Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
dr. avow - tirşik
dr. avow
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. stranbêjek ji kurdên sûrî ye.
min vîdyoyekî dara lalo nas kir. jixwe bi wî re dûetê jî kiriye:



ne xerab e lê jê re hê divê.
gotinên stranê;


Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê (Nayê nayê)
Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê
Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe
Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno
Tozê li erdêxin Xeta rakin Sînora rakin
Çavên wan derxin Agirê gurkin Bankin bêjin
Welat azad e Yek perçe ye Dijle û Ferat e
Ji bona welat Canê me xelat e
Mala we ava Seeta we xweş

We ronahî kirî Ji bu şevê reş Rabin hevbeş
Ji bu rojê reş Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş
Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş

Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê
Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê

Rabe rabe rabe şiyar be şiyar be şiyar be rabe
Lê dayê negrî Riyê me ne dûr e
Zilxitê bike Dijmin nemane Hêstirê te barî Lê serî bilind e
Axa welat Buha ye buha
Ji buna wê me Xwîna da xwîn da
Dosa xwe me Me berneda
Xwîna me germ e Tu kanî xweda?

Kurdistan Li paş derî ye
Bane te dike Tu ne merî ye
Welat iro pir dinale
Dilê wê yî nazik neşewitîne
Rabe bangke Bangke
bêje Jiyana bê welat ticarî nabe
Canê xwe da Kurd û kurda
Li çol û çiya Efrîn koban
Me tirs berda Bûne feda
Xwîna me germ e Tu kanî xweda?
Ka ka kanî xweda?

Em difirin Em difirin Li ser çiyayê Araratê
Lêxin birano Lêxin hevalno Xûşkno delalno
Em dijîn em îro dijîn We ku sibê me qet nayê
Canê xwe da Kurd û kurda Efrîn koban
Me tirs berda Me tirs berda
Êy êy Me tirs berda

Em dîrokê dinivîsin ser zinarên Miştenûrê
Rabin hevbeş
Ji bu rojê reş
Derkevin ji wan hemû ciyên nexweş



12.04.2019 22:16 ~22:17 | simurg56

2. heta berîya vî demê şîroveyên tirkmancî hê hilnedaye ye.

Min pirr eciband , vîdyoyeyek gelek professional hatîye kişandin û dengê wan û gotinên stranê jî pirr xweş bû.



12.04.2019 23:43 | brzn

3. birayê dara lalo ye. ez ji rapbêjên kurmanc zêde hez nakim lê tevî ku gelek hindik stranên wî hene min ji wan hez kirin. çimkî gotinên wan gelemperî bi giyanekî kurdewerî hatine nivîsîn. lê ew strana wî ya dawî ya bi navê zarokên cadeyan (an jî zarokê cada bû) hîç ne xweş bû. tiştê ecêb jî xelk pirtir ji vê stranê hez kiriye. qey ez ne normal im yabo :D



25.01.2021 23:50 | keyomerd

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» dr. cemşîd bedirxan

Kategoriyên mijarê:: muzikstrnbj muzikstrnbj muzikstrnbj kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî