Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


46 mijar û 84 peyam
hunergeha welat - tirşik
hunergeha welat
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. sazîyeka hunerê ye li rojavayê Kurdistanê. Di vê dema şerê dijwar de du berhemên li gora demê pêşkêş kirin. Herdu jî têra xwe xweş û serkeftî ne.

(bnr: şervano - ji bo rojava)
(bnr: felaket im)



16.10.2019 09:03 | xendekî

2. saziya ku tê de kesên mîna mehmûd berazî û şêro hindê dihewîne ye. dibe ku tunebûn û zehmetiyek mezin li rojavayê hebe jî karên xwe ên serketî berdewam dikin.

malpera wan a youtube'ê Here lînkê
a instagramê Here lînkê
a soundcloudê Here lînkê



05.10.2023 14:11 ~17:29 | kurê xelkê

3. berhema wan a dawiyê stranên kezîya sor - jin jiyan azadî ez hijmekar kirim, bi taybetî beşa genim û beşa vejînê. xebat û keda wan xweş be!



06.03.2024 13:31 ~14:17 | asîmanê sêwî

4. (bnr: Êmo)



3 roj berê 00:13 | keloş

5. Straneke nû çêkirin e, navê wê êmo ye. di warê ahengê de gelek xweş e lê wate di gotinên stranê de hatiye qetil kirin. ji bo ku fam bikî divê herî li gotinên nivîskî yên stranê binêrî lê ev jî têra nake divê mejiyê xwe çirçirînî.
wekî din jî, wek her carê dîsa di klîba xwe de aktorên dişibin hindîstaniyan leyîztandine.
encam; strana mêrik û xanima gelek xweş çêbûye. berdewamiya wan hêvî dikim ji dil û can, her hebin.



3 roj berê 00:28 ~00:38 | bayê xerbî

6. Êmo berhemeke hunergeha welat e

Stranbêj: Hozan Wezîr
Gotin:

Hê Ho .. He oy oy oy
Tê here û ezê bêmo, û lê lê û lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo, û lê lê û lê lê Êmo
Êmo Êmo Êmo Êmo Êmo
Êmo Êmo Êmo Êmo Êmo êmûşe
û lê û lê lê û lê lê Êmo
Êmo Êmo êmûşe
û lê û lê lê Êmo

Koçera li deşta mûşê û lê lê lê Êmo
Êmo êmo êmo êmo êmo
Êmo êmo êmo
Ez hewldarê gewrê mo
Birîndarê keçikê mo
Çavê keçika bêdê mo
Û ez Aşiqê bejnê mo
Tê here û ezê bêmo, lê û lê û lê lê lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo, lê û lê lê Êmo

Ez dergevanê qesrê m
Min dît çû li ser xaniya
Tena tena dimeşiya
Dest avet girkê piya
Bi ser meda xiliya,
Terqîn ji bejnê hatiya
Dilê mi da berziya
Lê dilê mi da şikestiya
Bi mi r' peçizî û keniya
Devê xwe avet gerdenê
Nav mircan û moriya
Agir ket mala gundiya
Lê lê, Lê lê, Lê lê, Lê lê, Lê lê lê Êmo
Tê here û ezê bêmo lê û lê lê û lê Êmo

Çûmê helebê carek, lê û lê lê û lê Êmo
Û ez hatim Helebê carek, lê u lê lê û lê Êmo
Min anî hine barek, bi heft kalan gopalek
Bi heft pîran diranek, bi heft gunda muxtarek
bi heft xorta dost û yarek, lê û lê lê û lê Êmo

Ê min tenê sê çarek
lê û lê lê û lê êmo
heçê nebê bimbarek
lê û lê lê û lê êmo
Wan veda kor û marek
lê û lê lê û lê êmo






3 roj berê 00:39 ~00:38 | keloş

7. Gotinên stranên stranbêjên Rojavayî yên wek xêro abbas, abbas ehmed, ciwan haco pir baş fêm dikim. Lê ez stranên hunergeha welat pir fam nakim. klîbên wan xweş in. Her çend ew hinekî dişibihe klîbên hindî jî, stîla xwe heye.



2 roj berê 19:47 | cinorek

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
uvuvwevwevwe onyetenyevwe ugwemubwem ossas [1]
Tiştê ku ez dibihîzim, hevpeyvînerê di vîdyoyê de diyar e ku Afrîkî ye...
van zarokên mediyan hildan tola ariyan [1]
Erê hevalno raste ez îronî yê fehm nekirim. Tenê tiştên hekeretvarî pi...
kurdiya şaş û ji hedê xwe zêdetir xwedî kum [1]
Jê çend mînak; Hewal, ğaş, Côlêmêrğ, hêwâl, pîrtük, Kürdîstane, mîn(m...
afroamerîkî [1]
amerîkiyên reş in. ango kesên afrîkî û amerîkî ne. kesên ku ji wan re ...
belki ev jî bala te bikişînin
» hunergeha welat
» welatî

Kategoriyên mijarê:: muzik cand muzik cand muzik cand
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî