Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
xiaomi - tirşik
xiaomi
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. markayeke teknolojîyê ye. bi telefonên xwe tê nasîn lê cûr be cûr amûrên elektronîk hildiberînin. ji pekîna paytaxta çînê ye. di pîyaseya telefonan de yek ji 4 markayên herî mezin yê dinyayê ye. cara ewil di sala 2011an de telefonên jîr firotine lê piştî wê salê bi lezekî zêde, mezin bûne.
avaker û ceoyê şîrketê lei jun e. lê mêrik dîsa jî ne yek ji 10 dewlemendên çînê ye.

modelên telefonên wan ji 2 cûreyan pêk tên: mi û redmi. lê gelek bine-cûreyên van cûreyan jî hene. yên redmi hinekî din erzan in bi giştî. ji bo vê yekê hatine çêkirin. telefonên wan navrûya miui bi kar tînin ku ya xiaomiyê bixwe ye û têra xwe kêrhatî ye.

berî salekê li tirkiyê jî dest bi xebata xwe ya fermî kir. lê berî ku wek fermî were jî, li tirkiyê dihata firotin lê tabî ji ber meseleya garantîyê, zêde kesan nediwêrî xwe lê bidin.



16.11.2019 12:56 | simurg56

2. Min modela wê ya redmi note 7 ji xanima xwe re kirî. Kameraya wê 48 megapîksel û şarja wê li gor bikaranîna wê gellek baş diçê. Ji aliyê dîzaynê ve jî xweşik û rehet e. Min ji trendyolê 1673 lîreyan kirî. Li gor bihayê xwe telefonek baş e.



30.11.2019 22:40 ~22:41 | nan û av

3. Ez jî mi a1 64 gb bikartînim û min salek û nîv berê kirîbu jê pir keyfxweşim a nihe buhayê wî dora 1400 û 1500 a ne. Şarz super diçe sar(radyasyon) a wî zêde ye. Kamera jî ji vasatê hinek çêtir e.



30.11.2019 22:45 | azad30

4. Niha modela wê ya Redmî note 8 pro favoriya min e . kameraya wê gellekî baş e. qaçaxên wan jî ne xirab in. *) ez dibêjim hinekî di ber xwe bide û bi saya kiriyarên ku kêm zêde hişmendiya wan ya birawirdkirinê heye wê dikaribe samsung' ê derbas bike.



30.11.2019 22:47 | darînê daryo

5. li gorî min markayeke telefonê dê samsung mamsungê li pêş xwe bihêle ye. min modêla mi 5s plus 128 GB bi kar dianî lê ji ber pirsgirêka imeiyê ev hefteyeke ez şerpeze bûme :( wekî din tu qisûra wê tinne.



01.12.2019 23:17 ~23:22 | xabûrî

6. Ev ji du salan bêhtir xiaomi mi5'ê bikartînim, we demê he kesî zêde nas nedikir. Digotin, çima te markayeke ku navdar te nekiriye. Aniha bûye navdar û ez gelekî jî jê memnûn im. Çiqasî wek berê şarja we xwe nagire jî, dîsa jî tenê ji bo kamera we hêja ye.



01.12.2019 23:46 | merwano

7. markaya telfûna min e.
Jê gelek memnûn im, qasê kompîtureke baş e.
Piştî bikaranînê ewqas memnûn mam û min ji birayê xwe ra jî yek diyarî kir.
Kameraya wê jî ne xerab e.



02.12.2019 00:07 | gulêê

8. (bnr: xiaomi mi 9t)



02.12.2019 20:28 | brusk56

9. markaya ku ez jî derbasê wê bûme. helbet ji hin aliyên xwe ve ji telefonên din çêtir e û ji telefonên din gellek erzantir e jî. û din hin aliyan de jî kêmasiyên wê hene. lê dîsa jî tercîha min ew e.



02.12.2019 21:40 ~22:11 | ceso

10. Çend roj berê min ji xwişka xwe re kirî. Niha hem baş e hem jî erzan e. Lê pêşerojê wekî huawei bawer im biha be.



02.12.2019 22:16 ~22:25 | kajav

11. taybetiyên wê yên mi'yê pir xweş û berfireh in, mîna marqayên din nujeniyan dilop bi dilop nade, hema bi çoçikan dide. çend sal berê min yek ji xweha xwe re diyarî kiribû û xuya ye ez ê jî yekî ji xwe re bikirim lê di vê



02.12.2019 22:24 | biruya hayao miyazaki

12. Telefona ku min bihîst ji hin cureyên Iphoneê baştir e, gelek taybetmendiyên wê hene lê di demeke nêzîk da gelekî navdar be, pêşnîyazek ji we ra pereyên we hebe a niha ve ji xwe ra peyda bikin, bibin xwedî qonsept û qlassssê *



05.12.2019 02:13 | xwebixwe

13. merqeya ku dya'ê doz lê vekiriye û armanca dya' yê ew e ku êdî di telefonê xiaomi de dixwaze ku hemû sîstemên google bên qedexekirin.

wek ku geleke ji we jî bihîstibe, berî niha jî doz li huawei vekiribûn û pîştî vê huawei mecbûr ma ku pergala hemû modelê xwe ji nû ve nûjen kir.

xuya ye, tiştek wilo bê serê xiaomi jî, lê xiaomi vê naxwezê û her wiha bikarhênerên wê jî :(

*

Here lînkê



02.02.2021 01:01 | merwano

14. telefona min ya xiaomi mi 5 îro jixwe re hat girtin û ve nedibû.
di ekranê de tenê Main menu mi recovery 3.0 dinivîsî û di bin de jî 3 vebijêrk hebûn.
bi navê reboot device , wipe data û
connet with mî asistans. min xwest ku dîsa bidim dest pê kirin, bi saya reboot divece'ê lê çê nedibû, dîsa dihat cihê berê, dawiya dawî mecbûr mam û min format avêtiye, bi vebijêrka wipe data.

(bnr: mirin xweştir e ji vî halê)



15.06.2021 22:33 ~22:35 | merwano

15. kompanyaya ku kuçikekî robot yê bi navê cyberdog bi pêş xistiye. gorî dibêjin ev kuçikê robot dikarê pey xwediyê xwe were û ji astengan biflite.

Here lînkê



10.08.2021 22:47 | hueyn

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xiaomi mi 5

Kategoriyên mijarê:: teknoloji teknoloji teknoloji
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî