Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de - tirşik
nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov here mekan an jî cîheke nû, google ji mirovî dipirse ka di derbarê wî cihî de fikra te çi ye. ez jî piranî vala nahêlim û şîroveyên xwe yên çi erênî çi neyînî, dinivîsim. hema bêje her dem jî şîroveyên xwe bi kurdî dinivîsim. ji bo xwaringehan, cihên dîrokî, dikanan û hwd. şîroveyên bi kurdî dinivîsim.

eger herim bajarên tirkan jî, teqez vê yekê dikim. weke mînak dema çûm gera karadenizê, min şîrove ji bo gelek cih û warên van bajaran bi kurdî nivîsandin.
êdî hêdî hêdî google haya min pê çêdike ku hinekan like (çeppik) dane şîroveyên min û ez pir pê kêfxweş dibim.
ez herî zêde ji bo googlê şîrove dinivîsim lê her wiha li ku derê derfetê bibînim, li wir jî dinivîsim.

ez dibêjim ji bo ku zimanê kurdî di jiyana rojane de bêtir bê hîskirin û li kurd û tirkan bêtir bête fêhmkirin ku kurd jî dinivîsin û dixwînin, ev yek rîyeke gelekî baş e. ji ber ku dema mirov di platformên sosyal de dinivîse, tenê şopînerên we dixwînin û tirk û kurdên tirkîaxêv rastî zimanê kurdî ya nivîskî nayên. lê cihên wek google maps cihên hevpar in, herkes neçar in ku bixwînin. mirov dikare li wir tilîya xwe ya şehdê, têxê di çavê faşîstan re.



14.11.2019 21:32 ~21:46 | simurg56

2. di youtubeê de heman tişt dikim. bêyî îstîsna, heke li ser kombersa xwe bim û ji vîdyoyê hez bikim hema kin an dirêj şîroveyan dinivîsînim. heman tişt min di appstore-ên ubuntuyê û deepinê jî kiribû.



14.11.2019 21:46 | biruya hayao miyazaki

3. Ji bo bikaranîna Kurdî, ez jî gellek caran şîroveyê xwe bi Kurdî didim. Le mixabin guman dikim ku gellek kes naxwînin. Ji ber ku miroven Kurdi dizanin ne gellekin.



14.11.2019 22:07 ~22:08 | tekoser

4. tevgera ez jî tê de me. jixwe şîroveyan niha ji bo xwe dinivîsim lê dema şîroveyên kurdî dibînim gelekî kêfxweş dibim. kêmasî ew e ku şîroveyên min jî weke peyamên min ên tirşikê kin in.

divê ev tevger mezin bibe û googlê êdi zimanê me nas bike û qîmet bidê



14.11.2019 23:31 | berxweda

5. Nîşaneya welatparêzîyê ye û qîmeta wê ji şerê çekdarî ne kêmtir e
Ez jî heman tiştî li ser google play store,youtube dikim
Wekî dijî li ser telefonê dema şîrketên anketan,banka li min digerin ew xwe şîn û sor jî bikin bi kurdî daxivim
Dema ez li şîrketên otobosa an jî tedaşê digerim jî bi kurdî daxivim


Bîranîn : talî tedaş li ser xeta xwe ya telefonê vebijêrka kurdî jî xistîyê kesên ji bo kehre yê li wan gerîya dikarin zimanê kurdî hilbijêrin



04.02.2020 18:17 | tîrêj zana 21

6. Karekî pir pîroz e. Ez jî heta ji min hebe kurdî dinivîsim û diaxifim.



04.02.2020 21:15 | xabûrî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» nivîsandina kurdî
» şîroveyên di bin nûçeyên rûdawê de
» kurdîniya malî
» malperên nûçeyan
» wekî peza gêj li dora xwe gerîn
» google kurdî
» maps.me

Kategoriyên mijarê:: ziman teknoloji ziman teknoloji ziman teknoloji kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî