Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
ziman - tirşik
ziman
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji çav û kaniya wîkîpediyaya xêrê:



1- organek nerm e di devî de,

beşek ji leşê mirov û heywanan yê di devî de ku bo tamkirin, alîstin, daûrandinê û (ji alî mirovan ve) bo

axaftinê tê bikaranîn

2- axiftina miletekî,

axiftina komekê, miletekî, herêmekê yan welatekî ya ku ji alî pergala xwe ve yek e û ji alî hemî kesên pê diaxivin ve tê famkirin:

zimanê kurdî, zimanê inglîzî, zimanê erebî

3- pergala danûstandinê,

sîstema hemî dengên mirov bi kar tînin daku peyamên xwe bi hev bidin famkirin

4- danûstandina bêgotin,

jest û mîmîkên mirov bi hev re bi kar tînin daku pê peyama xwe bigihînin hev

5- danûstandina lawiran,

dengên heywan bi kar tînin daku peyamên xwe bigihînin hev yan kesekî / tiştekî

6- biwêjên taybet,

pergala ragihandinê ya hin aliyên taybet:

zimanê wêjeyê, zimanê kompûteriyê, zimanê leşkeriyê, zimanê gundiyan

7- şêwazên bikaranîna peyvan:

zimanê dîplomasiyê

8- hinêra axiftinê,

karîna anku şiyana peyivînê:

bêziman e

9- şêweyê axiftinê:

zimanxweş; zimandirêj

10- (devokî) kilîl, kilît, mifte, enextar, amûrê ku derî pê tê vekirin..



etîmolojiya peyvê: ''ji proto-hindûewropî dn̥ǵʰwéh₂s, îraniya kevn *hiźu̯ā-, têkilî soranî ziman, kelhurî ziwan, avestayî ((hizvâ-), sanskrîtî जिह्वा (cihvâ-), bi pehlewî izwan, pehlewî uzvān, zazakî ziwan/zon/zun, almanî zunge, inglîzî tongue..''



biwêjên ku kurdan ji vê bêjeyê çêkirine:



(bnr: zimanbest), (bnr: bêzar), (bnr: bêzar û ziman)

(bnr: zimandirêj)

(bnr: zimangiran)

(bnr: zimannazik)

(bnr: zimanşîrîn), (bnr: zarşîrîn), (bnr: zimanxweş), (bnr: zarxweş)

(bnr: zimanfis), (bnr: zimantis)

(bnr: zimantat), (bnr: lalûte), (bnr: tirtirî)

(bnr: zimantûj)

(bnr: zimantal), (bnr: zartal)

(bnr: zimanmar)

(bnr: zimanreş), (bnr: zimanpîs), (bnr: zimanbigû)

(bnr: zimanhilû),(bnr: zimanşeyik)

(bnr: zimanzelal)

(bnr: zimanpak), (bnr: zimanpaqij)



13.09.2013 04:25 | endazer

2. çend meh berê min û yekî ji xelkê wanê bi hev re suhbet dikir ew bona peyva ziman re ezman digot.



05.04.2015 22:59 | mîr

3. şirnex jî ji dewla ziman ezman dibejin.



06.04.2015 00:54 | cemilcanbegî

4. dema ku 'w'ya wê serberjêr dibe jê ziwana zazakî derdikeve holê. bi zimanê şarî carinan dibe zûn an jî zon. lê ziwan forma standart e.



06.04.2015 00:58 | serhednişîn

5. li hekarî yê jî ezmantê gotin.ehmedê xanê jî ezmanbikarînaye.



daîm bisojît mi rişteyê can

te nasojîtin bi xeyrî ezman



06.04.2015 01:16 | vêca çiyeeee

6. ziman şirine



06.04.2015 01:46 | baynu

7. ew peyva ku her tim min dided hizirînê gelo çi têkiliyê wî bi asîman re heye û weku din..



06.04.2015 13:20 | mîrzayêbiçûk

8. heman hizra ku mîrzayêbiçûk dike ez jî dikem.ezman û esman ..



06.04.2015 15:29 | vêca çiyeeee

9. li gorî min şaşnivîsandina ezman e *



06.04.2015 18:34 | simurg56

10. li ser kurdiye navbeyna zıman u zemanıda tekılıyek waji(çep,ters)heye...



06.04.2015 18:38 | baynu

11. Li gorî lacan ziman bi riya binhişê çêdibe



09.04.2015 18:40 | gêjê

12. "Ziman siyasetê ra girêdayî nîn e, Kurdperweriyê ve girêdaye, siyaset tim tê guhestin. Siyaset ji bo wê siyaset e. Pêvajoyek tê pêvajoyek diçe..."

"Siyaset belkî bîst sal jî dom bike, lê bîst sal şûnde kurdî namîne. Navê min Kurdo ye, lê ez ne Kurdim!"

celîlê celîl
Konferansa​ Xebatên kurdî



18.05.2017 19:57 ~20:14 | mîr

13. em her çiqas heman peyvan karbînin jî heta ku wateyên wan peyvan hevdu negirin zimanê me ne heman ziman e.



19.06.2017 04:20 | tizbîkêş

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» zimane pop

Kategoriyên mijarê:: ziman zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî