Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


33 mijar û 53 peyam
kurdî de tunebûna daçeka pirsê - tirşik
kurdî de tunebûna daçeka pirsê
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rewşeke seyr e ku belkî tu zimanekî din de tune be.

kurdî de ji bo ku mirov wate bide hevokê, axaftinê de kirpandinê bi kar tîne. nivîsandinê de jî sembola pirsê yanî '?' bi kar tîne.



weke mînak di hevoka li jêr de, tişta ku li me dide zanîn ku hevok tiştekê dipirse tenê sembola '?' e.

- te îro hêkan berhev kir?

ger ew jî tune be , mirov nizane ku hevok, hevokeke pirsê ye.



ji aliyê din ve, zimanê axaftinê de ev sembol nikare were bikaranîn, li şûna wê mirov kirpandinê, yanî zêdekirina dengê/tund kirina dengê bi kar tîne.



xuya ye ev rewş êdî ji aliyê gelek kesan ve tê zanîn ku êdî televîzyonên tirkî de jî bi awayeke zanistî tê bikaranîn û bi vî awayî kurdbûna karakteran tê kirpandin. karakter çi baş be çi nebaş be.



yên vê xwendin, ji vê jî hez kirin: (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê)



13.09.2013 22:45 | simurg56

2. rast e daçekên me yên pirsê nîn in lê kirpandin heye û gelo heye û aya heye û ma heye û qey heye.. filan.. d ÎngîlÎzî de jî daçeka pirsê nîne lê camêran bi pêguhertiya lêker û kirdeyê îşê xwe hel dikin.. li gorî min mezintirîn egera întîbaya ku dibêje zimanê kurdî zimaneke qebe ye û ne şirîn û letîf û naz e û guhê mirov dixeritîne jî ev meseleya kirpandinê ya ji bo pirs û vepirsînê ye.. ji xwe bi hemû zimanan pirs têra xwe destdirêj in îcar dema ev pirs di kurmancî de bi kirpandinê jî tên da-çekkirin yek car çong li mirovên biyanî sist dibin..



19.09.2013 02:47 | endazer

3. tişta ku dibe sedema, bikarneanîna daçeka pirsê a di tirkiyê de jî.

mînak ; "gelisen ?"

an jî ; "gerçek ?"



13.11.2013 02:19 | brusk56

4. kêmasiya ku bi qasê, di kurdî de nebûna tişteke wek "kurdî de" ne girîng e.



20.02.2014 18:08 | oxir

5. peyva aya- آیا di farisÎ de wÊ karÎ dike. lÊ min çend caran dit ku hinek bi kurdÎ jÎ wÊ bikar tinin.

mexzÛra wÊ tÛneye, ger tiştek ji bo me lazÎm e dive em herÎn birayÊ xwe yÊ herÎ nezÎk.



20.02.2014 18:36 | cinorek

6. (bnr: ma)

Kê gotiye nîn e. Carna ''ma'' tê bikaranîn.



Mînak:

-ma ne wilo ye simurg56?



Erê, ''ma'' heye. Lê dîse di pirsê de kirpandin tê bikaranîn. Yanî.ne hewceyî ''ma'' ye.



12.05.2016 01:13 | gumgumok

7. (bnr: çi)

(bnr: çewa)

kuda?

kurê?

kîjan

...

lînk gorî hevoka di guhere di hinekande an di pirahiya hevokande nayê bikarhanîn lê hinek peyv dibin daçek



12.05.2016 10:48 | shorbevan

8. pêwîstiyeke rastîn e, taybetî jî di nivîsandinêde. ji ber ku axaftinêde bi kirpandinê her tişt safî dibe. di nivîsêde wextê mirov hevokeke dirêj dixwîne û di dawiya wêde nîşaneya pirsê dibîne, serê hevokê ji bîr dike û dîsa ji serî ve wê hevoka dirêj dixwîne.

weke din bi kar anîna "ma" yan jî "gelo", resmiyet û cidiyeta di hevokêde derbeke giran dixwe û her carî wateya tê xwestin nade.



12.05.2016 13:37 ~13:39 | azadixwaz

9. Di çend zimanên din de jî daçeka pirsê tune ye. hemû bi kirpandin û guhertina deng bikar tînin.
ji bo nivîsandina pirsan nîşana "?" bikar tînin.

lê belê spanyol him nîşana "¿" û him jî nîşana "?" bikar tînin. bi vî awayî gava kesek dixwîne, dizane ku ev hevok hevoka pirsê ye û kirpandin û guhertina dengê xwe rast dike, rasttir dike. xaseten hevokên dirêj rasttir û rindtir tên xwendin.

Mînak:
¿Tenéis que ir a la librería a comprar libros? (¿Divê hûn biçin pirtûkxaneyê, pirtûk bikirin?)
¿A ti te gusta jugar al ajedrez? (¿Tu ji şetrençê hez dikî?)

Bi vî awayî mirov fêm dike ku van hevokan hevokên pirsê ne û dengê xwe li gor wan nizm an bilind dike. Nîşanên "¿/?" nîşanên pir bifêde ne. Nîşanên hewce ne. Zimanê spanyolî bi nîşanên "¿/?" ji zimanên din ên bê daçekên pirsê rasttir tê nivîsandin.

Zimanê kurdî jî bi wan baştir dibe. Dixwazim ku ne tenê zimanê spanyolî, zimanên din jî van nîşanan bikar bînin. lê îro bikaranîna wan nayên tercîhkirin. mixabin :(



30.01.2017 00:34 ~02:03 | heyf

10. kurdî de tunebûna daçeka pirsê , ev îfade gelekî li min xerîb tê. Çima di serî de daçeka "di" nîne? Heke ku hun bêjin 'wate nayê Guherîn' jî, dîse ev hevok mîna çûkikî perșikestî ye. Hevok, Li qalibê xwe nayê. Tê bê qey bi darê zorê hatiye Guherîn. Gelo ya rastî kîjan e?

(bnr: di kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



30.01.2017 16:20 | gumgumok

11. Sernivîs dîsa wek (bnr: qehweya kurdî) şaş e. Peyva Tunebûn an jî tinebûn tiştên bi nebûna xwe kêmasiyê pêdihisîne re tê bi kar anîn di zimanê kurdî de.

Divê sernivîs (bnr: di zimanê kurdî de nebûna daçeka pirsê) bûba.

Kurdî de pêwîstî bi daçekên pirsê re nîn e. Çu kêmasî jî nedihisîne. Taybetiyek e.

Nebûn û tinebûn peyvên cuda ne. Wateyên cuda bi wan re heye. Nebûn wateyek hêj giştî û bêalî(notir) dide hevokan.



16.01.2018 17:20 | bilbilê dilkul

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
destkol
dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdî tenê zimanek ninû
» tunebûna eser û îcadên kurdan
» daçeka 'bi'yê
» pirsên kurdî û kurdewarî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî