Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 11 peyam
di kurmanciyê de tunebûna daçeka pirhejmariyê - tirşik
di kurmanciyê de tunebûna daçeka pirhejmariyê

Navê mijarê ya ewil ev bû:kurdî de tunebûna daçeka pirhejmariyê
(3) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. tiştek wisa heye. mixabin heye.



nava hevokê de mirov dikare bide zanîn ku tişta ku em behsê dikin pirhejmar e, yanî ji yek hebê zêdetir e.

weke mînak;



- ez ê îro pirtûkan, pênûsan û defteran bistînim û herim mektebê. (mirov dizane ku ji yekê zêdetir zarok hene)



lê belê ger em pirsek wisa bikin;

-tiştên ku ez ê bibim mektebê çi ne?

wê bersiv wisa be:

-pirtûk, pênûs û defter...

weke tê dîtin em nikarin bêjin pirtûkan, pênûsan û defteran



mirov dikare vê rewşê wisa rave bike: kurdî de daçeka pirhejmariyê tenê dema ppeyv were tewandin, diakre were bikaranîn. ger peyv bi tena serê xwe be, daçeka pirhejmariyê nikare were bikaranîn.



her wiha: (bnr: kurdî de tunebûna daçeka pirsê)



13.09.2013 22:50 | simurg56

2. meriv gereka bibêje ku kurmancî de halê xweser de tun e, lê halê tewandî de heye.

lê di kurdîya dimilî de ev daçek heye. wek mînak: kitabî, qelemî, defterî...

yanî bi daçeka "-î" meriv dikane di halê xweser de jî pirhejmarîya peyvan çêbike. di halê tewandî de wek kurmancî, di zazakî de jî bi daçeka "-an" pirhejmarî çêdibe.



14.09.2013 19:43 | kurdane

3. her zimanê li ser ruyê erdê gorî pêwîstiya gelê xwe diguhere û qalib digire. li tu derî jî standardên zimanan tune ne ku bêjin divê zimanek filan pîvanan pêk bîne. bi ya min tu pêwîstiyeke giring bi vê yekê tune û bi tunebuna wê jî kêmasiyek bêhempa naxuyê. te go erê?



14.09.2013 22:12 | azadixwaz

4. Pirsgirêka zimanê çêkirî ye. di rastiya xwe de tişteke wilo tune. ger ku kêmasiyekî di ziman de hebe welleh em pir jîr in, ji ber ku hêj heta îro min nedîtiye ku yekî gotiye "gelo te vê peyvê bi wateya pirjimariyê an bi wateya yekjimariyê bikarani" icar kêmasî nîne çi ye? welleh tekûzî û xweseri ya zimanê kurdi ye. kêmasî ew e ku em zimanê xwe bi zimanên din re qiyas dikin...



26.09.2013 00:20 | ceso

5. kêmasiya ku bi peyvekî dikare bê safî kirin.

weke mînak ;

-tiştên ku ez ê bibim mektebê çi ne?

--pirtûk in, pênûs in û defter in ...



an jî ;

-tiştên ku ez ê bibim mektebê çi ne?

-hinek pirtûk, pênûs û defter in...



10.10.2013 01:26 | brusk56

6. problema ku trt 6ê çareser kiriye *

aniha belgefîlmek bi navê çivîk û wawikan dilîze. yanî "kuşlar ve çakallar" yanî "birds and jackals"



bi qasê zanim, kurdî de mirov daçeka pirhejmariyê wisa nikare bikaranîn. tenê di nava hevokan de mirov dikare vê daçekê bi kar bîne.

mirov dikare bêje "ez ji çivîk û wawikan hez dikim." lê dema ev peyv tenê bin, mirov nikare wan bike pirhejmar.



01.12.2013 15:45 | simurg56

7. ne pirsgirêk e. teybetiyên di kurdî de di gelek zimanên dî de tune ne. (wekî ergatîvî, zayend, tewang...) mirov nikare bêje ew zimanên dî ji kurdî qelstir in, ne wisa?



08.12.2014 23:50 | diyako47

8. Bûye sedem ku kesên biyanî tinazên xwe bi kurdî bikin.

- de huş. Hê di kurdî de qertafa pirhejmariyê tune ye tu qala kurdiyê dikî.. *



09.12.2014 00:04 | mergehez

9. “pirtûk, pênûs û defter...“
Ma gelo bersiva pirsa te ev e!?
An dibe ku tiştekî wisa jî be.
1.Ez ê defter, pênûs û pirtûkan bibim dibistanê.
Heke yejhehmar bin
2.Ez ê defter, pênûs û pirtûkê bibim dibistanê.
Di hevoka 1.ê de -an qertafa pirhejmarîyê ye. Û di ya 2.an de -ê jî tewang e
An na!? Te got çi!? Ne qertefa ravekê ye



26.01.2020 01:08 | oceancr

10. Daçekên ku kurdan xwe hewceyî ne dîtine. Lê heke ev daçek werin bikaranîn jî ti pirsgrêk nîne. J'ber ku em ne hînî van daçekan e , li me xerîb tê.
Heke ev mesele weke kêmasiyekê werê dîtin çareserî hesanê ye:
Mînak:
+Di tûrikê te de çi hene?
- di tûrikê min de sêv, hinar, bih hene.
An jî
- sêvan, bihan û hinaran. ( Di vir de wate ji binî naguhere. Hetta em dikarin bêjin wate bêhtir rûnişt. Lê li zimanê meyî heyî xerîb tê)



26.01.2020 18:59 | gumgumok

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» tunebûna reseniya sînemaya tirkan
» daçeka 'bi'yê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî