Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


4 mijar û 5 peyam
hermaphrodite - tirşik
hermaphrodite
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. mirovên ku bi du zayendan tên dinyayê. ango hem organên wan ên cinsî yên jinan û hem ên mêran hene. meseleyeke biyolojik e. piraniya malbatên zarokên hermaphrodite biryar didin ku organên wan ên mêranî jê bikin û wan bikin jin lewra (qasî ku dibêjin) difikirin bi du zayendan dê jiyan bo wan zehmettir be.

lê meseleya hermaphrodite'an meseleya zayendê tevlîhevtir dike: di zanistên civakî de du têgeh hene bo zayendê: gender û sex. sex tişteke biyolojîk e; mirov an bi bedena mêran an jî bi a jinan tên dinyayê. lê em rolên xwe yên zayendî ji civakê hîn dibin; ev jî gender e. tiştê ku dibêje divê jin nazik bin, sergiran bin û mêr bihêz bin, serdest bin falan tev avahiyên civakî ne; gender jî van avahiyan terîf dike. lê hem ji ber meseleya hermophrodite'ê hem jî ji ber hin sedemên din (ya rast ez jî baş nizanim) akademîsyenên wek judith butler îddîa dikin ku sex jî ji aliyê civakê ve înşa dibe. yanî zayenda bedenî jî tişteke civakî ye. civak şikl dide bedenê.



13.05.2019 22:15 ~22:24 | roza

2. hermaphrodite ji bo candarên yan xwediyê her du organên cinsî ne yan jî yên ku di pêvajoyên jiyanê yên xwe de mîna her du cinsan dibin tê bikaranîn.

Li gor nêrînên îroyîn ji kesên bi du organên cinsî hatine dinê re intersex dibêjin. Kesên intersex her du organên xwe nikarin ji sedî sed bikar bînin. Her çi qas peyv û terîfa intersex bi eslê xwe aidê zayendê laşî be jî çend tevgerên îroyîn vê peyvê weke cureya zayendê civakî * dihesibînin.



14.05.2019 19:14 | heyf

dengdanên dawîn (yên din..)
hin sedemên xemgîniyê [7]
Dixwazim bigrîm lê têra xwe jî girîyam, çavên min ziwa bûne nema hêsir...
hin sedemên xemgîniyê [1]
Peyama pîroz û çûka wê (lînk: https://tirsik.net/index.php?peyam=1...
helbestên baba tahirê uryan [1]
سیاهی دو چشمانت مرا کشت درازی دو زلفانت مرا کشت به قتلم حاجت تیر و ک...
claude.ai [1]
Ew jî wek chatgpt a openai , geminiya google û wek groka elon musk, ye...
zarê xelkê [1]
navê min ê din e....
belki ev jî bala te bikişînin
» hermaphrodite

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanistitenduristi zanistitenduristi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî