Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
green card - tirşik
green card
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Green Card , peywirekî emerîkayê ye ( DYA ) Ji bo kesên ku welatên ne qelew bê şert qebûl dike ye.Serî lêdan li ser malpera wî a fermî tê kirin û 2 sala carekî ye.Dema ku we serî lê da û qodekî dide we.Piştê sala bê destpê kirina serîlêdana nû li gel wî dikarî qoda xwe bikevî pergalê û kontrola green cardê ji bo ku te re derketî ye an na.Zimanê malperê îngilizî ye û bawerim ev du sal e êdî welatên ku serîlêdan jê tê kirin re bi zimanê wan jî Êdî rûpel heye.lê malpera fermî https://dvlottery.state.gov ev e.Dema ku hûn dixwazin serî lê bixin divê şertên wêneyê bê cîh kirin.Ji bo ku ev malper giringî dide wêneya ku hûn dikişînin (sosret e.) .Ango gelek şîrket derketine holê û ji bo we serîlêdana green cardê tîne cîh û 15 dolar (75-100) distînin.

Belê malpera green card 7ê gulanê de destpê kir. li gel vî kontrol kirina serîlêdana sala ewil jî mirov dikare bike.Ji bo wî ev du roj e ez dixwazim kontrol bikim lê malper venabe.

Bîranînek; Ewilî ez difikirîm ku green card wek malperê spamê be û derew bibe lê ne wisa ye.Divê her kes serî lê bixe û xwe xilaz bike;)



08.05.2019 21:50 | brzn

2. Îro belî bûye, ev cara didu ye serî lê didim îsal jî ji min re derneketiye malnexirabo! Di ekranê de "has not been selected" dinivîse yanî tercime wê ev e "tu neyê law hirço!"



06.06.2020 21:12 | mîr

3. (bnr: xewna amerîkayî)



06.06.2020 21:55 | mîr

4. di van rojan de li der û dora min kesek nema ku serî li green cardê neda. herkes dixwaze here.



22.10.2022 21:04 | biruya hayao miyazaki

5. Hêvîyek pûç e, eger ji we re derkeve jî pûç e jiber ku pere pêwîst e pere. Hûn nikarin belaş biçin ew kirinê jî. Ji ber vê tiştê jî qet xeyalan çênekin çimkî cih nayên.



23.10.2022 00:40 | bayê xerbî

6. ji mêj ve ye yên derdorên min serî li vê kartê didin lê min ti car ser lênedaye. ji ber ku naxwazim bibim penaber. yanî ku biçime welatekî û li wir bijîm divê bi ked û tecrûbe û perwerdehiya xwe biçim lê ne bi şansê an jî dilşewatiya dewleteke pêşketî.



23.10.2022 14:32 | xelîl

7. Ji ber ku green e, teqez tişteke Baş û rehet e ez dibêm. green yek ji çend Peyvên îngilîzî yên ewil bû ez fêr bibûm. Ew green navê pîzzafiroşekê bû bo min di sala 1994an de li Amedê (bnr: geen house). Pîzza her çiqas tu bêjî xwarina îtalîyan e jî, li dya bibû binav û deng û ji wir wek fast food belav bibû li hemû dinyayê. Û xwe gihandibû amedê jî. Îro em ji wan xwarinan re dibêjin fast food û li her derê tên dîtin. Bandora amerîkî li ser me bû wê çaxê. Wan salan ezê teenager di nav xeyalan de bûm. Solên basketballê ên bi pump dihat lixwekirin. Strana informer lê dixist. Koma metallica û şewqaya ser de “metallica” nivîsî hebû dihat dîtin li kuçeyan. Heta pir hindik be jî, bandanaya li ser jean girêdayî jî hebû. hiphop ketibû kuçeyên amedê. Gelek xortên pir xweş Hiphop dilîstin hebûn niza’m ji ku ve hatibûn. Di Salên 1990an de xewna amerîkî gazî min dikir, neçûm. Di salên 2000an de careke din gazî min dikir, dîsa neçûm. Di salên 2010an de deng jê nehat, Niza’m çima. Îsal (2022) dîsa ket bîra min. Bi rêya Green card an bi rêyeke din. Azadî an bindestî? Xewn e an rastîn? Hûn biryarê bidin! Ez, wek martin luther king jr., I also have a dream that one day



23.10.2022 23:33 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» greenpeace
» cardin

Kategoriyên mijarê:: yendin yendin yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî