Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
çîrokên tirşikvanan yên amator - tirşik
çîrokên tirşikvanan yên amator

Navê mijarê ya ewil ev bû:çîrokên nivîskarên tirşik.net’ê yê amatör
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Ji biçûkahîya xwe û heta niha min bawer dikir ku ez çend şad bibim ez ê hind xemginbim. Ji ber wê yekê ez tu caran têra xwe ne kenîyam. Kengê kenîyama min ji dilê xwe de ‘´şıışt hinde bese an tu yê xemgîn bi’’ digot. Mirovek şadbûna wê nivco mayê bûm. Mirovek ku kenîya wê ya biçûk bi tirs guherîye vraqîyê beqê ... mirovek ku pê bawerîyê xwe guherîye beqê. Ev xebroşkê hemû kes dizane. Prenses tê û prensê ji beq bûnê xelas dike. Çîroka min jî wilo bû. Rojekê prensesek hat û ez ji beq bûnê xelaskirim. Lê belê ew yek ne wek xebroşkê şad bûna dawîyê bû.
Ev çiroke wextê ku prenses û beq hev nasdike destpêk dike. Ew mirovê bawer dike ku çend şad be dê hind xemgîn be tirsa wê yekê tu caran ne karîye têra xwe bikene ez im. Ew beqa tirsonek ez im. Wek xebroşkê prensa bi siûd ez im.
Rojekê min prensesek naskir, çavê wî ji derdora xwe pê tîrejên bi efsûnî ronî dikir. Wek dîj ronîya heyvê wî dinya roni dikir. Kengê destê xwe ya biçûk direj ji min dikir dibû derman a dilê min. Çava ku moz pê bîhna kulîlka serxweş dibe ez jî wek mozan pê bîhna prensesê serxweş di bûm. Her dem derdora prensesê digeriyam. Ev evîna ji dilê min şîn bûyê roj bi roj mezin dibû. Dawîyê ew evîna ku ji dilê min de mezin dibû edî laşê min ya biçûk de cîh ne dibû. Rojeke min çavê xwe tarî kir û hemû hestê xwe ji prensesê re vekir. Tu tişt ne got bi tenê biçavê xwe a bi efsûnî ji çavê min nêrî û kenîya.
Min bi şevan ew mizicîn fikirî , Min Her şevê wateyek di da wê mizicînê. gelo wateya ew mizicinî çi bû ? Min bi hizar xeyal avakir. Hinek xeyalan de wateya mizicînê ew bû ku prensesê hez ji min dikir. Ji Hinekan de jî hez ji min ne dikir. Hinek xeyelan de jî ew ji min re ne mizicî bû min çevt dîtê bû.
Jiyan bê prenses li serê min de tijî raman wek dojehê diherikî.
Çend roj dî pergî prensesê hatim , ziq çavê min dinêrî û dimizicî. Min dixwast ku carek dî qal şevata dilê xwe bikim lê min ne dikarî. Dilê min wek ku ji cihê xwe bifire lêdixist. Lingê min bê daxwaz a min dijî min diricifî. Wextê ku min ew yek difikirî awirên prensesê hê jî ser min bû û dimizicî. Wek ku ew tiştın nav hişê min de derbas dibe Bizane, ‘’ ez ji te hez dikim’’ got. Gelo mirovekê şad dibe dilê wê hev dikeve? Y’a min hev ket. Laşê min wek ku motorek av bikelîne dikelêjî. Wek ku pêjnê xwe tev wendakirî bûm. Min tenê bîhna darcêwîyê seh dikir. Îro ser wê rojê 3 Sal derbas bûye lê niha jî nizanim ew bîhna darcêwîyê rast bû an xeyalek bû. Niha jî kengê wê rojê difikirim eynî hestan seh dikim. Ew roja ji jîyana min de roja herî xweş bû. Ez bê xeber bûm ku ew roj destpêka zincîra rojê min ya bextewar bû.
Kê nikare gel prensesek bi efsûnî şad be? Ew mirovê ku bawer dikir ku çend şad be wè hind xemgin be yanî Ez jî wek herkesî şad bûm.
Rojên ewilê di tirsîyam ku piştî roja şad derbas bûyî rojê dîn xemgin derbas bin lê her roja dihat roja derbas bûyî bêhtir bi şad derbas dibû. Wê carê şad bûna min nîvco ne dima, kenîyên min tirsa xêmgîn bûnê wek dengê beqan ne di derket. Em Wek xebroşkan bûbûn prens û prenses.
Rojek ji rojên zincîra rojê şad de prenses û prens çûne luna parkê. Prensesê dixwest ku gondolê siwar be. Prens çend gondolê ditirsîya jî ji bo keyf ketina prensesê siwarbû. Prens Wextê ku Gondol radibû ditirsîya û bîhna porê prensesê di kêşa ji hundirê xwe hêza xwe bîhna porè prensesè de distand. Dawîya rojê de prensê prenses maç kir. Wek her carê ew maç jî hejmart maç a diwanzdehan bû.
Rojek ji roja pênçşemê wextê sibehê xewê şiyar bû her der reş û sipî didît çavê girt û vekir dest rûyê xwe şûşt lê çare ne bû hê jî her tişt reş û sipî didît. Hêdî bê kelecan çû ber pencerê perde ber tîrêjê rojê rakir û tîrêjê roje hilgirt hundir ji derve nêrî edî gol jî şîn xuya ne dikir Wek her tiştê ew jî reş û sipî xuya dikir. Hewl dida ku şeva derbas bûyî bîne bîra xwe lê çend hewl dida jî çare ne bû tu tişt ne dihat bîra wê.
Wek hişê xwe wendakirî bû. Hişê wè Wek rûpela ser masê vala bû. Hewl dida ku Roja çarşemî bîne bîra xwe lê tu tişt ne dihat bîra wê tenê agir diket dilê wê. Tu wate ne di da ew hestê yê.
Ji ber ku wê bûyerê prensesê re bejê baz da çû cîhê ku her dem hev diditîn bin sîya darê li hemberê golê rûnişt benda prensesê westîya westîya westîya... prenses ne hat.

Piştî prenses çû dîsa tu caran şad ne bû. Wek demê berê bibû beq hemû kenîya wê nivco dima û diguherî wraqîya beqan. Eger wek fîkra xwe çend şad bû tê hind xemgîn be edî tê ji jîyana dojehêyî de bije. Çimkî prenses ev hind şad kirî bû ku mirov nikare bigihîje şad bûnek wilo.



03.05.2019 02:46 | masîyekjinavbehrawanê

2. Sernavek balkêşe van rojan min jî niyet kir ez çîroka binîvîsîm başe sernav vebuye û ku heval binîvîsin belkî tiştek baş derkeve holê.
Ezê kî binîvîsîm lê tenê ji bo xwe 10 sal 20 sal paşî ezê binihêrim ka min çi nivîsîye derûnîyek çawa de jîyame û min çi xeyal kirîye ku ew çîrok hatîye nivîsandinê.



07.01.2020 16:23 | azad30

3. Xwezî çend nivîskar li vir çîrokên xwe parve bikim ta ku em jî bixwinin.



07.01.2020 20:28 | cinorek

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çîrokên nimêjê
» yên ji me çêtir

Kategoriyên mijarê:: weje weje weje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî