1. youtubere kurd e. haya min bi saya hevpeyvîna wî ya li gel gulsumakê - gîska gerok çêbû. vîdyoyê veke |
|
17.02.2019 10:28 |
simurg56
![]() |
2. Youtuber,instagramer e , di twitterêde ye, yani li her derî ye. Ew ji hezex ji gundê Bafê ye. Ji ber vê navê wi Resul Bafêyi ye. Bırastî jî hin videoyên wi xweş in. Lê gelek keyfa min jê re nayê. Ji ber ku ji niha ve xwe wek kesek pir navdar dibîne u her tim li ser instagramê tistên wisa parve dike. Lê dîsa jî ji ber ku kurdî u kurdewariye dişopinim. Heke bi rastî jî pir navdar bibe ezê ji şopa wî derkevim |
|
17.02.2019 23:13 |
feqiyêteyran
![]() |
3. Yoûtubirekî baş e ,bi rastî jî pirr henek e.Lê nizam navê wî wek resûl na û resul tê nivîsandin. |
|
29.03.2019 21:49 |
brzn
![]() |
4. YouTuberekî jêhatî û xwînşêrîn e. Zehf kêfa min ji vîdeoyên wî re te. Bila dewam bike... |
|
30.04.2020 01:36 |
gumgumok
![]() |
5. ev nezîkî 3 salan ez wî li ser tora civakî dişopînim, bi rastî jî kesekî zîreke, berî niha bi 6-7 mehan li ser twîttirê pir aktîf bû lê aniha bi piranî li ser înstaramê mijûl dibe, xwedê pê re be * |
|
30.04.2020 02:02 ~02:03 |
merwano
![]() |
6. Youtuber'ê ku ez ji vîdyoyên wî kêyf hildidim û li ser yotube jî dişopînim. |
|
30.04.2020 02:04 |
brzn
![]() |
7. listîkvanekî zahf jêhatî û jîr e. Komediya go çê dike bi hezar cara ji yê go ji xwe ra dibên fenomena kurda çêtir û serkeftiye. Hevî dikim go di qada komediyê da were cihekî baş. |
|
06.12.2020 14:34 ~14:34 |
hueyn
![]() |
8. tekane fenomenê kurd e ku kenê min bi mîzaha wî tê. Mijarên li ser disekine û zimanê wî min dikişîne xwe û tê de tiştekî ji xwe dibînim. |
|
06.12.2020 15:34 |
endazer
![]() |
9. Kesê ku di medya civakî de naverokên komîk çêdike. Her çiqasî ez pirr kêm bi wî dikenim jî kêfa min ji wî re tê, xwînşêrîn e û dixwazim berdewam be. Ji zû de ye ne çalak bû min ji birayê wî pirsî, ji min re got: hinek karên wî hene, ew ê dîsa çalak bibe. |
|
06.12.2020 16:25 |
xabûrî
![]() |
10. Gelek kêfa min ji re tê. Zû ve ye wî dişopînim û hê min nedîtiye ku wî bi tenê bi tirkî karekî kiriye. Ji ber wê jî xwîna min wî re dikele. Vîdeoya ku behsa kutanê dike jî gelek xweş û pêkenok bû. |
|
06.12.2020 18:11 |
yûsiv
![]() |
11. bi rastî jî ev lawik ji mîzahê fêhm dike * |
|
10.02.2021 13:51 |
merwano
![]() |
12. mîzahzanek, youtuberek, fenomenek henekên wî, mijara kurte vidyoyên wî seranser kurdewarîne.. henekên wî jî pir xweşin meriv têr pê dikene. hêvîdikim ku bi vî rengî bidomîne, û bêhtir bê naskirin, qedrê wî bê zanin û mîzaha wî pere bike. |
|
10.02.2021 22:53 |
shorbevan
![]() |
13. Youtuburek pir serkeftî û jêhatîye. Ma kêmasîyê wî tinnenin? Belê heye lê tu kes ne sedî sedi. Kêfa piranî ji mirovatîya wî û bi serxwebûna wî re tê. Hevalekî gelekî qenc û lê hêjaye. Û yekî dîn yekî dilnizmi û xemxwarîye. Heke hûn bibin haval an jî şopdarê wî ticarî dilê we naheli.Xwedê wî bêhêle, tim serkeftî bi û ew kenê wî ticar neyê xirakirin.☀️❤☀️ |
|
10.02.2021 23:33 |
pîroz
![]() |
14. Ji mîzahê fam dike. Zilamek xwînşêrîn e. Binêrin |
|
25.02.2021 00:42 |
kajav
![]() |
15. êdî bi heman navî bûye endamê tirşikê, hêvîdarim berdewam be û me bi entryê xwe bikenêne * |
|
01.05.2021 23:09 |
merwano
![]() |
16. Merdimêko xeylê serkewtî yo. Xebatê xo Kurdî virezeno. Pê vîdeoyanê ey ma zaf zerrweş benê. Ewro zî bîyo endamê tirşikî... |
|
01.05.2021 23:20 ~23:25 |
bazêçewlîg
![]() |
17. vîdeoyekî nû yê bi navê kercoin belav kiriye ku van rojan rewşa gelek kesî dide nîşan. |
|
25.05.2021 00:17 ~00:19 |
hueyn
![]() |
18. Resûl Bafeyî an jî bi navê xwe yê fermî Resul Sönmez, di sala 1994an de li gundê bafê ku girêdayî hezex/Şirnex ê ji dayîk bûye. |
|
28.05.2021 21:28 |
merwano
![]() |
19. Fenomenek kurd yê tora civakî ye. Ji zûde ye Li ser înstagramê wî dişopînim ku îroj rastî vîdeoyek wî hatim. Min lê darî kir û paşê ferq kir ku kenê min bi wî nayê. Heya li ser ponijîm ku tu car bi wî nekeniyame. Lê bawerim ji bo piştgiriyê min wî dişopand. Ji nişka ve fikra derketina ji şopa wî hat heşê min, yekser ji şopa wî derketim û min nihêrî înstagram hişyariyek weha dide " derdora 20 hesabên heman tîpê dişopînî" min berê xwe da wan hesaban, ew jî yên dîroka kurdî, kovar û rojname bûn. Ez ji şopa nêzîkî 10 hesaba derketim. |
|
13.06.2021 18:58 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
her kurd bûn û her kurd ebîn [2] |
![]() |
bikaranîna kî û kê [9] |
![]() |
modern talking [1] |
![]() |
delav [1] |
![]() |
çaya li ber kompûterê [1] |