Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
qantir çima nazin? - tirşik
qantir çima nazin?

Navê mijarê ya ewil ev bû:qantir çima nazin?
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. li gorî çîrokeke ku pîrekeke suryanî ji ma ra got,
Di çaxê rojiya ninwe da ku ji bo efukirina gunehên pexember yûnis tê girtin, ku heywan û insan mecbur in sê roj û şeva rojî bigirin, qantir diçe malzaroka, pizdana heywaneke dixwe û Aloho gelekî aciz dibe, dibê edî zarokê te çênabin û wilo...



04.08.2019 16:20 | gulêê

2. Di derheqê çîroka jor de tenê dikarim bikenim *

Di rastiyê de ji ber ku kromozomên ker û hespan ne wekhev in, bi hespan re 64 û bi keran re 62 kromozom hene. dema qantirek ji van pêk tê bi 63 kromozoman tê dinyayê. ji ber vê yekê jî dabeşbûna miyozî de xane wekhev dabeş nabin û ji ber vê yekê qantir bi piranî nezayok dimînin.
lêêê ev nezayokbûn ne sedî sed e, çimkî li gorî qeydiyan heya niha li cîhanê 60 qantir zane.

yanî li gorî vê yekê ev biwej hinekî çewt in:
(bnr: kengî xwê şîn be û qantir bizê)
(bnr: gava ku qantir za)



09.12.2021 16:48 ~16:50 | merwano

3. Pirsa li ser dramaya jiyana qantiran e. Qantirên reben Ji Dê û bavên xwe ên qehb vî derdî dikişînin.

Qantir ji cotbûna kerekî û mahînekê peyda dibe û bêber e. Qantir Cot bin jî Nifşeke nû ji wan der nahê. Bi gotineke din, cehşên wan çênabe. (bnr: wîkîferheng)



10.12.2021 13:52 ~2023.04.01 15:59 | mirovekirind

4. (bnr: qantir çima bizên?)

Belkî naxwazin neslê xwe bidomînin li vê dinyaya pûç û vala ma nabe.



10.12.2021 17:31 | xabûrî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» qantir
» çima kurdên şafiî axtapot û karides naxwin

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî