Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
romana dengbêjîyê - tirşik
romana dengbêjîyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:romana dengbêjî
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. Cureyeka romanê ye. Cureyeka romanê ya kurdan e (te go çi?). belê. bi xêr be!

Cara dawî min ronî warî dît, min jê pirsîbû "taybetîya romana dengbêjîyê çi ye?" Qasî min fahm kir, romana dengbêjî mijarên xwe ji masal, efsane û çîrokên kurdan distîne.

Hûn jî dizanin xwînerên hêja, ronî war mem û zînê ji nû ve wekî romanek nivîsîbû. mem û zîn (ronî war)/108407 Herwiha (bnr: siyabend û xecê) û hwd.

Xelkên ku xwedî Cureyeka romanê ne, kêf kêfa wan e. (bnr: magical realism). Ya me Nizanim çiqas Navdar e di nav kurdan da û di cîhanê da. Haya xwîner jê heye an na?

Ji bilî mr ronî warî çend kesên din jî, yên bi vê cureyê dinivîsin, hene.

bo nivîsandina/nirxandina van tiştan tirsik.net cihekî super-duper e. Ka kê nimûneyên romana dengbêjîyê xwendine?

Her gel/welat ne xwedîyê cureyeka romanê ye. Ji her kesan ra qismet nabe. Û çanda her xelkê jî ne bi têra xwe dewlemend e ji bo hilberîna tiştên qedirbilind. Axir ez bibêjim, Hem Romana dengbêjîyê hem jî romana kurdî hê di zarokatîya xwe da be jî, ez pêşeroja wan baş dibînim. Bes xwîner roj bi roj zêde bibin.



24.08.2019 00:59 ~2019.08.29 18:40 | mirovekirind

2. helbet rojek ji rojên evdalê zeynikê ya mehmed uzun e, lêbelê ne tenê yek ji wan e; di heman demê de kanona romana dengbêjî ye. hem qala ostadê dengbêjan, evdalê zeynikê dike hem jî vegêrranê romanê bixwe dengbêj e: ehmedê fermanê kîkî



24.08.2019 02:14 | ezcan

3. bi min taybetiya herî berbiçav a vî cureyî ducarîkirinên biwêjî ye. wek mînak:

şeref û namûs
mêş û mor
govend û dîlan
reş û tarî
mal û hal
mişk û mar

ducarîkirinên wisa çiqas bên bikaranîn berhem hewqas nêzîkî vegotina dengbêjan dibe.



24.08.2019 02:32 ~02:34 | bargiran baran

4. Pirraniya pirtûkên mehmed uzun bi vê terzê hatiye nivîsandin, hawara dîcleyê û rojek ji rojên evdalê zeynikê mînakên baş in.

Lehengên romanên xwe jî ji dengbêjan dibijêre û bûyer û hestên ku nikare bi nivîsan îfade bike bi kilaman teswîr dike lê şêweya ziman a romanê hertim dengbêjî ye.



24.08.2019 09:27 | xelîl

5. Ronî war û sîdar jîr bi hev ra dipeyivin. Qala romana dengbêjîyê jî dikin.

Moderator xêra xwe navê vî sernavî bike "romana dengbêjîyê"



24.08.2019 14:36 ~14:50 | mirovekirind

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» romana zazakî

Kategoriyên mijarê:: niviskarweje pirtuk cand dirok niviskarweje pirtuk cand dirok niviskarweje pirtuk cand dirok kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî