Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    13 mijar û 17 peyam
    newala dergûşê - tirşik
    newala dergûşê
    (0) (0) (1)
    di mijarê de bigere

    1. Newala Dergûşê, di navbera bajarokê Mûşê ya Qizilxacê û zozanê Şênê de ye.
    Dibêjin gava şerê Ûris de, Kurdan berî Ûris dane ji welatê xwe derxistine. Bi Ûris re jî qirkirina ermenîyan destpê kiriye. Şervanan berî Ûris didin û gava ku dizîvirin, li ber newalê dengê xişxişokê tê. Ber pê diçin ku zarokek di dergûşekê de ye û bi xişxişoka xwe dileyîze.
    Zarok tenê. Zarok Ermen e. Ermenan revîyane. Zarok li wê maye.
    Şervanek ji wan pînek li dergûşê dixe û wê di newalê de hêla dike. Dergûş heta ku disekine jî pêlîstoka zarok dike xişînî. Zarok dimire. Rawiran zarokê dixwin, ji zarokê hestî dimîne. Dergûş rizî dibe. Navê newalê dibe Newala Dergûşê. Anha ne dergûş li wê yê ne jî hestî. Her tişt rizî bû, wenda bu. Bes, navê newalê ma. Mîna mejiyê terr, wisa ma. Rizî nebû.



    2019.07.22-18:55 | apê mihyedîn

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    baba tahirê uryan [1]
    Eger destêm bighê çerxa felekê
    Ezê gelek tiştan bipirsim ji wê:...
    baba tahirê uryan [2]
    Dilêm ji derdê te herdem xemîn e
    Balîfêm kevir, doşekem zemîn e...
    çewlîg [3]
    Bajarê ku du roj berê lê bûm. Min nû dît, min bala xwe da mirov û axaf...
    dewrêşê evdî [1]
    Li wêranşarê gundê ereba ku bi navê "edşanê" tê zanîn gora w...
    cibinîk [1]
    Çapûneke di teşeya prîzmaya çargoşe de ye. Weke perdeyekê ye. Havînî d...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » newala takoranê

    Kategoriyên mijarê:: xwarinmekan xwarinmekan xwarinmekan kurdukurdi
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî