Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
kompleksa îkarus - tirşik
kompleksa îkarus
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. (bnr: icarus complex)

Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li gorî mîtolojîyê, Îcarûs û bavê xwe li girava Gîrît'ê di girtîgehê de ne. Plana revînê çêdikin. Bavê wî (Daedalus), ji pûrtên çûkan û mûmê, peran çêdike da ku bikare bifire. Bavê wî jî li perên wî sîwar dibin û difirin. Şîreta bavê wî ji wî re ew e ku ne pir nêzikî rojê bifire, ne jî zêde nêzikî ava deryayê bibe. Lê piştî ku bi firê dikevin, îkarûs pir kelecan dibe û bawerî bi xwe tîne û pir bilind difire. Ji ber ku zêde nêzikî rojê dibe, mûma ku perên wî zeliqandine, dihelin û perên wî xwe jê berdidin. Bavê wî ji ser peran dikeve avê û dimire. Tabî dûre, ew bixwe jî.

Ji ber vê meselokê, ji bo wan kesan re dibêjin ketîye kompleksa îkarûs ku di karê xwe de êdî zêde zêde jixwebawer in û gûh nadin şert û qeydên wî îşî. Yanî ew kesên ku hewes û îhtîrasa wan ya ji bo karê wan, ji lîmîta jêhatîbûna wî an jî bedena wî derbas bûye. Ji ber vê derbasbûnê jî, dema kesek bikeve vê kompleksê, têk diçe.

mînakek gelekî basît: dema kesek hînî ajotina erebeyê dibe, pêşîn gelek bidîqat e. her ku diçe êdî ji xwe û ajotina xwe bawer dibe û piştî demekê êdî belkî li awêneyan nanêre, guh nade lembeyên trafîkê an jî geleke bi lez dajo. Tam di wê noqteya ku ew şofêr herî zêde jixwebawer e, îhtîmale qezayê herî zêde ye.



22.09.2019 10:25 | simurg56

2. Yên bi quretî sîwarî hespê dibin, bi peya vedigerîn malê.
Gotina pêşî ya îtalyayî

Girêdayî sendroma îkarus e.



12 roj berê 00:39 | çomo

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kompleksa xwekêmdîtin

Kategoriyên mijarê:: jiyan mitoloji jiyan mitoloji jiyan mitoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî