Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


45 mijar û 83 peyam
pirbûna nifirên kurdî - tirşik
pirbûna nifirên kurdî
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. di tirşikê de mijara herî dirêj,mijara ku piranîya nivîskaran dikarin li ser wê tiştekî binivisînin 'nifirên kurdî'ye.li alîyê din tu lê dinêrî kes bi duaya ev kas nizane.çima gelo?ezê bi aweyekî li hev û dû bînim:kurd ji hev û dû 'nefret' dikin *



13.09.2013 02:59 | eînsthemeelî

2. (bnr: pirbûna travmayên kurdan)



16.09.2013 20:57 | tivirloismail

3. bêduayî axîn in gilî û gazin in.. dema zilm û setem û neheqî û tadeyek li mezlûmekî bê kirin û tu tişt ji destê wî mezlûmî neyî mecbûr hawara xwe digihîne xwudê yanî nifÎn û bêduayiyan.. normal e ku di nav kurdan de hejmara nifînan zêde be çimkÎ bawer nakim ku li ser rûyê erdê tu xelkî bi qasê kurdan zilm dîtibe û êş û elem daqurtandibe.. û wekê ku li her kesî eyan û beyan e haveynê nifînan êş e, zilm e, qehr e.. heçiyê diêşe û delîl û derman bi dest nakeve xwe dispêre nifînan.. nifîn û nifir çekên mezlûman e..



16.09.2013 22:48 | endazer

4. ku hatibana qebulkirin tu kurd li ser ruyê erdê nediman: (bnr: hesudî)



pênas: tişta nehatî qebulkirinê, tişta mirov xwe pê rehet dike.




5. ez ne bawer im ku nifirên ku di kurmancî de hene di tu zimanên din de hebe. .

û ez bi angaşteke mezin dibêjim ku li gor rêjeyê nifirên kurdî ji sedî 99 ji aliyê jinan sedî 1 jî ji aliyê mêran hatiye gotin û ketiye zimanê me (ew yek jî ji vir pênç hezar sal berê ji dema neolîtîk mayiye, li gor hin şoreşgerên me yên efemîne pênç hezar sal berê anaerkîl toplum serwer bû)

hûn ê bibêjin çima?

gava ku mêr tê malê li derve derb û kutan dixwe ji çavên wî agir dibare û xwe ranagire li jina xwe dixe têr nabe li kêçika xwe dixe agirê dilê wî venamire diçe jina cîrana xwe jî dixe, paşê çi dibe? jin rebena xwedê nikare destê xwe rake û nifiran li mêrê xwe dibarîne û zimanê me yê tijenifir dewlemed dike:-)

pirrî caran ji bo vemirandina hêrsa mariv, nifir ji lêdanê jî bandordar e mariv pê nifir û dijmînan agirê dilê xwe xweş ditefîne..

dema ku jin serdest bûn li mêrên xwe dixistin û wê demê jî mêr nifir li jina xwe dibarandin:-)

bala xwe baş li nifiran bidin ji hezar km diyar e ku ji devê jineke derketiye

wek mînak " ûcaxa te kor be deriyê te mor be"



04.02.2014 19:56 | ferhenga şikestî

6. daxwaziyê kürda jî ne têmamın mînak xwedê te dı nâw xêre de bıçıkkîni,zıravê mere dıkettı.



04.02.2014 20:12 | hogırekoseri

7. ji ber ku kurd bindest in û zilm û zorê dîtine. miletê serdest de ji nifir zêde dijûn hene. miletê tirk de dijûn gelek tên emilandin, lê nav kurdan de bi qasî wan ne gelek in. kurdên dijûn dikin jî tirkî dikin, ev jî nîşan dide ku van dijûnan jî me ji wan standiye. ez dibêjim bandora bindestî çiqas zehf be nifir jî ew qas zêdetir dibe.



09.04.2014 02:14 | rêzan

8. Sedema vê yekê zêdebûna dijmuna ye.



27.09.2017 16:05 | robar cilo

dengdanên dawîn (yên din..)
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
belki ev jî bala te bikişînin
» pirbûna nifirên kurdî
» nifirên me
» kurdîkirina twitterê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimandijun
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî