1. li cizîrê bi taybetî jî li cem me çiyayiyan dema yek here derekî mêvandariyê em jê re dibêjin çûye nava gund.. ez ê li ser vê navdanê xwendin û analîzên dûdirêj yên sosyolojîk nekim ji xwe teqrîben ev bîst sal in me gundên xwe bicih hêlane û em li bajaran bicih bûne.. muhtemelen berê li gundan dema yek ji nav erd û zevî an dehl û rezê xwe ji bo karekî diçû mal jê re digotin çûye nava gund.. çimkî pirraniya erd û zeviyan, rez û dehlan derveyî gund bûne û mal û xanî jî li nav û navenda gundan bûne.. melûmê herkesekî ye ku mirov zûbizû nikarin dev ji edet û elimandinên xwe yên berê berdin.. vêca bi ser de jî eger ev mirov eger çiyayî bin carinan ev edet û elimandin heta emrekî bela xwe ji mirovî venake.. wek nimûne; |
|
12.09.2013 21:07 |
endazer
|
2. kesên ku li gunda dijîn baş dizanin ku "nava gund " te wata çi.dema ku em li gund eciz dibûn me digot em herin nava gund.te wataya gera nava gund li herêma serhadê |
|
14.04.2014 21:14 |
newenda
|
3. Çalakîya sereke a sosyalbuna gundîya.... |
|
14.04.2014 21:17 |
birho_fîlo
|
4. Gundîyên bajarî jî dibêjin:nava bajêr.. |
|
14.04.2014 21:22 |
birho_fîlo
|
pelûl [1] |
|
tirşik translate [3] |
|
kerguh [3] |
|
pelûl [1] |
|
pelûl [1] |