1. hunermendekî ciwan û dengxweş e. Muzîka blues çêdike, li ser kanala wî ya youtube guhdarîkirina stranên wî pêkan e. |
|
12.07.2019 12:27 ~12:28 |
gulêê
|
2. Camêreke ku berê min daye gitara akustîk! Min ji wî dît ku bi akustîkê blues lêdixe. Armanca min jî bi elektro gîtarê hebû lê paşî min go buha ye filan û bêvan min got ez heta hîn bibim û derfet çêbibin gîtara klasîk çîk bikim. Paşî min dît ku gîtara akustîkê ji bo bluesê çîk e. mi jî go ez ê akustîk çîk bikim. |
|
12.07.2019 12:43 |
xwelî li ser
|
3. yek ji stranbêjê muzîka nûjen a kurdî ye. |
|
07.11.2019 22:27 |
berxweda
|
4. Stranbêjekî nûjen e. Dengê wî pir xweş e. Stranên blues çêdike. Di wan rojan de stranên gelêrî yên Botanê bi şêweyekî cûda distrîne. |
|
11.11.2019 21:06 |
hesinkar
|
5. stranbêjek resen e. ji şirnexê ye. diya wî jî tê de, di nav dengbêjan de mezin bûye. loma bingeha dengbêjîyê lê heye. lê niha ew berhemên dengbêjîyê bi formên nûjen -weke mînak blues- şîrove dike. li ber dilê min, serkeftî ye jî. min ew bi strana wî ya xelînê nas kir ku bi vê stranê di albûma olana bajêr de cî girtibû. ez dibêjim qey bi strana xwe ya reggae'n botan navdar bûye. vîdyoyê veke li vir qenala wî ya youtubeê heye: Here lînkê |
|
11.11.2019 22:36 ~22:33 |
simurg56
|
6. blues û botanê tîne ba hev û dixwaze tiştine nû û xweş derxîne. |
|
28.11.2019 00:32 |
kurê xelkê
|
7. Bi xêra gulsumakê re min nas kir. Bi rastî xweşa min çû. Ji nava dilê botanê ye û hûnera xwe jî girêdaye vê cihê. Ji bo wê navê vê şêwe ya xwe danî ye "botan blues". Naveroka vê şêweyêjî mîna navê wê ye, herdû form tevîhevkirin e û bêguman hunermend ji xwe jî pir tişt kirîye nav. Here lînkê |
|
28.11.2019 13:54 ~13:55 |
rizgarm
|
8. Bluesvanek Şirnexî ye. Hê gelek ciwan e. Muzîka Kurdî bi formên nûjen derdixe li hemberî me. Bi rastî stîla wî resen û xwemal e. Min ew bi strana wî ya bi navê ''Belkî Ezê Bifirim vîdyoyê veke |
|
01.12.2019 07:05 ~07:10 |
lîfikê firaxê
|
9. Gava din li ser YouTubeê bi tesadûfî leqayî strana wî ya bi navê ho reşo hatim. Kêfa min pirr jê re hat. Min beriya niha jî çend stranên wî guhdar kiribûn, mûzîka ku çêdike pirr xweş û serkeftî ye. Belkî ji ber ku qeydên xwe li malê çêdike biçekî min şiband mûzîka tevlihev project lê bi her awayî ji wan serkeftîtir e. Yek ji tiştên din ku kêfa min jê re hat stranên kevnik ên gelêrî yên devera Botan bi formeke nû û nûjen dixe bîran û li ser zimanan digerîne. |
|
01.12.2019 20:58 |
endazer
|
10. Min entriya Abbas Ahmed dît. Ferît hat bîra min. Hêvî dikim dawîya Ferît jî nebe wek ya Abbas Ahmed. Abbas Ahmed bi xwe û muzîka xwe ya ewqas biwesp ve qedr û qîmet nedît. Ferît hê ciwan e jî. Înşallah ew qedr û qîmeta ku heq dike hê zû bibîne |
|
26.12.2019 01:07 |
lîfikê firaxê
|
11. (bnr: arşîva ferît) |
|
12.01.2020 15:17 |
xendekî
|
12. 29ê Sibatê li Stenbolê konserta wî heye. bi Vedat Taniş û Mirov Desmond re wê ji me re mîhrîcanek ya muzîkê bide. Ez ê biçim hûn jî werin |
|
16.02.2020 23:21 |
lîfikê firaxê
|
13. berîya 7 rojan min stranek ya wî li ser med muzîk tvyê dît. Xelîn bû navê strana wî. piştre ez çûm min li ser youtube'ê guhdarîya stranên wî kir min çav li hesabên wî yên tora civakî gerand. ez ê bi tenê yek tiştê li ser vî xortî bibêjim: hay jê hebin.. bêguman nuwaze ye! bi dengê xwe bi stîla xwe bi enstrumana xwe nuwaze ye û xortek zana ye jî. çawa min guhdarîya wî kir hêvîyên min şîn bû. xwezika derfetên wî çêbûya û wî bikarîba biçe ewropayê. bi tenê yek tişta wî min dît ku mirov jê aciz bibe, gelekî bêhnteng e. ez rastî hinek nîqaşên wî yên bi xelkê re kirî hatim gelekî bêhnteng û bihêrs e (di bersivên xwe de mafdar e lê bêhntengîya wî ji bo wî gelekî zerer e) |
|
13.04.2020 23:18 |
soryazyus
|
14. Ferît Sevim yek ji wan hunermendên nûjen ê Kurdan e. Bi ya min di nav hunermendên niha de ê ku herî serkeftî ye jî. Di nav malbata wî de çandek ya dengbêjîya Botan heye. Ji ber wê yekê bingeha dengbêjîyê heye. Ew bi xwe jî şêwazek nû çêkirî ye û blues û botan gihandî ye hev. Di terza 'Blues'ê de stranan dibêje. Ji navenda Şirnexê ye. 26 salî ye. |
|
13.04.2020 23:23 ~23:31 |
brzn
|
15. Albuma wî Hêlm teze derketî ye. Mîna Şirnexîya gotî 'hulî ogireee!' * |
|
14.04.2020 21:46 ~21:47 |
lîfikê firaxê
|
16. Cara yekem bi saya tirşikê bi parevekirinên hîn tirşikvanan navê vî camêrê bihîst. |
|
30.04.2020 00:35 |
rûbar
|
17. Hemwelatîyê min î qeşeng albumeke nû bi navê 'Gav' derxistî ye. Ji 5 stranan pêk tê. Ji wan 5 stranan gotin û muzîkên 4 stranan wî nivîsî ye yek jî gelêrî ye stranek ya herêma botan e(taybetî li şirnexê tê gotin) |
|
04.07.2023 04:25 ~04:26 |
soryazyus
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |