Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


29 mijar û 38 peyam
destnivîsên pexşanî yên kurdî ji 1812ê - tirşik
destnivîsên pexşanî yên kurdî ji 1812ê
(2) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ew destnivîs in ku ji hêla dilşad hîwa û sena hîwa ve li frensayê hatine peydakirin.

li gor agahîyên dilşad hîwa di bernameyak rûdawê de dide dibêje ev pexşanên Kurdî ji 26 cildan pêk tê û 14.000 rûpel e. ev berhema mezin li qahîreyê hatîye berhevkirin. werger û amadekarên wê ne dîyar in, lê dilşad hîwa texmîn dikin ku feqe an xwendevanên wî demî çûyîn qahîreyê ev berhema mezin amade kirine.

di nav pexşanan de çîrok û hikayet hene, ji erebî hatine wergerandin.

li gor dilşad hîwa û sena hîwa eşkere ye ku ne ji hêla kesekî ve, ji hêla çend kesan an jî komekî ve hatîye amadekirin.


Zimanekî Standart
ji 26 cildan nîvî bi soranî ne, yên dî goranî û hewramî ne. lê dilşad hîwa eşkere dike û dibêje ecêb û cihê keyfxweşîyê ye ku wî demî em dikarin bêjin zimanekî standart heye û di vê berhema mezin de zimanekî standart hatîye bikaranîn; çîrok soranî ye lê hevok û peyv û qalibên kurmancî jî tê cih girtine, cînavka "ez"ê ku niha soranî de nemaye hatîye bikaranîn.

Bo Zaravayê Goranî Pexşana Ewil
yek ji girîngîya vê berhema mezin, cara ewil e bi zaravayê goranî pexşanên kevn hatin peydakirin, heta niha me nedizanî bi vî zaravayî wî demî pexşan hene an ne. ya ji vê xweştir ne yek ne dido nêzî 12 cild pexşan bi zaravayê goranî ketin ber destê me.

mala dilşad hîwa û sena hîwa hezar carî ava, ji bo zimanê me ev keşfa mezin kirin. em hêvî dikin hikumeta herêma Kurdistanê û alîyên din yên Kurdistanê dest bavêjin vê xebatê û vê berhema mezin bigihînin her deverê Kurdistanê.

bernameya rudawê ku dilşad hîwa behsa keşfa vê berhema mezin dike:



23.11.2019 19:01 | xendekî

2. bêhtir hûrgilî di nûçeya rudawê de: Here lînkê


14 hezar rûpelên destnivîsên Kurdî yên kevn hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) - Li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê hejmareke destnivîsîn Kurdî yên kevn hatin dîtin ku ji 14 hezar rûpel pêk tê û sala 1812an hatine nivîsandin. Beşek ji wan destnivîsan weke kitêb ji aliyê du mamosteyên zanîngeha Selahedînê ve hatin çapkirin. Ew mamoste dibêjin, çend destnîvîsên din jî hatine dîtin ku dîroka pexşana Kurdî diguherin.

Ew herdu mamosteyên bi navên Dilşad Hîwa û Sena Hesen hevjîn in û li zanîngeha Selahedînê kar dikin. Dilşad Hîwa ku mamosteyê ziman û wêjeya Farisî ye, ji Rûdawê re ragihand, “Ew destnivîs li Pirtûkxaneya Niştimanî ya Fransayê (BNF) destpêka sala 2019an hatine dîtin, karê 5-6 mehan bû. Ji nêzikî 14 hezar rûpelan û ji 26 bergan pêk dihatin. 14 berg bi Kurmanciya xwarê (Soranî) û 12 bergên din bi diyalektê Goranî ya şêwazê Hewramî ye. Ew ên ku bi Soranî hatine nivîsandin, zêdetir bi şêwazarê Hewlêrê ne, lêbelê me nav lê kiriye zimanê yekgirtî yê Kurdî, ji ber ku peyvên Soranî, Kurmancî, Hewramî, Kelhorî û hemû şêwazarên Kurdî tê de ne. Zimanekî gelek xwerû ye.”

Dilşad Hîwa amaje bi wê kir ku hemû destnivîsên hatine dîtin çîrok in. Çîrokên welatên Rojhilata Navîn in weke, çîrokên Hezar û Yek Şev û Leyla û Mecnûn. Di wan 26 bergan de tenê 5 berg hatine çapkirin ku beşa Soranî ye, ji aliyê Akademiya Kurdistanê ve 500 heb jê hatine çapkirin.

Li gor lêkolînên Dilşad Hîwa û hevjîna wî Sena Hesen, ew destnivîs destpêka sala 1806an ji aliyê rojhilatnasê Fransî Jan Lui Esolan Du Shervil li Qahîreyê hatine komkirin û paşê, bi rêya wî rojhilatnasî ve bi çend wergerekî Kurd hatine dayîn, her li Qahîrê sala 1812an wergera wan bo Kurdî temam bûye. Dilşad Hîwa dibêje, “Ew ên ku wergera wan kirine, navê ti kes ji wan diyar nîne, lêbelê zanîngeha jı Ezherê bûne û mela û feqe bûne.

Dilşad Hîwa dibêje, beşek ji karê zehmet, “xwendina xetan bûye” û herwiha diyar dike, “Bi grûp kar li ser hat kirin. 8-6 kes kar hat kirin. Lê ew ên ku karê sereke kirin, Sena Hesen bû, biryara dawîn ya bo her tîp, peyv û risteyan ji aliyê wê ve dihat dayîn ku pispora destnivîsên kevn e.”

Niha 21 berg mane bo ku bên saxkirin, lêbelê Dilşad Hîwa dibêje, “Ne destpêk diyar e, ne jî dawî, gelek têkel in, lê em dizanin salên 1806-1822 hatine wergerandin. Li gor plansaziya me, em ê di du salên bê de hemûyan çap bikin.”



23.11.2019 23:55 | xendekî

3. Nizanim çima ev nûçe hema bêje qet nema rojevê de. Tiştek hosa divê em wekî gencîneyekî nêzî bibin lê mixabin li gel giringîya xwe dîsa jî zêde bala xelkê kurd nekêşandîye.



19.12.2019 21:08 | azad30

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [2]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
horhorik [1]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
belki ev jî bala te bikişînin
» destnivîsên kurdî di arşîva almanî da
» yên bi remezanê tên
» kurdî wenda dibe gelo ?

Kategoriyên mijarê:: ziman weje pirtuk ziman weje pirtuk ziman weje pirtuk
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî