez kiriye. lê mêrik xatir xwestine. pir heyfa min bi wan hat û pir ber xwe ketim ku min ew hewqas mîna nas û kusên xwe hesibandiye. spasdarê wan im û xêrê ji bo wan dixwazim. înşale bi projeyên xweştir û mayîndetir ji destên wan derkevin û paceyên nû li çand û hunera me vekin.



20.10.2020 01:05 ~01:06 | biruya hayao miyazaki

30. Komeke dublajê ya serketî bû lê mixabin dev ji wî karî berdidin. Dibe ku perenekirina kurdî vê biryarê bi wan dabe. Ax bêdewletî axx...



20.10.2020 21:23 | xabûrî

31. Hesabeke înstagramê ye ku vîdeoyên yek xulek çê dikin. Ya rast parçeyên ji filîmên xweş li gor xwe dûblaj dikin. Piranî bi devoka torî amade dikin. Bi parveya xwe ya dawî xatir ji şopînerên xwe xwestine û diyar kirine ku êdî nema vî karî bikin. Bi vê biryara xwe dilê şopîner û hezkiriyên xwe hiştine. Bi rastî karê wan gelekî serkeftî bû. Min bi kêfxweşî li wan darî dikir. In hêvî heye dîsa li karê xwe vegerin an bi projeyên hîn xweştir derkevin pêşberî me.



20.10.2020 21:37 | tîrêj zana 21

32. Îro vîdeoyeke nû weşandine bi vê vîdeoyê gelek bextewar bûm. Piştî xatirxwestinê dilê gelek şopînerên xwe hiştibûn lê wa dîsa vegerîyane dibe ku ev sînyalek be jî. * cihê wan gelek girîng e. Di nav kurdan de gelek bi nav in. Jixwe dev jê berdan dûrî aqil bû. Baş e ku dîsa hatine. Bi hêviya rojên xweş.

Here lînkê



07.12.2020 23:38 | yûsiv

33. sixêfên ku ji nişkê va dikin dikare we di nav xelkê da rezîl bike.



07.12.2020 23:41 ~23:42 | hueyn

34. li sor tora civakî karekî xweser çê dikirin lê piştî ku çûn gelek fanê lo dublajê li pey xwe hiştin.
(bnr: çûyîn, çi peyveke dirêj e)



05.05.2021 20:08 | merwano

35. Xûya ye şîfre hatiye bîra admînê wê ku piştî 2 sala din çend vîdeoyê ku berî çêkirine dîsa weşandiye. Û wek toriyekî dîsa ez bi vîdeoyên wan zikopişto bûm. Hêvîdarim bi vîdeoyên nû dewam bikin.



14.09.2022 23:17 | merwano

36. Bi dublajeka remezanê vegerine.

Here lînkê



31.03.2023 19:26 | cinorek

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» dublaj

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo komikvidyo komikvidyo kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî