35. xweştirîn û geştirîn û pêşdetirîn û romantîktirîn û efsûnîtirîn a bajarê kurdistanê ku van rojan dil dike ku xwe ji min sar bike, bi qewlê tirkên bêhnpêketî 'yemezler' hej te dikim û taliya talî ez ê bêveger û bêveqetîn vegerim li ser rê û peyarê û kolan û kuçe û bircên te yên têr-xweşik û tahm-stran |
|
03.01.2015 21:42 |
ferhenga şikestî
|
36. bajarê ko piştî çiqas sala şûnde kû ez çûmê min hinek derdorê wê de cavdêrî peyde kiriye; |
|
07.05.2015 14:22 |
parêzerê nîvçe
|
37. Bajarê du roj din berê min lê ye. Xana hesen paşa û cîgera amedê. Beden û paytexta kurdistanê. Piştî oya eronatî, bajarê 10/11 wekilên kurdan rêkirî meclîsa qirêj a tirkiyê. |
|
12.06.2015 22:01 |
azadixwaz
|
38. bajarê hê jî pakij nebûye û xuyaye ewê hê pakij nebejî ji kuştina |
|
12.06.2015 22:42 |
shorbevan
|
39. paytaxta ku bi encamên 07.06.2015 hilbijartinên giştî li tirkiyeê nîşan daye ku dilê kurdistanê ye. hdp nêzikî %80 deng stand û ji 11 wekîlan 10an bi dest xist. |
|
13.06.2015 14:07 |
simurg56
|
40. Bajarê pîroz. Ez duh bi balafirê hatimê. Wexta min baholê stend saet bû deh û nîv. Bavê min got ez ê werim li pêşiya te(bi erebeyê), min got na ne hewce ye ez ê werim (lewre nexweş e). Min got ez ê bi otibosê werim. Wî got temam. Ez ji balafirgehê derketim taksîcîyekî got tu yê herî ku derê min got heta rawestgehê got were. Ez ketim taksiyê min heta rawestgehê bir.(ez bawer im got qey wê ez bixapînim, lê nexapiyam) ji ber ku tenê otibosa a7ê dihere nêzîkî mala me, diviya ez heta riya dadigere jorî cezaevî bimeşiyama. Ez meşiyam û meşiyam rê nediqediya weke ku ez di riyeke 5 kîlometreyî de bim. Axirê qediya ez gihîştim rawestgeha xwe. Otibos hat min lê nihêrt cih ji bo min nemaye tê de tew cih ji bo baholê hîç tune bû. Lê siwar nebûm li benda dolmîşa yenîhalê mam. Min got ez ê ji yenî halê heta malê bimeşim. Îjar li benda dolmîşê mam. Weke ku hûn jî dizanin bi şev nivîsên li ser kartona dolmîşa ji ber ronahiya li ber kartonê vêdixin nayên dîtin. Heta dolmîş tê 10 metreyan nêzîkî meriv dûvre meriv dibîne. Yek hat heta min xwend, fersend çênebû ku min destê xwe rakira. Heta ya duyan dîsan sekinîm û li wê siwar bûm. Li ceylanlarê daketim û heta malê meşiyam. |
|
30.06.2015 02:50 |
mergehez
|
|
|
01.07.2015 01:25 |
ronahî
|
42. Nizanim siûdxerabî ye an tiştekî din e lê navê amediyan derketiye bi diziyê. Rast e dizên wê têra xwe hene lê diz ne tenê li amedê ne li her derê hene. Şaredarî an jî hêzên din divê operasyoneke berfireh bike li hember ev kesên ku amedê li ber çavên xelkê reş dikin. |
|
01.07.2015 01:43 |
mergehez
|
43. Patext e. Bila ên wek mehmet metiner bibin qurbana serê dizên wê. Ji xwe bila wekilên wê yên weke oya eronat guyê wan dizan hemuyan bixwin. |
|
01.07.2015 16:18 |
azadixwaz
|
44. belê pêxwazî ya me amedîya heye lê em na kesê me kirîye vî halî bira şerm bike hinek ji mecburî ji tunebûnê dizî dikin lê hinek jî ji têrî û torî mînak kesên bîna akpê. |
|
01.07.2015 17:53 ~17:54 |
shorbevan
|
45. Bajarê ku ez ê di nav 2-3 rojan de biterikînim. Min qet texmîn nedikiri ku ez ê wisa xemgîn bibim. Tabê xemgînî ne tenê ya terikandina amedê ye. Xelasbûna zaningehê, ji hevalan veqetandin wele pir zor e.. |
|
03.07.2015 10:59 |
brusk56
|
46. Navê straneke haşîm sîpan e. Hevalekî min ji min gotinên wê xwestin. Di înternetê de tune bû û min got ka ez binivîsim. Him gotinên wê dirêj bûn û him jî gelek cih hene ku min kê fahm nekirin. Ez dizanim hûn tu carî alîkarî nakin lê dîsa jî bipirsim: xêra xwe hûn dikarin kêmasî û şaşiyan rast bikin? |
|
02.08.2015 16:30 ~2015.08.23 22:17 |
mergehez
|
47. bajarê ku wê 2 roj paşê min di paxila xwe ya germ de bihewîne, kelecan? Erê! hesret? Erê! şevên dirêj ên amedê? Erê! |
|
06.08.2015 00:57 |
ferhenga şikestî
|
48. bajarê xwedê bêje herê wê sibê siktira min bide min. |
|
06.08.2015 10:58 |
shorbevan
|
49. 4 roj e li vir im, 25 sal temenê min e, mi rojên xerab jî yên baş dîtin, lê min tucar ev bajar wiha xirbe û şikestî nedîtibû. pirr bûye bêdeng, cafe, avm û hemû kolanên bajêr vala ne, herkes ditirse, xof ketiye dilê xelkê tu der zindî nîn e. |
|
13.08.2015 00:29 |
ferhenga şikestî
|
50. bajarê ku min 6 salan lê zaningehê xwend. vaye mehek e min zaningeh xelas kir û ez ji amedê veqetiyam. bi rastî min gelek bêriyê kir. |
|
13.08.2015 20:50 |
brusk56
|
51. mîna hemû bajarên mezin yên li tirkiyê, di nav tirsa teqînek mezin de ye. |
|
13.08.2015 23:30 |
simurg56
|
duayên kurdî [1] |
|
duayên kurdî [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1] |
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |