Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
isaac asimov - tirşik
isaac asimov
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. yek ji ustadê wêjeya honaka zanistî ye.

sê roj berê min trîloga wî ya foundation kirîn. (1. foundation[1951] 2. foundation and empire[1952], 3. second foundation[1953]). min di du rojê de du romanên ewil xelas kir. û bîstik din ez ê dest bi sêyem jî bikim ku dê ev ji bo min bibe tiştekî nû ku heta niha tu carî min rêzepirtûkek temam nekiribû ji xeynî pirtûkên pirbergî.* temam her çiqas piştî 30 sal li ser weşanên van pirtûkan, çar hebên din jî hatibe nivîsîn jî bo gelekên din dendika giring ev sê heb in....

her wiha. asimov van pirtûkan piştî xwendina xwe ya dîroka împeratoriya romê nivîsandiye, hingî pir li bin bandora wê maye ku baş e ku maye. ji ber ku bi rastî jî heqê xelatên hugo û nebulayê daye. herikbar in. ji her derî endustrî derdikeve, feza bûye parqa zarokan û honandina çîrokê pir pir pir serkeftî ye. hele ya ewil, min tu carî teknîkek wiha xweş nedîtibû. mîna çar pênç fîlmên berdewamên hev du ne. ne dirêj in, mîna fragmanek dirêj in.... sinematografîk in. bal û meraq her tim jîndar dihêlin.

bawer im piştî sed salê em dikarin kurdî bixwînin. ji niha ve ser xêrê be!



23.11.2019 22:01 ~22:05 | biruya hayao miyazaki

2. nivîskarê ku min hê derfeta xwendinê ya pirtûkên wî nedîye û li gelek deveran dibînim qala wî tê kirin. nizanim ji kîjanê dest pê bikim jî. pêşniyarên xwe bişînin fermo.



22.08.2021 17:25 | hueyn

3. nivîskarê romanên ji cûreya honaka-zanistî ye. bi rêzepirtûkên xwe yên weqif (foundation) tê nasîn lê digel wê, gelek berhemên wî yên biqaliite hene.

min pirtûka ewil a rêzên weqifê xwendiye. her çiqas qala pêşerojeke dîstopîk a dûr a li galaksiyên hezar salan bike jî tê de dersên ji dîroka mirovahiyê hene. min gelek ecibandibû. min dil heye dewamên rêzê bixwînim.

*edît bo rastnivîsê.



22.08.2021 19:32 ~19:33 | xelîl