Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


18 mijar û 20 peyam
resul bafeyî - tirşik
resul bafeyî
(18) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. youtubere kurd e.
li gorî gotina wî, vîdyoyên xwe ji bo dayikên kurd amade dike. yanî wisa amade dike ku ew jî bikarin temaşe bikin.
hinek vîdyoyên camêr bi rastî jî xweş in. hinek jî beredayî ne.
ne hewceyî gotinê ye ku bêjim derfet û lîstikvan gelek kêm in.




haya min bi saya hevpeyvîna wî ya li gel gulsumakê - gîska gerok çêbû.




17.02.2019 10:28 | simurg56

2. Youtuber,instagramer e , di twitterêde ye, yani li her derî ye. Ew ji hezex ji gundê Bafê ye. Ji ber vê navê wi Resul Bafêyi ye. Bırastî jî hin videoyên wi xweş in. Lê gelek keyfa min jê re nayê. Ji ber ku ji niha ve xwe wek kesek pir navdar dibîne u her tim li ser instagramê tistên wisa parve dike. Lê dîsa jî ji ber ku kurdî u kurdewariye dişopinim. Heke bi rastî jî pir navdar bibe ezê ji şopa wî derkevim



17.02.2019 23:13 | feqiyêteyran

3. Yoûtubirekî baş e ,bi rastî jî pirr henek e.Lê nizam navê wî wek resûl na û resul tê nivîsandin.

Vîdyoyek din -



29.03.2019 21:49 | brzn

4. YouTuberekî jêhatî û xwînşêrîn e. Zehf kêfa min ji vîdeoyên wî re te. Bila dewam bike...
Vîdeoya herî komîk li gorî min ev e



30.04.2020 01:36 | gumgumok

5. ev nezîkî 3 salan ez wî li ser tora civakî dişopînim, bi rastî jî kesekî zîreke, berî niha bi 6-7 mehan li ser twîttirê pir aktîf bû lê aniha bi piranî li ser înstaramê mijûl dibe, xwedê pê re be *

gelek caran vîdeoyên xweş çê dike, yek ji wan, li bin vir parve bikim, min li ser youtube an jî hesabê wî yen din nedîtibû, min li ser hesabê xwe yê twittirê parve kiribû;

Here lînkê



30.04.2020 02:02 ~02:03 | merwano

6. Youtuber'ê ku ez ji vîdyoyên wî kêyf hildidim û li ser yotube jî dişopînim.
Dikare hevekî vîdyoyan kurt bigre û henekan zêde bike.Vîdypyek tijî henek wê gelek baştir be.
demek li ser twitterê gelek çalak bû û gelek şopînerên wî jî hebû.Lê piştre çi bû nizam carekî de xwe ji twitterê vekişand.Niha ez tenê li ser youtube dibînim.



30.04.2020 02:04 | brzn

8. listîkvanekî zahf jêhatî û jîr e. Komediya go çê dike bi hezar cara ji yê go ji xwe ra dibên fenomena kurda çêtir û serkeftiye. Hevî dikim go di qada komediyê da were cihekî baş.



06.12.2020 14:34 ~14:34 | hueyn

9. tekane fenomenê kurd e ku kenê min bi mîzaha wî tê. Mijarên li ser disekine û zimanê wî min dikişîne xwe û tê de tiştekî ji xwe dibînim.



06.12.2020 15:34 | endazer

10. Kesê ku di medya civakî de naverokên komîk çêdike. Her çiqasî ez pirr kêm bi wî dikenim jî kêfa min ji wî re tê, xwînşêrîn e û dixwazim berdewam be. Ji zû de ye ne çalak bû min ji birayê wî pirsî, ji min re got: hinek karên wî hene, ew ê dîsa çalak bibe.



06.12.2020 16:25 | xabûrî

11. Gelek kêfa min ji re tê. Zû ve ye wî dişopînim û hê min nedîtiye ku wî bi tenê bi tirkî karekî kiriye. Ji ber wê jî xwîna min wî re dikele. Vîdeoya ku behsa kutanê dike jî gelek xweş û pêkenok bû.



06.12.2020 18:11 | yûsiv

12. bi rastî jî ev lawik ji mîzahê fêhm dike *
Here lînkê



10.02.2021 13:51 | merwano

13. mîzahzanek, youtuberek, fenomenek henekên wî, mijara kurte vidyoyên wî seranser kurdewarîne.. henekên wî jî pir xweşin meriv têr pê dikene. hêvîdikim ku bi vî rengî bidomîne, û bêhtir bê naskirin, qedrê wî bê zanin û mîzaha wî pere bike.



10.02.2021 22:53 | shorbevan

14. Youtuburek pir serkeftî û jêhatîye. Ma kêmasîyê wî tinnenin? Belê heye lê tu kes ne sedî sedi. Kêfa piranî ji mirovatîya wî û bi serxwebûna wî re tê. Hevalekî gelekî qenc û lê hêjaye. Û yekî dîn yekî dilnizmi û xemxwarîye. Heke hûn bibin haval an jî şopdarê wî ticarî dilê we naheli.Xwedê wî bêhêle, tim serkeftî bi û ew kenê wî ticar neyê xirakirin.☀️❤☀️



10.02.2021 23:33 | pîroz

15. Ji mîzahê fam dike. Zilamek xwînşêrîn e. Binêrin




25.02.2021 00:42 | kajav

16. êdî bi heman navî bûye endamê tirşikê, hêvîdarim berdewam be û me bi entryê xwe bikenêne *



01.05.2021 23:09 | merwano

17. Merdimêko xeylê serkewtî yo. Xebatê xo Kurdî virezeno. Pê vîdeoyanê ey ma zaf zerrweş benê. Ewro zî bîyo endamê tirşikî...



01.05.2021 23:20 ~23:25 | bazêçewlîg

18. vîdeoyekî nû yê bi navê kercoin belav kiriye ku van rojan rewşa gelek kesî dide nîşan.

lînk:



25.05.2021 00:17 ~00:19 | hueyn

19. Resûl Bafeyî an jî bi navê xwe yê fermî Resul Sönmez, di sala 1994an de li gundê bafê ku girêdayî hezex/Şirnex ê ji dayîk bûye.

Ewil bi vine ku li înstgaramê parve dikir, di tora civakî de hat nasîn, piştre naveroka vîdeoyê xwe berfirehtir kir û wek skeç, vlog, parodî û hwd. dikişand.
Perwerdehiya xwe li zanîngeha Denizli dît ku li vir beşa hemşîretiyê xwendibû, li vir nêzîkî 5-6 meha perwerdehiya şano jî her çiqasî dîtibe jî, ji ber pirsgirêkan dev jê berda.

îro bi vîdeoyên xwe tora civakî geş û xweş dike....



28.05.2021 21:28 | merwano

20. Fenomenek kurd yê tora civakî ye. Ji zûde ye Li ser înstagramê wî dişopînim ku îroj rastî vîdeoyek wî hatim. Min lê darî kir û paşê ferq kir ku kenê min bi wî nayê. Heya li ser ponijîm ku tu car bi wî nekeniyame. Lê bawerim ji bo piştgiriyê min wî dişopand. Ji nişka ve fikra derketina ji şopa wî hat heşê min, yekser ji şopa wî derketim û min nihêrî înstagram hişyariyek weha dide " derdora 20 hesabên heman tîpê dişopînî" min berê xwe da wan hesaban, ew jî yên dîroka kurdî, kovar û rojname bûn. Ez ji şopa nêzîkî 10 hesaba derketim.

Belê divê mirov piştgiriyê bide hesabên weha, lê ezê bidim kîjanê û nedim kîjanê? Bi zorê kar naçe serî. Êdî min berê xwe dida ku bişaftin, polîtîka û têkçûna kurdî. Ji vê bûyerê acis bûm. Ev yek bêyî ku mirov pê hay bibe dora mirov dipêçe. Bila resûlo li qisûrê nenihêre û dilê xwe mehêle. Yên pê dikenin jî pir in.



13.06.2021 18:58 | tîrêj zana 21

21. Henekvanê navûdeng vê îna li ber me ( 29ê cotmehê) li bajarê Stenbolê pêşkêşîya standup ê bike. Serkeftin ji bo wî.



26.10.2021 12:16 | pîroz

22. botan international pê re hevpeyvînek çêkiriye




13.12.2021 11:40 ~11:40 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» resul bafeyî
» bafeyî

Kategoriyên mijarê:: komikvidyo cand komikvidyo cand komikvidyo cand kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî