1. di tirşikê de mijara herî dirêj,mijara ku piranîya nivîskaran dikarin li ser wê tiştekî binivisînin 'nifirên kurdî'ye.li alîyê din tu lê dinêrî kes bi duaya ev kas nizane.çima gelo?ezê bi aweyekî li hev û dû bînim:kurd ji hev û dû 'nefret' dikin * |
|
13.09.2013 02:59 |
eînsthemeelî
![]() |
2. (bnr: pirbûna travmayên kurdan) |
|
16.09.2013 20:57 |
tivirloismail
![]() |
3. bêduayî axîn in gilî û gazin in.. dema zilm û setem û neheqî û tadeyek li mezlûmekî bê kirin û tu tişt ji destê wî mezlûmî neyî mecbûr hawara xwe digihîne xwudê yanî nifÎn û bêduayiyan.. normal e ku di nav kurdan de hejmara nifînan zêde be çimkÎ bawer nakim ku li ser rûyê erdê tu xelkî bi qasê kurdan zilm dîtibe û êş û elem daqurtandibe.. û wekê ku li her kesî eyan û beyan e haveynê nifînan êş e, zilm e, qehr e.. heçiyê diêşe û delîl û derman bi dest nakeve xwe dispêre nifînan.. nifîn û nifir çekên mezlûman e.. |
|
16.09.2013 22:48 |
endazer
![]() |
4. ku hatibana qebulkirin tu kurd li ser ruyê erdê nediman: (bnr: hesudî) |
|
15.10.2013 01:17 |
gerezbabuma minêporêtebialasta
![]() |
5. ez ne bawer im ku nifirên ku di kurmancî de hene di tu zimanên din de hebe. . |
|
04.02.2014 19:56 |
ferhenga şikestî
![]() |
6. daxwaziyê kürda jî ne têmamın mînak xwedê te dı nâw xêre de bıçıkkîni,zıravê mere dıkettı. |
|
04.02.2014 20:12 |
hogırekoseri
![]() |
7. ji ber ku kurd bindest in û zilm û zorê dîtine. miletê serdest de ji nifir zêde dijûn hene. miletê tirk de dijûn gelek tên emilandin, lê nav kurdan de bi qasî wan ne gelek in. kurdên dijûn dikin jî tirkî dikin, ev jî nîşan dide ku van dijûnan jî me ji wan standiye. ez dibêjim bandora bindestî çiqas zehf be nifir jî ew qas zêdetir dibe. |
|
09.04.2014 02:14 |
rêzan
![]() |
8. Sedema vê yekê zêdebûna dijmuna ye. |
|
27.09.2017 16:05 |
robar cilo
![]() |
![]() |
kemalîzm [3] |
![]() |
jibîrkirin [1] |
![]() |
tirşik mobîl [2] |
![]() |
tirşik mobîl [1] |
![]() |
mijara wergera kurdî ya fîlman ya li ekşisozlukê [13] |