Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kurdên li welatên biyanî dijîn - tirşik
kurdên li welatên biyanî dijîn
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. axaftinên wan de tijî xerîbî û pesndayîn e. Pesndayîna miletê, dar û ber û welatê, hetta kuçikên welatê xwe.
Camêr li dikkana xwe wêneya gûndê koroxlî ya sarikamişê çerçove kiriye û bi dar de kiriye. Ta ku mişteriyên almanî bejin çi gûnd e lê.



29.03.2019 08:29 | cinorek

2. Hinên ji wan bi temamî entegreyî çanda welatên bîyanî bûne û kêf kêfa wan e û hinên ji wan jî dikin nakin hînî welatên bîyanî nabin û her bi der û hesreta welatê xwe ne.



29.03.2019 11:45 | henûn

3. Kurdên ku ez her tim xweziya xwe ji wan tînim



29.03.2019 12:20 | bûtîmar

4. Di nav wan de gelek hunermendê serfiraz hene



30.03.2019 01:25 | monerica

5. Li bajarê ez dijim, kurdên semsûr, mereş û meletiyêgellek in.
Pirraniyên wan jî li restoranên kebabê dixebitin. Zêde kurdperwer ninûn lê Carna gava li pêşiya dikanên wan derbas dibim dengê stranên koma seyranê dibihizim.
Pir kêfxweş dibim.



04.01.2021 19:53 ~19:54 | cinorek

6. Gelek ji wan ji neçarî penaber bûne û li wir xwe bi jiyanê’ve girêdane. Li gorî Kurdên ku di axa xwe de penaber bûne jiyana wan baştir e û azadiya wan berfirehtir e. Lê mixabin penaberî penaberî ye cîh û war ferq nake. Li gorî dîtina min bandora dewletên dagirker li ser wan ma ye. Ji ber ku gelek ji wan dema penaberî europa bûn dev ji zimanê dagikeran bernedan. Bi vî awayî zarokên wan jî bandor jê girtin. Bala xwe bidinê gelek zarokên Kurdên europa bi Kurdî nizanin. Lê ev yek jî heye,hinek ji wan jî qet bandora dagirkeran newergirtin. Zarokên wan bi Kurdiyeke baş dizanin û herwaha xweyî hişmendiya netewî ne jî.



04.01.2021 20:35 | rodem

7. ji bo min xêncî welatêmin her der welatê biyanîye. bo vê ez jî welatek biyanî dijîm. hema wek gotina rodem welatên biyanîda zêdetir firehî û azadî heye.



04.01.2021 22:48 | doesntmatter

8. çima nizanim, kurdên li amerîkayê dijîn ser înstagramê xwe wek middle eastern pênase dikin. bi taybet kurik wisa ne, armanca wan çi ye fehm nekir.



05.05.2021 22:32 | ezcan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên nav axaftina xwe de dijûn û bertekên tirkî bikartînin
» welatên keçikên wan xweşik
» biyanîbûn

Kategoriyên mijarê:: nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan nuce geruturistik cihuwar zimandijun zimanbiwej zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî