Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
bi otostopê ji tirkiyê çûna başûr - tirşik
bi otostopê ji tirkiyê çûna başûr
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. min tê derxist û pêkan e.

duh wextê ji dîlokê ber bi mêrsînê ve diçûm li ser otobanê rastî xortekî hatim ku çenteyek biçûk li piştê bû û destê xwe ji erebeyan re radikir. ez li ratsa wî hatim û min ew stand erebaya xwe. tabî weke du kesên biyanî me dest pirsên derheqê hev û din de, kir.

navê kurik bexwedan bû (nasnameyê de berhudan). got ez li enqerê dixwînim û bi otostopê çûme mêrdîn û kurdistana bakur û ji wir jî dîsa bi otostopê çûme kurdistana başûr *, li silêmanî, dihok, hewlêr û hwd. geriyame û niha jî vedigerim enqerê. bi rastî ez şaşwaz bûbûm. neyse ez hîn bûm ku ji malabata wî tenê haya diya wî ji vê rêwitiya wî heye û ew jî li mêrsînê ye û nav tirsekê de ku kurê wê here û venegere, yanî here çiyê.

neyse, min jî pêşniyar kiri ku şûmna ku wî dênim ser riya enqerê, wî bibim mêrsînê ku diya xwe bibîne. wî jî qebûl kir û min wî bir mêrsînê, li sekingeha otobusên nav-bajêr peya kir û hinek pere dayê.

bi rastî him kêfa min jê re hat him jî jê aciz bûm ku diya xwe xistiye nav tirsekî wiha.



wextê min erebê de mûzîka kurdî vekir, berxwedan got "oxx yaw min bêriyê kiribû. li başûr hebe tune be inrahim tatlises guhdar dikin, ez jê kerixîbûm" bi vê gotina wî min dîsa fêhm kir ku gotinên bi vî rengî yên derbara başûr de, mixabin rast in. her wiha dîsa wî jî weke herkesê çûyî başûr, behsa tembêlbûna wan û hwd. kir.



dawiya dawîn dixwazim vê bêjim, ev bûyer nîşan dide ku mirov bi otostopê, bi ewlekarî dikare here başûr û vegere. mîna turîstên ku li anatolyaya navîn û bajarên tirkan tên kuştin, kes we nakuje û tecawîzî we nake.



15.09.2013 14:45 | simurg56

2. eger mêr/zilam bî ne zehmet e.. ji xwe gelek tir û qemyonên neqliyatê hene ku rasterê ji stembolê ta dohuk û zaxoyê bêsekn û fesl diçin.. yanî Îmkan û îhtÎmal heye bêyî ku qeza û belayek bigihije te tu xwe bigihînî heta başûrê kurdistanê.. lê eger tu jin/pîrek bî zehmet e ku tu ji bajarekî heta bajarekî din bi saxî û silametî bi otostopê herî.. ji ber ku kurd û tirk û ereb û ecem çi qas milet û êl û eşîr û ezbet hebin li ser vê xaka lanetî hemû jî doxînsist in û hemû jî bêexlaq in û hemû jî li keys û fersendê digerin ji bo pîsîtiya di dilê xwe der bikin û vereşin ser xelkê..



15.09.2013 14:57 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» çûna ser û guhê yekî
» başûrbakur

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî