Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
şervano - ji bo rojava - tirşik
şervano - ji bo rojava
(0) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. stranek li ser şerê rojavayê ye. nizanim çawa dibe lê di her şerê giran ya kurdan de strançn ji hev xweşiktir derdikevin holê. oramar, marşa rojava û hwd. di van pêvajoyan kambax de ev stran moralekî nizam-ji-ku-hatî didin mirov.
stran zêde zêde xweş e û klîba wê jî sade û şêrîn e.




li gorî agahîyên li ser youtube:
Stranbêj: hacî mûsa
Awaz: Mehmûd Berazî
Gotin: Şêro Hindê û Brahîm Feqe

Şervano
Keziya dayikê bi qurbano
Tu nehêlî tola me
Bi destê xwînmijano, şervano
Şervano, şervano

Şervano
Keziya dayikê bi qurbano
Tu nehêlî tola me
Bi destê xwînmijano, şervano
Şervano, şervano
Şervano, şervano

Şervano, çelengo ez gorî te
Dilkê yarê bara te
Tifeng li ser Milano, şervano
Şervano, şervano

Şervano, Çelengo ez gorî te
Dilkê yarê bara te
Tifeng li ser Milano, şervano
Şervano, şervano
Şervano, şervano

Şervano
Gur ketî nêv berxano
Lûlê bide sîngano
Bi lez û bez ke heyrano, şervano
Şervano, şervano

Şervano
Gur ketî nêv berxano
Lûlê bide sîngano
Bi lez û bez ke heyrano, şervano
Şervano, şervano
Şervano, şervano

Şervano
Diyariya dostê dizano
Keskesora li ezmano
Yan çeka dijminano, şervano
Şervano, şervano

Şervano
Diyariya dostê dizano
Keskesora li ezmano
Yan çeka dijminano, şervano
Şervano, şervano
Şervano, şervano.



15.10.2019 23:33 ~23:34 | simurg56

2. her çiqwasî stranek xweş be jî ruhê stranê weke berê yê partînazî ye û ji bo propagandayê hatiye çê kirin, ji ber pirraniya kesên klîbê de şehîd ketine ji bo moralê gel hatiye çê kirin.



25.11.2019 00:01 | berxweda

3. Strana ku di nav şer de hatiye çê kirin.



25.11.2019 00:42 | biaqila malê

4. helbet ji bo propagandayê hatîye çêkirin. dema hatî bekavkirin jî têra xwe deng veda û moral da. di vê nuçeya rûdawê çîroka stranê hatîye behskirin: Here lînkê



25.11.2019 22:06 | xendekî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» şervano - ji bo rojava
» rojavaya kurdistanê

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn muzikstrn muzikstrn kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî