1. Niha ji bo hêla kurdan tevgereke zehmet e. ne ji bo ajotinê lê ji ber peyvê. li gorî miletê me heçî ne bi erebeyê lê bi duçerxeyê diçe kar kêm karîzma ne. heta dikarim bibêjim kesê dimeşe bêhtir entelektuel in û yên bi duçerxeya jî dikevin devê xelkê. |
|
2019.11.20-22:27 |
berxweda
![]() |
2. tiştekî gelekî xweş e. sala berê, piraniya rojên havînê ez bi duçerxeyê diçûm û dihatim karê xwe. lê îsal zêde derfeta min çênebû. lê dîsa jî carinan diçim. |
|
2019.11.20-22:31 |
simurg56
![]() |
3. Mixabin, ji ber ku ez nizanim duçerxeyê bajom, pê nikarim tiştekî jî bikim. Hin caran dibînim ku keç an jî law dajon, pê diçin dibistanê, diçin li ser kar.Ez jî wan temaşe dikim. Xweziya min bi wan. Ne ku min hewl neda, lê her carî yan li diyaran rast hatim yan jî erdê ketim. Lê min dil kiriye û ez ê hînê ajotinê bibim. Jixwe dibêjin Tolstoyî jî gava bûye şêst salî paşî hînê ajotina duçerxeyê bûye* |
|
2019.11.21-07:51 |
fatoş xanim
|
5. Di welatên pêşveçûyî de pir normal e û pir tê bikaranîn. |
|
2019.11.29-22:57 |
azad30
![]() |
6. Li welatên pêşverû de pir asayî ye. |
|
2019.11.29-23:20 |
azad30
![]() |
7. karekî pir pir baş e. |
|
2019.11.30-00:13 |
brusk56
![]() |
8. Ez bawerim gelek baş e bi her awayî lê ka wer e em vê kerê çawa ji vê çamûrê derxin ku ez bi ajotina duçerxeyê nizanim. Sed heyf û mixabin lê çavê xizanîyê kor be ku zaroktîyê de duçerxekek nekir para me. Lê gel destgirtîya min romantîkîya duçerxeyê, de ma îdareke heka min * |
|
2019.11.30-01:30 |
rizgarm
![]() |
9. Ew mirovên delal ji duçerxeyên xwe siyar bûn çûn îş û karê xwe. ![]() |
|
2019.11.30-10:48 |
cinorek
![]() |
10. çar demsalan, ji xeynî berf û bahozan, pê dirim her deran. |
|
2019.11.30-11:55 |
yusiv hemed
|
11. xeyala min ê. Lê mixabin bajarê min kaş e û mirov nikarê dûçarxe bajonê. |
|
2019.11.30-23:42 |
gumgumok
![]() |
12. Tiştê ku ez yeqîn nakim qet bibe para min. Min îsal erebe ajot carekê de ehliyeta xwe derxist lê hê jî newêrim duçerxe bajom tabî ev her du tiştên cûda ne dixwazim bêjim ew cureta li cem min nîne , ditirsim ku bikevim. |
|
2019.11.30-23:46 |
biaqila malê
![]() |
13. Di bajarên bi kaş û ervazî jî pêkan e. Ew kaşên ku niha çav ditirsînin piştî demekî kurt dibin keyf û kelecanên biçûk. Di vê navberê de vê gavê herî zêde ji aliyê azadixwaz ve tê kirin. |
|
2019.11.30-23:49 |
simurg56
![]() |
14. ez jî kêm caran pê duçerxeyê ji malê diçim kar (ofîsa xwe) û êvaran jî kêm caran pê vedigerim malê û dawîya hefteyê gelek caran bi komeleya duçerxe û xwezayê ya cizîrê re diçime tûrê. |
|
2019.12.01-00:22 |
xendekî
![]() |
15. Divê ew bajar him germ be him jî rêyên wê hevraz û berjêr nebin, dûz bin.. |
|
2019.12.01-13:44 |
bûtîmar
![]() |
16. Bavê min temenê wî ji 65 an zêdetir e hin jî bi dûçerxeya ku 20 sal berê birêmin ji stenbolê şandibû dere ba bexçê me |
|
2020.01.10-18:20 |
tîrêj zana 21
![]() |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [2] |
![]() |
gelawesh waledkhani [1] |
![]() |
wêneyê şervanên ypjê ku bûye sedema krîzê di navbera norwec û tirkiyê de [1] |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [2] |
![]() |
tirşikvanên 16 salî [3] |