109667. pirtûka ewil a weqfa mezopotamyayê ye. Weqif ku bi nîyeta avakirina zanîngeheka kurdî hate sazkirin niha li ser xebatên zimanî disekine ji bo bingeha gramerî û zanistî ya zanîngehê çêbike. di vê çarçoveyê de xebata wan a ev e du sal e li ser dixebitîn hate çapkirin. Rastnivîsîn, qayîdeyên zimanê nivîsînê dîyar dike û rê li ber tevlihevîyan digire. Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da dihê bikaranîn û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û herweha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Lewra gava ku qayîdeyên rastnivîsînê yên li ser bingehên navbirî hebin, xwendin hêsantir û zelaltir dibe û rê li ber têgihîştinên şaş venabe. Weqfa Mezopotamyayê, di bin banê xwe da bi beşdarîya gelek zimannas û lêkolînerên kurd, Komxebata Kurmancîyê ava kirîye. Ev pirtûk, bi hewildana Weqfa Mezopotamyayê, ji alîyê vê Komxebatê ve, di du salan da hatîye amadekirin. Pirtûk piştî ku çap bû û pê da di medya civakî da rastî eleqeyeka berketî hat. gelek kesan rexneyên baş lê kir, hineka gelekî pîs kir; hê jî li ser pirtûkê nîqaş dewam dikin. pirtûk ji alîyê Bahîz Omer Ehmed, Bahoz Baran, Behrûz Şucaî, Deham Evdilfetah, Dilawer Zeraq, Dilbirîn Evdila, Evdilwehab Xalid Mûsa, M. Malmîsanij, Mahmûd Lewendî, Mehdî Caferzade, Mihemed Teqewî, Mistefa Aydogan, Mîkaîl Bilbil, Newzad Hirorî, Samî Tan, Şoreşvan Adil, Zana Farqînî, Zulkuf Ergün ve hatîye amadekirin. wek hûn jî dibînin di nava lijneya pirtûkê da ji hemû deverên Kurdistanê û ji hemû zaravayan zimanzan hene. pirtûkê li ser gelek mijarên rêzimanî yên kurdî biryar dane, wek î ya berî y yê, daçekên di ... da, di ... ra, di ... ve, navê têgehên rêzimanê, navê deman û gelek tiştên din. bi qasî ez zanim çapa pirtûkê an qedîyaye an jî li ber qedandinê ye. divê li vir jî nîqaşên berketî çêbin. min mijar vekir, ez ê paşî nirxandinên xwe jî binivîsim. |
|
07.06.2013 18:27 |
brusk56
|
113844. Ji bela ku bo kurmancî komxebatên vî rengî li dar neketine yanî komek ji pisporan li hev neşêwîrine û piştî şêwirînên dûvdirêj negêhiştine qinyat û encamekê, ev komxebat ji hinan re ecêb tê. Divê ji vir bîst sal berî niha ev xebat li dar biketa. Sazîya Zimanê Tirkî her sal nizanim çend caran tevî hemî endamên xwe li hêv dicivin û derbarê zimanê tirkî de biryarên qethî digirin û ew biryar di hemî saziyên fermî yên dewletê û saziyên taybet de wek zagon tê pejirandin. |
|
08.06.2013 14:50 |
simurg56
|
117020. husein muhammed/117019 Guhnedana dîroka zimanî: Bo nimûne di meseleya lêkera ”hatin” de bi ferzkirina rehê -hê- û redkirina rehê -ê- ji ber ku bi texmîna amadekarên Rêberê -hê- orijînaltir e lê em ê bibînin ku ew bi zelalî şaş in û ku di rastiyê de forma orijînal -ê- ye û ne -hê- ye. Guhnedana felsefeya zimanî: Wek mînak di mijara paşdaçekên ”de, re, ve” de. Em ê bibînin ku çawa hevahengî û hevkêşiyek di navbera pêşdaçekên bingehîn yên kurmancî ”bi, di, ji, li” de heye û herwiha hevahengiyek di navbera paşdaçekên bingehîn ”de, re, ve” de jî li ber sazbûnê ye û zimanê niha yê nivîskî kamilbûna wê hevahengiyê hêsan dike lê mixabin danerên Rêberê dixwazin formên ”da, ra” ferz bikin bi idiaya ku ”piraniya kurmancîaxivan” formên ”da, ra” bi kar tînin. Di vê xalê de ew xwe dispêrin argumenta ”piraniyê” lê hem di xala pêştir de û hem jî di herdu xalên paştir de û wek din jî hema bêje ji serî heta binî di Rêberê de piranî ji aliyê danerên Rêberê ve hatiye paşguhkirin. Pirsgirêka ”hîpertewangê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên hîperkorekt yên wek ”ew kurdiyê dizane” li şûna ”ew kurdî dizane” yan ”ji xanîyî, di mejîyî de” li şûna ”ji xanî/xênî”, “di mejî/mêjî de” û ”rêyê” wek forma çemandî/tewandî ya ”rê”. Pirsgirêka ”hîperparastinê”: Bo nimûne ferzkirina formên xeyalî yên wek ”pêyê min” û ”dêya min” li cihê ”piyê min, diya min” û formên din yên bi rastî di ziman de li kar. Herwiha ferzkirina -îy- li şûna -iy- ku dê ji çareserkirina qaşo pirsgirêka heyî zêdetir aloziyên gelek mezintir li gel xwe bîne.) li bin çar sernavan kom kiriye: ji ber wan sedeman, camêr bi kurt û kurmancî dibêje ku hûn jî guh nedin van biryarên beredayî. |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|
117084. rexneyên husein muhammed derheqê vê rêbera derzanistî ev in: |
|
06.06.2013 16:08 |
endazer
|