1. yek ji kul û derdên bilbilê dilkul bû.*
Profesor Dr. Cemal Nebez sala 1933 li bajarê silêmanîyê ji dayik bû. Di destpêka xwendina xwe de ji bilî xwendina îslamî, felsefe û psîkolojî û fizîk û matmatîk jî xwend. Li Almanyayê jî zanistên siyasî û rojnamevanî û yasa xwend. Li bajarên kerkûk, hewlêr, bexda û besrayê ders gotin. Paşê jî demekê li zanîngeha azad li Berîlênê mamoste bû. Têkiliyên wî bi çend bîrmendên cîhanî re hebûn.
Sala 1962 çû Ewropayê ji bo xilaskirina xwendinê û paşê li zanîngehên Muncihê, Uzburgê xwendina îslamî û Îrannasî û şêweya gotina dersan xwend. Bawerrnameya doktorayê di warê dîrokê de wergirt, bi lêkolîneke dîrokî ya zanistî li ser mîr mihemed rewandizî.
Yek ji damezrênerên sereke yên kajîk û nivîskarên (Kajîkname)yê bû. Di salên destpêkê de alîkariyeke mezin da partiya sosyalîst a kurd (pasok) û roleke wî ya girîng di çalakiyên kongreya niştimanî ya kurdistanê bi serokatiya Cewad Mela de hebû. Herwiha roleke wî ya girîng di belavkirina bîr û bawerî û hişyariya neteweyî li Kurdistanê hebû.
Dr. Cemal Nebez di roja 11.11.2018 de li bajarê berlînê ji ber nexweşiyeke giran li nexweşxaneyê hat razandin û piştî çend rojan ku ket nav komayê ji ber tengenefesiyê, roja 08.12.2018an koça dawî kir û xatirê xwe bi yekcarî ji jiyanê xwest û wesiyetnameyek li şûn xwe hîşt.
Çavkanî: rûdaw Here lînkê
|