Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 45 peyam
planên nivîskarên tirşikê yên 2020ê - tirşik
planên nivîskarên tirşikê yên 2020ê
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. 37 roj man ku ji mîlenyûmê 20 sal derbas be.

37 roj man em salek dî temam bikin.

37 roj man em pêngavek dî biavêjin ber bi mirinê ve *

îca dîsa jî 2020 ji ber 2 û 0'ê xerab xuya nake û hemû benî adem wê pîlanekê ji xwe re çêkin. bila 2020, rojên biroj diyarî me bike *



25.11.2019 00:11 ~00:17 | wiha wilo wisa

2. Tine. Çimkî ji anha de diyar e ez ê vê salê jî bi xebat derbas bikim.



25.11.2019 00:21 | biaqila malê

3. Bi xudê ji bo 2020an min tam sed pirtûkên gewre cihê kirin. Plana mjn ev e ku di sala bê de ew sed pirtûkan xelas bikim. Ez vê salê bi zorê gehîştim nîvîya sedî lê îsal xudê bêje erê di heftiyê de kêmtir bi du pirtûkan dikim ku hemûyan xelas bikim.
Plana min a dî jî, kirrîna ford focus an jî opel*



25.11.2019 00:24 | ferhenga şikestî

4. Ez ê mala xwe bar kim Mêrdînê, tilililiiii



25.11.2019 00:42 | gulêê

5. berî newrozê derkevim dîtina rojhilat û başûr û newroza 2020an de li akreyê bim.



25.11.2019 00:54 | berxweda

6. Bi kurdî dest pê karên biyolojiyê bikim.
Li ser tenduristiya mirovan bi kurdî gotaran binivîsim.
Jî bo ku zarok bi kurdî hînî laşê xwe û tenduristiyê xwe bin xebatên li ser tenduristiyê ji bo zarokan bikim.



25.11.2019 01:03 | hesinkar

7. Hinekî tenêtî. Ango wextê xwe hebekî jî ji bo xwe biborînim. Ji hevalên xwe hezdikim însaned baş in lê her roj heman tişt êdî mirov di nav pêvajoyê de der-îradî ji hev dû eciz dibe



25.11.2019 01:51 | seryasêdilşûşe

8. Dixwazim zimanekî nû hîn bibim. Lê kîjan zimanê bijêrim nizanim.



25.11.2019 21:22 | xelîl

9. xelîl baş anî bîra min.ez dixwazim hînê zimanê almanî bibim.



25.11.2019 21:26 | bayesar

10. İnşallah ez ê hînî Îngilîzî bibim



25.11.2019 21:31 | hesinkar

11. hêvî dikim ji hin dozên xwe gelek pere bidest bixim.



25.11.2019 22:02 | xendekî

12. hêvî kena ez banderê elmankî bibî û îngilizkîya xo aver berî. xercê nînan ra ez do xo rê karêkî baş bivînî.



25.11.2019 22:08 | endazyar

13. xuya ye ku bi sedema korona xeyalên ku li jor hatine nivîsandin hemû li ber avê çûn *



20.06.2020 22:56 | merwano

14. ji bo hinekan bûne qurbanîyên koronayê lê belê bo min na.
di destpêka salê de (ne ku min ji bo vê salê tenê van tiştan ji xwe re kiribû armanc an jî ne ritûelek bi taybetî bê îsal bû lê belê...) min biryar dabû ku hînî gîtarê bibim û îsal ji sala 2019an zêdetir km biçim bi duçerxeyê (di sala 2019an de min 500 km fîlan kêm kiribû û tenê 1200 km fîlan çûbûm)

vaye nîvê salê derbas bû; ji ber koronayê min encax karîye 300 km duçerxe bajom. min di serê salê de dest bi gîtarê kir, ji ber koronayê 3 meh navber ketê lê vaye me dîsa destpê kir û di rewşek ne xerab de ye.

ango, ji bo min planên rastîn in û wê bên cih. (tabî eger ev sala kambax surprîzên hê mezintir neyne)



20.06.2020 23:48 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
xabi alonso [1]
Di nav lîstikvanên fûtbolê yên efsanewî yên Spanya û (vbnr: Real Madri...
birçî çûna mêvaniyê [2]
ku bi hêviya xwarinê hatibe çûyîn û lê fikra xwediyê malê ne wisa be, ...
go on home turkish soldiers [3]
covera go on home british soldiers ku ji aliyê du şervanên (vb...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
(bnr: tirşik çima wek quora bûye forûm?) (bnr: formata tirşikê)...
levent gültekin [2]
yên ku nikarin bibin xwe, dikarin bibin her tişt....
belki ev jî bala te bikişînin
» planên nivîskarên tirşikê yên ji bo havînê
» nivîskarên ku ji ber koletiya nivîskarên tirşikê ya tirkî û tirkiyeyê nanivîsin
» tirşikê de îhtimala xwandina peyamên taybet
» yên ku min dişopînin

Kategoriyên mijarê:: nuce nuce nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî