Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
kurd çima zarokan tînin dinê? - tirşik
kurd çima zarokan tînin dinê?
(3) (1) (6)
di mijarê de bigere

1. 27 salin Kurd im lê min hê jî bersîveke vê pirsê a erênî nedîtiye. Hîç nakevim meseleya dê û bavê xwe hema ez ê rasterast derbarê çavdêriyên xwe yên 3 cihên cuda bibêjim.

1- cih: bajarokekî kurdistanê, ez: wekî mamoste li wir im.
Bav sibê heya êvarê an li qehvê ne, an jî wekî karker çûne bajarên wekî stenbol, îzmîr, enqerê, yanê nîn in. Dê sibê heya êvarê li ber televîzyonên gu yên tirkan in. zarokên keç şixulên malê dikin, xwîşk-birayên xwe yên biçûktir dinêrin, spartêkên xwe çê dikin û tên dibistanê. Zarokên mêr li derva selpakan difroşin, solan/pêlavan boyax dikin, parsekiyê- carna diziyê dikin û tên dibistanê. Cil û bergên wan diryayî, qirêj in, tiştên gelekî nebaş- netendûrist dixwin û hew. li dibistanê her mamoste li gorî fantaziyên xwe tiştên ecêw dixine seriyê zarokan. mamosteya oldar zarokan dike sofî, a tirk cilên leşkeran zarokan dike, a qaşo çepger cil bergên xelqê ên kevn kom dike dide zarokan û wan fêrî parsekiyê dike. lê mi tevahî muameleyeka herî xerabtir ji zarokan tê kirin lê dê û bavên wan rojekî lingên xwe navêjin dibistanê û halê zarokên xwe napirsin.

min heya wê çaxê bi hezaran sedemên sosyolojîk ev yeka rave dikir û digot; mixabin normal e. piştî hin tiştên din ên min dîtin êdî serê min tevlihev bû.

2- cih: xeta şêr, ez: bi şandilxwazî alîkariyê dikim.

Bi sedan malbatên kurd ji ser reviyane û hatine cihekî nû, qirêj û tevlihev. Gava ez xwe rewşeke wiha de difikirim ez dibêjim ez ê hişê xwe bixim bibêjim eman tişteke bê serê zarokên min , lê dê û bavan dev jî zarokên xwe berdane. Zarok bê şal, bê kinc ketine meydanê, an xwe davêjin hembêza mirovên biyanî, an tiştên li ser sergoyê hildidin dixwin, an diqîrin û xwe aş dibin. Yanê hûn ê qey bibêjin malbat bi derdê şer şok bûn felan, dibe ku wisa be lê ew kesên xwarin, vexwarin, razan tê jibîra wan dibê zarokên xwe jî bîne ji bîra xwe ne? Naa! Kurd zarokan hema ji bona rezîl bin tînin dinyayê, an na hîç xema wan nîn e.

3- cih: bajarekî almanyayê, ez: wekî wergera malbateka Kurd li nexweşxaneyê

Dê û bav 30 salî ne û 5 zarokên wan hene. Jinik cardin pêgiran e, xwedê hez bike yê cewiyan bîne. Doxtir temenê zarokan dipirsê jinik li çavên mêrê xwe dinêre, mêrik di telefona xwe de lîstikekî dilîzê, her zarokî çikloteyek daye destê xwe hem xwariye hem xwe tê de hiştiye. Doxtir şaş dibe vedigere cardin temenê zarokan dipirse, jinik dibîne ku mêrê we bersîv nade, şermeşerm min re dibê wale hîç nayê bîra min lê yê mezin 10-11 salî ye navbera wan de jî hema bibê yek sal heye û ez li gorî vê yekê temenê zarokan texmîn dikim û dibêjim. Bav hê jî serê xwe ji telefonê ra nake.

piştî van bîrhatinên dirêj dikarim bibêjim ku zêdepariya kurdan bi bêşiuriya xwe, hema wekî hebûnên zindî ji hevdu zêde dibin lê derbarê vê kirina wan de ne fikreke wan ne jî planeke wan heye. Lewma jî zarokên kurdan bi aliyê her yek hêze ve li gorî berjewendiyên wan tên bikar anîn. Bi hezaran jiyan wiha dêrs dibin û diçin.



2019.02.23-13:07 | jifêzagorda

2. Di jor de gelemperîkirinên nelicih hatiye kirin. Pêre ramaneke çewt rûdaye. Û wek kurd çima zarok çedikin bila neyînin dinê hatiye encimandin.

Hîn mirov hene tenê gilî û gazind dikin û hew. Divê em wanan wek pirsgirêkan pênase bikin û rêz bikin. Û ji bo dirustkirina wan pirsgirêkan çi bê kirin pêwîste li ser wan biaxivin a rast e. Şerm kirin ne mafê me ye. Em ji doh heta îro ji bo wan zarokan ji bo wan dê û bavan çi kirine ku vêga dora şerm kirinê û biryar danînê ye.

Digel vê ez jî tevî ev giliyên ku li jor hatiye kirin wek pirsgirêkan dibim. Ne wek gazind. Qumaşê me ev e. Em bi vê qumaşê ji xwe re cil çêkin. Ewê çê bê bi destûra xwedê.

Mijara Kurdan dirêj e
Deryayeke bibagêje
Şoreşa me her ji mêje
Li dû hevraz derbejêr e



2019.02.23-17:34 | bilbilê dilkul

3. kurdekî bi sale 32 me, ez jî nizanim bersiva ev pirsgirekê çiye. lê nezanibuna min ne tekê ji bo kurdane lê ji bo herkesê li dinyaye de ne. welle ez niha nizanim li çend bajaren û welaten min gerine dîsa min bersiva ew pirsgirek nedîtiye. Çavderîya min li 3 şûnden hene:

1- Cih: lekolîner bûm li navçeyeke/bajereke tirkiye ya mezin de, di nav bera tirken nejadperest yan olperest yan jî dînnezan/kemalîstan bûm û min kirin çavderî. bawer bikin, dê û baw giştî bi mijulê zanyarî û zanist bûn. di destekê wan de pirtûk û di destekê din de jî pênûs bûn, û zaroken xwe bi coş û şengî mezin dikirin û perwerdeyî pir bikêrhetî didibûn. ji sibe heta eware li berê televîzyon yan jî bi komberse de bûn û bernameyen gellek hîndêkêr ser dikiribûn. rastî: ne bawên ne jî dîyan zaroken bi haberê wan bûn. bawên zaroken di sibe de diçin karê û heta evare dixebitin. paşê hatine mal di televîzyonede maçe fitbol yan jî bernameyen sîyasîye bêkerhetî ser dikin, ne bi zaroken xwe sohbet dikin nejî ji wan ra hişyarî didin. dîyan zaroken jî ewqase ne, ji sibe heta eware bernameyen jînen qûrsivik dinerin û di ewarê de rêzen bêmejî dinerin. zarokan jî di youtube yan jî tişteken din de vîdeoyen gû temaşe dikin.

2- Cih: xeta şer: ez qet li derdora xeta şer nebûm û nikarim fikr bikim kû miroven ji şer dirrevin çi hes dikin û difikirin yan jî nefikirin. Bawerim kû bûna derdora xeta şer jî nikare tê ferê ew hes û zanyarî bide. Şer rewşekê nenormale û miroven ji şer dirrevin normale kû nikarin haydarî ji zaroken xwe ra bidin bi çarçoveya normaltî. bi wî awayî, miroven kû çavderî dikin nikarin fehm bikin miroven kû ji şer dirrevin çi difikirin û hes dikirin. û jî nikarin wan rexne bikin ji bo tişten nenormalê kû wan dikin. yanê rastî ewe kû tû nikarî fehm bikî rewşen, hesên û ramanen wan. ji bo wî tû nikarî kesekê kû ji şer dirreve rexne bikî.

3- Cih: Almanye, Hollande, Franse û Swedê. Min gellek Kurd dîtin kû serbilind, serpêhatî û hişyare derdoren xwe ne. û di zanîngehen gellek navdarîye de lekolîn dikin û gellek serkeftin. tû nikarî bi yek mijarê ve hemu gel rexne bikî. wekû di nav bera tirkan gellek nijadperest hene û dîsan tû nikarî bejî kû hemu gelê tirk nijadperestin. mijarekê hatin gotin ji bo miroven başûre bû. di başûrede anîna gellek zarok normale, çandan wan ewqase ye û hewce ye jî. qey tû dizanî ereban çend zarok tênin?? nerîna îstatîstêken bike. heke kurden başûr zaroken pir neynin ereban wan bi lez dîsan bindestê dikin û wan dikin pişaftin û dihelînin. û wira rojhilate navîne li kû qanûn nikare tiştekî bike û heke kû tû biquwetî tû dikarî her tiştekê bikî. pirjimarî hertim bûna biquwetî ye. ji xeyrî ve mijare, ez jî zarokan pir hez dikim û heke kû bizewcim dixwazim ez jî pir zarok bênim û wan bi perwerdeyî baş mezin bikim.

nerîna min: di cîhen xwe bi rehetî, rexne kirin gellek asan e. ez jî berê da wîlo bûm, min hertim kurden me rexne dikiribûn, dibejibûm kû kurden haydarîyen xwe ji zimanen û çandan xwe re nadin. rewşa min wekû hênek bû, min rexneyen ewqasê dikiribûn lê min jî kûrdî nizanibû. paşê de hişe min ji serê min re hat û min ferbûna kurdî kir.
rewşen mirovên bi hişyarî dan tê baştir bikin, ne bi li şûne germê de rexne kirin. ew hişyarî dan jî di care yekemîn de ji xwe ra ye. heke kû tû mirove başê, miroven din tê wekû mînak dibînin û kem bi kem xwe jî baştir dikin.

bi kurtasî: kurden me yan jî xwe paşketî nenerin, rewşa kurden me pir xirab nîne û lazime kû em di cihe yekemîn de xwe baştir û pêşketî bikin. bi wî awayî rewşa gelê kurden mê baştir dibe.

ji bo çewtîyen rêziman min bibexşin.



2019.02.23-19:39 ~19:57]| tekoser

4. Kurd dibêje wê xwedê rizqê zarokên min jî bi wan re bîne. Lê nizane ku xwedê rizkê du zarokan parê heşt zarokan dike. Aborîzan Sachs dibêje ku zarok wek vêberhênan (investment) in. Dema tu tenê zarokek binî vî dinê, wê tu yê hemû rizqê destê xwe de ji bo vî/ê zarokê xerc bikî û kesayetek ku têr perwerdehî dîtiye û ne kêmasiya cil û bergên xwe dîtiye û ne jî jiyana civakî de kêmasiyek maddî kişandiye mezin dikî. Ev dewlemendî ye.

Lê tu heşt zarok çê bikî wê tu yê rizqê destê xwe de parê heşt zarokan bikî. Wî demê zarokên te tê him kêmasiya cil û berg û xwarin vexwarin û him jî kêmasiya perwerdehî û jiyanek entellektuel bikişîne.

Dema em bi van faktoran rewşa kurdan analîz bikin, wek qiseya tirkan gotî kurd pê xwe gorê lihêfa xwe dirêj nake. Yani dema ku zorak çê dike melhezeyê perê ceba xwe nake. Û di encamê de jî zarokên serobero ên ku jor de hatine behskirin derdikevin holê.



2019.02.24-15:49 | xelîl

5. Nêrîna li ser rizqê li ba hîn însanan ne bi kamil e ango ne bi temam e. Hîn mirov hinek bi sivikayî lê dinêrin.

Rizq carinan dê û bav e. Carinan jîrî ye. Carinan kur e û carinan keç e. Carinan xwendin û zanîn e. Carinan nivîsandin e. Carinan kalpîr e. Carinan pirtûkek e, weku qur'ana pîroz. Carinan dijwarî û tengasî ye. Û...

Xwarin û vexwarin û cil û berg û nizanim jiyaneke entelektuel û fireh û hêsan ji nav baxê rizqê de tenê sê çar çeşîd mêwe ne. Berhemên vê baxê gelek in.

koçer bîrkar xwedî jiyanek asan û malek tijî xwarin û pasta ne bû. Di nav malbeteke entelektuel de digel dengê pîano li nav gardrobê xwe cilên xwe yên biha û xweşik ne dieciband. Lê belê bi serkeftinên xwe me çil milyon kurd şa kir.

Berovajî hîn kurd hene di destê wan de ewqas derfet hene jî nikarin kevirek li ser kevirekî deynin. Û dema mêrantiyê jî kuç li ser kuç nahêlin.

Berî analîza derheqê kurdên din divê wek kurdek di vê mijarê de him bi erênî him bi neyînî para me çi ye evê helbisengînin ango analîz bikin.

Heger tu dikarê ku bibêjî zarokên we serobero ne. Zarok çênekin. Nizanim çima çêdikin filan û bêvan. Divê tu bersiva wê yekê jî bidê ku heta niha tu an zarokên te çi kirine ku hêja û bihagiran in û gelek sûd dane mirovan!? Çunke evê ji te tê pirs kirin.

Wilo axaftinên amiyane û gotinên ji rêzê hêsan e. Ma ne belaş e!

Wellehîm hem belaş e hem şaş e.



2019.02.24-21:43 | bilbilê dilkul

6. yanî emê bêjin dijwarî û tengasî rizqeke mezin e û qurana pîroz jî wisa dibêje û emê deh danzdeh zarok çêbikin û xwe li ser mînaka koçer bîrkar tatmîn bikin. li vir fikîrînek çewt heye ku gelemperî wê çil mîlyona ku ji bo koçer bîrkar şa dibin jiber ku "tengasî û dijwarî" ya qurana pîroz dewsa ku herin dibistanan zarokatiya xwe de ketin di bin zilma înşaat, tekstîl û nizam quzilqurtan de. çi ramanek seratayî ye ku bêje tengasî rizqeke. û çi ramaneke beredayî û bê xîret e ku li wateya "entellektuel" nenêriye ku hê jî behsa "pîyano û cilê biha" dike.

ew zarokên serobero yên ku min jor de qala wan kiriye, ez bi xwe jî yek ji wan im. biborîne kekê min lê ku ez ango birayê min çi ye ku tengasî rizqe xwedê ye em nekarin herin dibistanê anjî jiber ku êdî derfeta dêûbavê min nemîne û xwişka min a di temenek biçûk de were "firotin" ez nikarim erênî bifikirim. tu derheqê min de çi dizanî ku ji dûr de diavejî gelo ?



2019.02.25-08:25 | xelîl

7. Navê mijarê wek dê û bavê min çima zarokan tînin/aniye dinê niye. Yan jî dê û bavê min çima min anîne dinê jî nîn e. Heke wisa bûya min digota dîsa psîkolojiya yekî nebaş e û giliyê dêbavên xwe dike.

Bi saya ew zarokên kurd ku wek serobero tên binavkirin e ku em heta hingî li ser piyan in. Kurdên entelektuel jî tê de bi rêjeyeke mezin di zarokatiya xwe de nanê bi salçe xwarine.

Wek kurdek ez jî dixwazim zarokên kurd giş bi hêsanî bijîn, biçin dibistanên têr û tijî, entelektuelî jî bizanin, hunermendî û zanistî û.... her tiştî bizanin. Li ser rûyê dinyayê li her derêji bo mirovan model bin û bi tilîyan nişanî zaroyên me bê danîn.

Ew heq ji kesekî nade ku bibêje kurd çima zarok çedikin. Çima bi zarokên xwe nanê bi salçe didin xwarin. Çima nikarin wan entelektuel bikin. Çima bêcil dihêlin..... Û naqade.

Gengaz nîn e ku kurd ji bo zarokên xwe nebaşiyê naxwazin. Bilî sê çar heb kêmaqil. Ji ber vê jî kes nikare li ser kurdan giştîkirinên beredayî, bêxîret û tim neyînî bike.

Lê heger yekî behsa malbata xwe û dê û bavê xwe bike ez nikarim derheqê wan de biaxivim. Ew mijareke binemalî ye. Di nav xwe de hêl bikin qurbana çavên we.

Hekena mijar li ser tevahiya kurdan bête vekirin baş bizanin ku heke bara me li stuyê sê çar kesên qaşo entelektel de mabana rewşa me jê baştir nebûbana.

Dîsa jî dibêjim entelektuelbûn jî zengînbûn jî zanebûn jî rehetbûn jî û her tiştî jî ji bo kurdan dixwazim û armanca me ev e jixwe.

Madem wilo ye;
Perê yekî nebê bila dernekevê derve ez ji wan şerm dikim. Ya ku ew feqîrokên pêxwaz eqrebayê min derkevin ezê çi kim. Ên ku Entelektuel nîn in jî bi xêra xwe dernekevin ezê biçûk bikevim. Maazella kurd filan derkevin vêca de were ji navê derkeve. Û bila helbest filan nizanim zarok jî çenekin heyra. Bi taybet inşaatçî û tekstîlcî û nizanim çi quzzilqurtan.

Mêzenin çiqa rewşenbîr im bi sê hevokan mijara kurdan tune kir. Yaw qedr û qiymeta min bigrin ha.



2019.02.25-16:45 | bilbilê dilkul

8. ew heq ji kesekî nade ku bibêje kurd çima zarok çedikin. çima bi zarokên xwe nanê bi salçe didin xwarin. çima nikarin wan entelektuel bikin. çima bêcil dihêlin..... û naqade.

çima nekarim bibêjim çima zarok çêdikin û nanê bi salçe dixwun? ezê bibêjim, bipirsim û li ser sedemên wê yekê jî bifikirim, bikolînim û eşkere bikim. ez naçim derheqê tirkan anjî ereban de tiştek nabêjim lê ez wek kurdek divê civata xwe binêrim û analîzan bikim û di encamê de xwe û netewa xwe rexne bikim. (ev rexne erênî jî dibe)

"dema tu tenê zarokek binî vî dinê, wê tu yê hemû rizqê destê xwe de ji bo vî/ê zarokê xerc bikî û kesayetek ku têr perwerdehî dîtiye û ne kêmasiya cil û bergên xwe dîtiye û ne jî jiyana civakî de kêmasiyek maddî kişandiye mezin dikî. ev dewlemendî ye.
lê tu heşt zarok çê bikî wê tu yê rizqê destê xwe de parê heşt zarokan bikî. wî demê zarokên te tê him kêmasiya cil û berg û xwarin vexwarin û him jî kêmasiya perwerdehî û jiyanek entellektuel bikişîne."

li vir jî min sedemek eşkere kiriye û gotiye ev jî faktorek e. geremeperî kurdan de jî dikarim îspat bikim. ev rewş rewşek şexsî, kesane nîn e. û faktorên din jî dikarim bibêjim;

- erê kurd di bin zilma dewlet û netewên zorbedar in û ev dewletên stû-şikeştî naxwazin kurd dewlemend bibin û rabin ser pî xwe. û ev rewş jî kurdan feqîrtir û bêçaretir dike.

- erê pêncî sal ewil jiber ku tunebûna derfetên tibbî û teknolojîk zarokên kurdan û yên gerdûnê di temenek biçûk de ji nexweşiyan dimirîn. û ji bo çandin û xwedîkirina ajalan wek karker zarok dihatin çêkirin. lê îro rewş guheriye. îmkanên tibbî êdî nahêle zarok bimirin û hema bêje sedê nutûneh mirinan kêm kiriye û di heman demê de pêşveçûnên di warê teknolojîk di çandinê de faktora "mirovan" kêm kir (hema bêje xilas kir). Lê zihniyeta pir-zarok-çêkirin xilas nebû.

"gengaz nîn e ku kurd ji bo zarokên xwe nebaşiyê naxwazin. bilî sê çar heb kêmaqil. ji ber vê jî kes nikare li ser kurdan giştîkirinên beredayî, bêxîret û tim neyînî bike."

gelo kî gotiye kurd zarên xwe hez nakin. tev ji van te çawa evî encamê derxist ?

"lê heger yekî behsa malbata xwe û dê û bavê xwe bike ez nikarim derheqê wan de biaxivim. ew mijareke binemalî ye. di nav xwe de hêl bikin qurbana çavên we."

ev rewş rewşek şexsî nîn e. ma tu li ku derê dijî ku zarokên 14-15 salî yên ku li kurdistanê tên zewicandin nabînî. ango yên ku êdi nikarin xwe xwedî bikin û zarokên xwe dişînin bajarên mezin ên tirkiyê ji bo li înşaatan anjî tekstîlan bixebitin.

"dîsa jî dibêjim entelektuelbûn jî zengînbûn jî zanebûn jî rehetbûn jî û her tiştî jî ji bo kurdan dixwazim û armanca me ev e jixwe.

û ez dikarim bibêjim ku peyvên "entelektuel" û "rizqê xwedê" hestên te yên misilmantiyê rakir lê tu gotinê min ên ji bo ol û baweriyê tune ye. ez dibêjim xwedê rizqek daye lê divê em li gorê wî rizqê zarok çêbikin ku ev zarok jî jiyanek naverast bijîn û di encamê de hejmara koçer bîrkaran zêde bibe û di encama wî de jî 30 mîlyon kurd zêdetir şa bibin.

dawiya dawî, qurbana çavê ve. çi ye ku du sê qeşmer bi navê entelektuelbûnê ehmeqî kirine ev nayê wateyê ku entelektuelîte xirab e. reşkirina entelektuelbûnê tê wateya reşkirina zanabûn û hişyarî û îdealîzekirina nezanî û cahiltiyê ye. entelektuel ne tenê yên ku sekuler û çepgir in herwiha alimên îslamiyetê û netewperest û welaparêzên xwezan jî entelektuel in. ev civat raman û fikran dihilberînin û di nav gel de têxin sîrkulasyonê. her çiqas welatek bi çekên xwe ango aboriya xwe jîr bibe jî yê giring reaksîyona wê welatê ji bo zanyar û entelektuelên xwe re ye.



2019.02.26-15:21 ~15:23]| xelîl

9. Bêhna xwe fireh bihêlin mamosteler.

Bersiva vê pirsê hêsan e, her kesek hema ji dê û bavên xwe pirs bikê û bersiva xwe ji wan bigrê. Wan ji bo we ravebikin ango îzah bikin.

Sedemê bêhntengkirina xwe nîn e.

Digel vê ezanim her kesek di nav xwe de başiya neteweya me dixwaze û ji ber ku hîn tiştinan aciz e giliyan dike û royên çewt û kin diramîne.

Di eslê de ango di rastiyê de behsa min ango gotina min ne tenê li ser çêkirina zarokan e. Ji ber ku behs ango mijar li ser vê yekê bû min li gorî vê mijarê xeber da ango axivîm.

Mes'ela zimanê çêdibe ango babeta ziman dihê vekirin em dibêjin kurd bila hewl bidin ango têbikoşin ku zimanê xwe bi pêş ve bibin û zelal bikin hîn kurdên tevizî dibêjin wele em nikarin bavê bavê min jî wilo xeber didin ango diaxivin. Bila em ser bi xwe bin û li hemû deran mektep ango dibistanên bi zimanê me vebin pê re emê binêrin.

Digel vê mijara çêkirina zarokan tê vekirin. Em dibêjin de bila dev jê biqerin bi wê çî ye? Elaqeya we ango pêwendiya we bi hejmareya û rêjeya zarokên civatê re çî ye? Bi zaroyên xwe re mijûl bin ango kariwer bin. Çawa dixwazin û dizanim wisa bikin.

Hîç milletek ango netewek nîn e ku ji milletê xwe re behsa qeyd û bendên ango gotina rê û rêçikên bo çêkirina zarokan bike û bi vê jî di armancan de serkevtî be.

Rewşenbîrî ne ev e. Rewşenbîr ev in ku rewşa peywendîdarê sosyolojî yên gelê xwe dizanin. Rewşa ol yên gelê xwe dizanin. Rewşa kultur yên civatê dizanin. Nirxên gel dizanin. Û wekî vana. Ango ji gelê xwe haydar in.

Bi zanîna wan agahiyan li gorî gelê xwe çareseriyan ji bo gelê xwe ra digerin. Heger ji gelê xwe dûr bikevin, taybetiyên gelê xwe di pişt guhê xwe re bavêjin nikarin çareseriyek ji bo gelê xwe re bibînin. Ev ne rewşenbîrî ye. Gotinên van bêencamin û nikarin werin peyikandin. Hîn vêga derkevin bibêjin em angaşta rewşenbîrbûna xwe nakin. Ji kû derxist filan. Pêşî bêjim hê rewşenbîrek derneketiye ku li xwe bibîne kurd çima zarok çêdikin bila yek çêkin bes e filan.

Em ji ber çêkirina zarokan ne bi vê rewşê de ne û zarok çênekin jî ji vî rewşê. Di destpêkê da her kes baxçeya xwe biçînîne pê re berhemên baxçeya xwe şanî me bide ku em bizanin bi çi awayî berhem baş derkevin. Dibêm j'qala baxça xelqê biqerin. Axaftinên ji rêzê encamek nade. Li jiyana xwe de tetbîq bikin gel ji we bibîne û bisepîne. Gel bêhiş niye.

Dawiya dawî kes nikarê garantiyê bidê ku yekî tenê zarokek çêke û perwerdeyek têr û çak jî têde ji destê vî çi tê ji vî re bike û ev zarok bênamus dernekeve. Belku bênamûs derkevê dijmatiya dêbavên xwe bike. Eger hûn dikarin garantiyê bidin belaş e welle ejî dixwazim. Ev nayê wê wateyê ku bîst zarok çêke ên baş ji te re ên nebaş jî bavêje derve. Hîn derkevin vêga wilo bêjin.

Hemû rizqên xwedê ye. Bi hilbijartina dê û bavan de ye. Heke li xwe dibîne pênc, deh, bîst heke li xwe nebîne yek, du, sê çêke an jî hîç çênake. Ezanim û gelek bawerim ku ji bo xerabiya wan zarok çênakin. Ê din biryara wan e.



2019.02.26-23:59 | bilbilê dilkul

10. Bêhna kesê teng nîn e ezbenî * bi rastî nîqaşek pir xweş bû. Spas ji bo wê axaftina berdar. Lê ez bawer im ev nîqaş ne li gor sîstema tirşikê ye. *

"hîç milletek ango netewek nîn e ku ji milletê xwe re behsa qeyd û bendên ango gotina rê û rêçikên bo çêkirina zarokan bike û bi vê jî di armancan de serkevtî be"

Di navbera sedsalan de ji çîn a komînîst bigire heta dewletên kapîtalîst, otokrat, monarşîk û demokrat her cûre dewlet û netewên cihanê li ser zêdebûn, kêmbûn û tevgera nifûsên xwe sekinîne û li gorê wî polîtikayên giştî û kesane kifş kirine û van polîtîkayan sepandine.

Wek mînak dewletên peşveçûyî û dewlemend ên wek japonya, denmark, îtalya û brîtanya jiber ku nîfûsa wan sal bi sal ber bi kêmbûnê ve diçe, polîtîkayên zêde-zarok-çêkirinê rêvedibin.

Herwiha endonezya, hindîstan û dewletên afrîkayê jî jiber ku nîfûsa wan pir zêde ye û nikarin êdî van mirovan têr bikin, polîtîkayên kêm-zarok-çêkirinê rêvedibin.

Gelek dewlet û saziyên navdewletî û zaningehên mezin di nav xwe de navenda lêkolîn a popûlasyonê dihewinin. Ev navend li ser pirsgirêkên demografîk disekinin, dikolînin û çareseriyan digerin.

Xweziya saziyên me bixwe jî hebûna û bi xebatên xwe gotinên min xelet derxistina. Lê hezar mixabin tune ye. Wê em li vir neaxivin tê miletên din bi tiştên derew û qirêş xeber bidin. Ez kurd im birayê min çawa tu dikarî bibêjî tu heqê te tune ye li ser vê mijarê şîrove bikî ? Ma ez tirk im ?

"rewşenbîrî ne ev e. rewşenbîr ev in ku rewşa peywendîdarê sosyolojî yên gelê xwe dizanin. rewşa ol yên gelê xwe dizanin. rewşa kultur yên civatê dizanin. nirxên gel dizanin. û wekî vana. ango ji gelê xwe haydar in. "

Dê were nekene gelo. * pêşî divê li vir bibêjim ku ez ne rewşenbîr im û tu idîayên min di warê rewşenbîriyê de tune ye. Ez camêrekî ku nêrînên xwe li tirşikê dinivîse, me.

Ya din jî, ji xwe ku gotinên min rind were xwendin tê were dîtin ku tê de şiroveyên sosyolojîk, olî, çandî û dîrokî jî hene. Dîsa jî dibêjim çi ye min behsa "rizqê xwedê" kir ev nîqaş hinde dirêj bû. Hestên misilmantiyê zû coş dibin.* lê gotinên min ji bo olê heqaret nîn e ezbenî. Ku wisa ye jî lêborîna xwe dixwazim, qisûrê nenêre. Rastiyek e ku em bi hênceta rizqê pir zarok çêdikin. Lê zarok bi rizqê xwe ve nayê di sedsala yekemîn de, ji rizqê heyî para xwe hildide.

Wek mînak ku perê min têra xwedîkirina sê zarokan bike lê ez heft zarok çê bikim, ew zarokên ku dû zaroka sêyemîn re hatine dinê tê ji parê sê zarokên ewil bixwin çimkî perê min sal bi sal bi awayek bi denge zêde nabe Berevajî an di cihe xwe de disekine anjî kêmtir dibe. Li vir gelê-xwe-biçûk-dîtin anjî ji-jor-ve-mêzekirin tune ye. Ev ji bo min û himsalên min ên ku di paşerojê de tê zarok bînin vî dinê re rexne û dersek e.



2019.02.27-22:53 | xelîl

11. Bersiva şiroveye bi hejmara kurd çima zarokan tînin dinê?/109477 e,

tekê xemê niviskar perwerdeyê û kinca zarokane û mijarek ji aborî li serê vêberhênan jî danîye. Lê mixabin nizane kû karmenden vêberhênanen (ji bo hîn bûma wê peyv sipas * ) xwe li serê yek tişt naken, berevajî li serê pir tişten dikin kû heke hîne wan xirab dibin, yen din bila xirab nebin. Ji bo fehm kirina wê buyerî lazime kû hûn îstatîstik bizanin.

Weku min got wira rojhilate navîne, li vir pirjimarî kar dike. Û nivîskar dîsa paşçav dike kû heke ku tu pir zarok nake, du se heb zaroken di bine fişare tirken nejadperest dibin, bi taybetî di bajaren mezinen de.

Ez ji malbatekê elewî hatime, ma tû dizanî niha elewîyan bi gelemperî çend heb zarok dikin? Ez ji te ra bibejim, yek yan herî pir du tene. Ji ber ku pir xuşken yan jî birayen wan tû ne, di nav bera tirken xwe weku tirk nîşan dikin. Ewan dizanin kû ger wan xwe eşkere dikin, ji deste tirken nejadperest yan jî dînperest tên bin fişar kirin. Hindik hindik ne elewîyatîyen û ne jî kurdîyatîyen wan dimîne.

Ji alîyede aborî û karê, çend tene hewalen mine elewî hene kû nikarin karen xwe bêtir bikin, ji bo çi? Qey karen xwe nizanin? Na, pir xweş dizanin û dibejin kû em nikarin miroven dilsoz û rastgo bibînin û dibejin kû xwezî çend tene bira û xuşken min bibana û bi wan re karen xwe bêtir û berfirehtir bikirama. Yek hewalê mine gellek dewlemend heye kû ji dayîke xwe re sîtem û gilî dike kû tû çima pir zarok nekiriye Dibeje kû ez nikarim niha ji xwe ra alîkar û hempa bibînim kû kare xwe berfirehtir bikim.

Paşe xwendina du se pirtûken, nerinen pir xurt encam nekin. û ji bo her tişten, roşinbiren rojhilate xwe mînak negirin, ew der rojhilate, lê em li kuna qûne dinye dijin. Rastîyen xwe bizanin û di wî babete de bixebitin nerînen xwe bi cih kirin. Hertim didina mînaken ji miroven rohilate tembeltîya mejîya me ye, nekin. Bi xwe bifikirin û nerînen xwe bafirin.

Tiştek din jî te bîra min, kurden me pir mijule sîyasete bûne (ku ew jî normale :( ) û bi gelemperî nizanin ji bo wan çi bikêrhetine û çi xelet û nebikêrhetine. Care yekem de kare xwe û kare gele xwe bizanin, û ji bo îdeolojîyen pir gûh medin.

Tiştekê dawîn: ez dibînim kû nivîskar amejeya gotinan tirken kiriye. Dikarim bibejim kû qet tirkan ji bo xwe mînak nebînin û ji wan re gûh nedin, mixabin bi gelemperî mejêyen tirkan bi propagandayen komer hatine helandin. Tişten kû wan bawer dikin li serê zanyarîyen xeletê çe bûne, ne dîrokê rast dizanin, ne sîyasetê û ne jî bazîrganî rast dizanin hemû li serê xapandin saz bûne. Lewma, ez hertim dibejim ferê îngîlsî bin û ji çavkanîyen îngîlîsî fer bibin.



2019.02.28-15:55 ~2019.03.01 12:44]| tekoser

12. Kenehon ji bo kurên wana çêbin, mezin bin û ji wan re bibin pişt.
paşê jî di nav milet da bêjin ez xayê heft kura me û pişta min saxlem e.

helbet eva fexr e.



2019.03.02-21:14 | hozan serhad

13. Min fehm nekir mesele kijan ji wan e?;
1.kurd çima zarokan tînin dinê?
2.kurd çima pir zarokan tînin dinê?
Ger ya yekem be û armanca vê pirsê bêwelatbûna kurdan be. El cevab; bêwelat jî mirov dikarin bijîn. Mina...



2019.03.03-13:09 | cinorek

dengdanên dawîn (Yên Din..)
haiku [1]
hebek ji min, ezbenî: guh bidin repînan (6 kite) (stur: ke...
aram tigran [1]
Hunermendekî bêhempa.Bi qasî ku ez dizanim bi eslê xwe ermen e lê stra...
aram tigran [1]
Humermekî her roj qedr û qîmeta wî zêdetir dibe. Xizmeta ku hunera Kur...
ebûlfîda [2]
Dîroknas û astronomê kurd. Ebû'l fîda (bi erebî: أبو الفداء, Abu'l-...
peymana sevrê [1]
Peymana Sevrê peymaneka aştiyê (bi fransizî: Traité de Sèvres)...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdistan
» çima yar nehat
» zarokanîn

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî