Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
wekheviya zayendî - tirşik
wekheviya zayendî
(2) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. ne mimkun e heyran! nabe wele nabe! nirç!!



03.07.2019 16:49 | xwelî li ser

3. wekheviya zayendî ew tişt e ku hin mêrên vasat difikirin ku ne mimkun e.
jin û mêr û zayendên din (bnr: queer theory) ji hev cuda ne, hemû mirov ji hev cuda ne lê ev nayê wê wateyê ku ne wekhev in. em ji aliyê mafên mirovî wekhev in; li malê, li kuçe û kolanan, li kar, li şer, her cih wekhev in! cudahiya me nayê wateya ku mêr dikarin di hemû qadên jiyanê serdest bin û tahakkumê li me bikin.



08.07.2019 12:12 | roza

4. wekheviya ku ji aliyê mafan ve tê gotin.

+ji bo nimûne; hevalekî min yê oldar digote min: li gorî ol divê jin naxibitin, heram e
-ez: çima heram e, li ku derê dinivîsê? çima dema xwişk û diya te diçin dextor, hûn dextora jin dixwazin lê hûn dibê bila jin naxebitin jî.
+ew: yaw hûn jî tiştekî dielimin, şev û bi roj ji devê we qut nabe, wek oryantalîstan...

çima bila jin naxibitin, çi xerabî di vir de heye, çi mafê mêran hebe, bila yê jina jî hebe, tu xerabî di vir de tune, nizanim di kîjan pirtûka olî de dibêjê bila jin nexebitin.



20.04.2021 13:28 ~13:31 | merwano

5. bêguman Zordestî heye ne wekhevî. Lê em dizanin ku ev ne tiştekê nû ye. Sedan salan e wiha ye. Li ser vê, gotineke pêşîya gelek vekirî (rûreşeşiyê dide pêş) eşkere dike: “jin dara şkestîye.” Ev gotina pêşîya, li ser hîmên bawerîya pakî-napakî, rindî-nerindîyê ava dibe, nepakî û nerindîyê protesto dike. Di malê de kesa herî xebatkar bêgûman kebanî ye.

Civatê dîtîye ku, dîsa jî ew ji gelek tiştan bêpar e û ev yeka wek neheqîke mezin dîtîye, rexne kirîye:

kebanî timê bêpar e.

kebanîya melûn e, ya mehrûm e.

jin dara şkestîye.

Ev gotinên pêşîya jî nîşanî me didin ku, civatê zordestî û neheqîya li jinan dibe, timê anîye ziman û ev newekhevîya li ber çavên civatê nerevîye, dest daye li ser vê rewşa xirab. Dema em çend gotinên pêşîya berçav dikin, em dibînin ku civatê timê wekhevîya jin-mêran li ser her tiştî re girtîye û qet ne be ev wekhevîya bi gotin be jî, hêvî kirîye:

dê tev bavê cote bask e.

Şêr şêr e, çijin çi mêr e.

jin dîwarê hundir e, mêr dîwarê derva ye.

jin, mêr takî ne.

Êdî Gotina şêr, şêr e, çi jin çi mêr e, jixwe bûye nîşana wekhevîya jin û mêran, dema gilî tê ser jinan, bêguman cara pêşîn ev gotina tê bîra mirovan, di nav Kurdan de gelek belav bûye, gotineke herî populer e.



28.06.2022 22:52 ~2022.06.29 00:43 | evcebarê pirê

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» wekheviya zayendî

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî