Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
xewn û xeyalên nivîskarên tirşikê - tirşik
xewn û xeyalên nivîskarên tirşikê
(6) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. mijara ku bi eşq û kelecan vekiriye da ez dilê xwe rehet bikim *

Van demeke di nav xeyalan da diçim û têm,
ka ez xeyalên xwe yên demeke nêz li vir rêz bikim.

1- Havînê dirajim çenteyê xwe berê xwe didim Mêrdînê, mêrdîna kevin, yenîşehîr jî dibe.
2- Li wir ji xwe ra malekî kirê dikim.
3- Paşê wê malê li gorî dilê xwe, zewqa xwe dixemilînim.
4- Ez ê ji xwe ra pisîkekê jî xwedî bikim, navê wê dîyar e tykhe.
5- Jixwe ra wê li ser Artûkluyê jî bidim, Ziman û Wêjeya Suryankî.
6- Paşê ji xwe ra Haci Muradekî peyde dikim lê divê pêşî hînî ajotinê bibim.
7- û divê mal mezin be ku ji mehvanan ra jî cih hebe.
8- divê ji Hacîyên ma ra bêjim bila ji Başûr ji min ra ji wan batanîyên şoqûmoqo bênin *
9- Ez ê pirtûkxaneya xwe ya li gorî dilê xwe ava bikim.


filan û fistan..



24.11.2019 00:14 | gulêê

2. Bawer im niha 2 tişt e.
Yek dîtina japonan. Ya din 6 mehan jiyana di nav frensîyên gundan.
Xewn û xeyala min î herî mezin bûna xwedî dewleteke kurdan e helbet!



24.11.2019 00:53 | berxweda

3. Demekê dirêj Ji dert û pirsgirêkên vê heyatê dûrketin û li welatekê Amerîkaya Latînî de jiyîn.

Ez dibêm xeyalekê asayî ye. :/



24.11.2019 00:59 | xelîl

4. 1-) Di nav civata Kurdîzanan de rûniştin û nîqaşkirin.
2-) nivîsîna Pirtûkeke bi kurdî
3-) bipêşxistina kurdî



24.11.2019 01:04 | hesinkar

5. niha xeyalek e. dibe ku bibe xewn dibe ku bibe rastî jî.
dibistaneke zaroka... bi kurdî... tenê navê wê dîyar e niha: nûbihara biçûkan!



24.11.2019 12:48 | xwelî li ser

6. sernivîsa ku strana sîmîr rûdan a bi navê xeyalên min aniye bîra min.

"Xewn û xeyalên min , dixemilînin şevên min
Dibin pir min digihînin vî mile dinyayê"





24.11.2019 23:12 | brusk56

7. Du beş in. Yên ku ji bo xwe dixwazim zêde ne zehmet in û zêde ne derd in jî. Lê yên di derbarê Kurdan de, mixabin gelek zehmet xuya dike: helbet ew xeyala ku kurd li ser axa xwe bin, xwe bi rê ve bibin û zimanê wan serdestî vê axê be, xwe ji wendabûnê xelas kiribe.

Heta ku ev xeyal pêk neyên, her kurdê ku piçek be jî xema kurdîtiya xwe dike, wê her dilbikul be. Jixwe kurdên ku ne li Iraq'ê ne hemû haymatlos in.



25.11.2019 12:38 | simurg56

8. carina ewqas dûr xûya dikin ku mirov wan ji binî ve ji bîr dike.
piştî peyameke ferhenga şikestî xeyalek min ê sereke hate bîra min: wê demê bibînim ku zarok heta belkî nevîyên min peyamên min yên di tirşikê de bixwînin û werin hesaba wan ji min bipirsin. nizam me çima formatê binpê kiriye, nizam me neheqî li shorbevan kiriye û hwd.



30.11.2019 01:07 ~11:07 | simurg56

9. li Kurdistanê, di zanîngehê de wekî xebitîna mamosteyê fîzîkê. xeyalek zahf dûr û ne pêkan e lê fikirîna wê jî gelek xweş e.



19.02.2022 15:24 | pênûsa westiyayî

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» xewna zilamekî ecêb
» xeyalên min
» nivîskarên ku ferqa stran û kilamê nizanin
» tirşikê de bikaranîna "bnr" û "vbnr" çawa ye

Kategoriyên mijarê:: jiyan jiyan jiyan kurdukurdi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî