1. strana ferit sevim e. di albûma olana bajêr de hat weşandin. stranek ne xweş e, ji ber ku efsane ye. |
|
12.11.2019 19:37 |
simurg56
|
2. tişta ku mejîyê min perçe dike. kêfxweş dibim, demek gelek kurt bi ser de diçe xemgînîyek bêwate dikeve di dilê min de. nizanim belkî jî jîyana min û bijartinên min dibe sedem. ferîtê dilan jî bi stranek ya xwe bi vî navî bûye tercimanê hestên min |
|
09.12.2019 02:38 ~19:03 |
lîfikê firaxê
|
3. pirtûka jan paul sartre û strana ferît fevîm e. ger hûn bixwazî bikutî dêrûna xwe pirtûka sartre bi strana ferît bixwînin. berîya 2 salan bi dergistîyê xwe yê hingê re nîqaşek ya min çêbû. min her carê ji hinek rewşên xwe yên dêrûnî re digot ''xelîn''(mînak demek çêdibû ez gelekê kêfxweş û rûken dibûm lê yekten rewşa dêrûna min bêsedem dihat guhertin a rasttir min nedizanî sedem çî ye ez diketim di rewşek melankolîk de û derbas nedibû) wî jî digot ''ji bo ku tû bikarî qala xelînekê bikî divê tû li ser fenomenolojîyê û li ser hebûnparêzîyê têgihiştîbî'' min jî got ''de biteqize qûnek! ma ji bo ku em bikarin rewşên xwe yên mirovî bijîn divê em feylesof bin dqn'' welhasilêkelam ev jî meseleyek bû |
|
14.04.2020 05:28 ~05:40 |
soryazyus
|
4. Hin pirtûk henin ku divê ne carê bi caran mirov bixwîne. Ji wana yek eve. Û heger heq neheq pêwendiyek wê bi stranekêve hebe ew strana jî ev e Rojekî peyva "xelîn"ê were gohê min qet tiştek nê bîra min wê ev strana di mêjîyê min de olan bide. Ê ma sartre ê gewre jî bêtir ev strana aniye ziman ez çi bikim* |
|
18.04.2020 02:06 |
rizgarm
|
5. di kurmancî de bi du wateyan tê bikaranîn. yek xelîna dil e ku wek lihevketina dil jî tê zanîn. di nav axaftinê de wek; dilê min dixele an mehdê min dixele anku dilê min li hev dikeve. ya duyê jî xelîna dest û lingan e ku ji bo derbxwarinên hestiyên dest û lingên mirovan bikar tê. hestiyê laşê mirov dema derban dixwe an dişike, an ji cih derdikeve an jî dixele. bi tirkî dibêjin burkulmak, bi îngîlîzî jî sprain. wek; dema ez birêve diçûm, bi ser lingê xwe de ketim û gûzeka min xeliya. |
|
18.04.2020 03:26 |
endazer
|
tehdîdên kurdî [2] |
|
horhorik [2] |
|
toksîkolojî [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
îy yo hee [2] |