Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
ser - tirşik
ser
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. peyveke pir-wate ye..



ji devê wîkîpediyayê:



1- parçeya jorîn ya leşê mirovan û candarên din (yê mejî, çav, guh, gep, dev û difin lê ne)

2- parçeya herî jorîn ya leşê mirovan û candarên din ya porr ango pirç lê şên dibe

3- cihê giring, aliyê giring yê tiştekî:

Axa li ser odeyê rûniştî bû.

4- aliyê tûj yê tiştekê/î:

Serê qelemê xwe tûj kiribû.

5- bilindtirîn cihê tiştekê/î yan derekê:

serê çiyayî

6- lib, heb, dane:

100 ser bizin

7- destpêk, pêşî:

Di serê pirtûka xwe de dibêje ku...

8- rexê jorîn yê tiştekî:

li ser banê xanî

9- cihê destpêkirinê:

Kes nizane ka serê vî çemî li kû derê ye!

10- cihê bidawîhatinê:

Em ta serê giravî çûn.



biwêjên ku kurdan ji vê bêjeyê çêkirine:



(bnr: serkundir), (bnr: serkulind), (bnr: sercimcim), (bnr: sergogim)

(bnr: sermezin)

(bnr: serreş)

(bnr: sersor)

(bnr: serspî), (bnr: sergewr)

(bnr: serzebeş)

(bnr: sergindor)

(bnr: serçekûç)

(bnr: serzelût), (bnr: serrût), (bnr: sergirûz)

(bnr: sergolik)

(bnr: serker)

(bnr: sergurî), (bnr: serkeçel), (bnr: keçel)

(bnr: sergot)

(bnr: sertûjik), (bnr: serşûjin)

(bnr: serconî)

(bnr: sermazî)

(bnr: sergadoş)

(bnr: serşonik)

(bnr: serhişk), (bnr: serreq), (bnr: kellereq)

(bnr: qafqalind)

(bnr: serêzing)

(bnr: serbilind), (bnr: serberz)

(bnr: serfiraz)

(bnr: serfirazî)

(bnr: sermest)

(bnr: sergiran)

(bnr: sernerm)

(bnr: sersar)

(bnr: sergerm)

(bnr: serserî)

(bnr: serşor), (bnr: sernixwîn)

(bnr: sernizim)

(bnr: serpel), (bnr: serbipêl)

(bnr: serniz)

(bnr: serxweş)

(bnr: serxalî)

(bnr: serjinik), (bnr: serpirik), (bnr: serjinkok)

(bnr: serberdayî), (bnr: serberedayî)

(bnr: sergiredayî)

(bnr: bê serî)



13.09.2013 03:10 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» sersî

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî