Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
serê şevê çîrokek - tirşik
Serê Şevê Çîrokek | 2019
Nivîskar: Selîm Temo | Kurmancî | Çîrok | 472 rûpel

De werin delalokên malan, va ye wêne hene di pirtûkê de. Bîhna kulîlkên welêt difûrin ji pirtûkê. Derî hene ku berê wan li asîmanî ne. Mêrgên heşîn he...
serê şevê çîrokek
(3) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Berhevkarîyeka nûwaze ye (2019). Amadekar û wergêr selîm temo ye.

Ji bo ku zarokên kurd bikaribin roja salê çîrokek guhdar bikin an bixwînin, Bi qasî rojên salê (365) çîrok di nav pirtûkê da hene. sal bi 12 mehan e, Ev pirtûk jî ji 12 beşan pêk tê. Di her mehê da çîrokeka kurdî û çîrokeka bîyanî bi dû hev xistine. Û zarok nêzî 14 çîrokên bîyanî û 14 yên kurdî di her mehê da dibîne.



11.08.2019 13:20 | mirovekirind

2. Xebatekê gelek serkeftî ye lê mixabin hinek biha ye. Divê sazî û komeleyên kurd wê berhemê û berhemên din ên wek vî ji weşanxaneyê bikirin û herwe/bêpere di nav gel de bilav bikin da ku dêûbav û zarokên wan bizanin pirtûkên kurdî yên zarokan hene.

Min du heb ji vê pirtûkê kirî, yekî ji hevalê xwe re yê din jî kurmamê xwe re şand. Lê bawer nakim ku zarokên xwe re him bi kurdî biaxivin him jî çîrokên kurdî ji wan re bixwînin. Mixabin.



11.08.2019 13:36 | xelîl

3. Berhemeka hêja ye. Ne tenê zarok, ez jî bi kêfxeşî dixwînim. Gava mirov çîrokên kurdî û bîyanî yek bi yek bi pey hev dixwîne, di navbera kurd û gelên din da çi dişibin hev û çi ji hev cuda ne, mirov dibîne. mirov dîbîne Û li gor çand, hişmendî û şaristanîyê dikare wan bide ber hev.

Di navbera wêjeya kurdî û wêjeya bîyanîyan da çîrok û mijaran, leheng û kesayetan, şîret, nêrîn û hwd ji hev cuda ne. ev berhem van tiştan dide ber çavan. Ji ber vê yekê, Ev pirtûk, ji bo naskirina gelê kurd û gelên din yên cîhanê pirtûkeka baş e. bo destpêka wêjeya kurdî û wêjeya cîhanê pêşnîyarî kurdan dikim.

Ji cihekî ketîbû guhê min, digot Nivîskarê hêja nexweş e. Xwedê ji selîm temoyî ra rehetî bide bi jiyanekî dirêj û şahî.



11.08.2019 15:07 ~15:17 | mirovekirind

4. xebatekî resen e. min jî van rojan dil hebû pirtûkekî ya çîrkan bikirim ku bi şev ji zarokan re bixwînin. 365 çîrok wê ji min re bes û zêde be. min ji pirtukakurdî sîparîş da, min meraqdarî li bendê me.



11.08.2019 16:32 | simurg56

5. Anha gihîşt ba min. Min ji bo kurikê xwe yê du mehî standibû. Lê xuyaye ku bikêrî min jî bê. Gava ku min xwend ezê çend hevok li serê binivîsim insella.



12.08.2019 09:20 | apê mihyedîn

6. mixabin ji bo min wek xeyalşikestînekî xuya dike. berîya çend rojan giha destê min. ji wê rojê ve ye, he roj ji keça xwe ya 6 salî re dixwînim. çîroka ewil xweş bû û keça min jî gelekî jê hez kir. lê yên pê re ne wisa bûn. bi taybetî çîroka vîetnamî. jixwe ew ne çîrok e. nizanim çi ye lê tiştekî din e. tê de behsa dojehê, kitêva wederê, ruh, mirin û gelek tiştên din yên metafîzîkî tê kirin. dema çîrok giha van têgehan, ji neçarî min dev ji çîrokê berda û ji keça xwe re nexwend. ji ber ku ne pêkan e ku fêhm bike. heta vê bêjin: in çîrokê qedand û min bixwe tiştekî ji çîrokê fêhm nekir.
her wiha zimanê çîrokan jî divîyabû hinekî rihettir be.
piraniya kurdan, bi taybetî yên ku ji zarokên xwe re pirtûkan dixwînin, êdî ne li gundan rûdinin. loma ji têgehên jiyana gundan nizanin. loma divê di çîrokan de tenê peyvên hêsan hebin.
weke mînak di çîroka sêyemîn de ev peyv hene: (bnr: kefxo), kizir.
ê welleh min jî van peyvan nedizanî. bi taybetî kefxo.
ê dema wisa be, tama xwendinê jî namîne. ez jixwe di nav vê serdestîya zimanê tirkî de bi kutekî zimanê kurdî nîşanî zarokên xwe dikim. ê welleh ez nikarim peyvên wisa hînî wan bikim. wê zarok çi bi peyva kefxo bikin bo xwedê? bila çîrokên ji peyvên rojane û ji navên heywan meywanan pêk were bes e ji me re.

ez ê hinekî din jî dewam bikim. lê berî ku ji keça xwe re bixwînim, ez ê pêşîn ji xwe re bixwînim û li gorî wê jê re çîrok hilbijêrim.



21.08.2019 22:57 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» serê we sax be
» şevê şîr vexwarin
» çîrokeke hz. omer

Kategoriyên mijarê:: weje pirtuk tekili cand ajal mitoloji dirok weje pirtuk tekili cand ajal mitoloji dirok weje pirtuk tekili cand ajal mitoloji dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî