Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; black friday
peyamên çepikkirî

114759. ev kampanya bi qasî 87 sal in li dar e.
tê maneya îna reş.
ya rastî li amerîkayê jê re îna efsane dihat gotin lê di sala 1961an de ji ber qelabalix û aloziya trafîka Philadelphiayê piştî rojekê rojanmeyan ji bo vê rewşê gotine îna reş! ango tu eleqeya wê û niza nimêja înê tune ye.
jixwe ev roja înê heftiyek dewam dike lê di salê de 52 hefte hene.
bi şeref ew xaçperest pirr nezan û kêmaqil in, di nava 52 înên salê de dixwazin bi betalkirina nimêjeka înîyekê peyama quranê têk bibin! hîç qurteke êqil jî di mejiyê wan de tune ye
lê em misilman wisa ne? em pirr zana ne wisa baqil û bi merîfet in ku di jiyanê de di hemî qadên jiyanê de çi bi aboriya xwe, çi bi dîroka xwe, çi bi pêşketina xwe, çi bi edebiyata xwe û sînema û huner û mûzîka xwe, çi bi sanayî û teknolojiya xwe ve em hezar qat ji xaçperestan çêtir û geştir in lê ew ên ehmeq dikin ku bi fenûfotên bi vî rengî civata me têk bibin, îmana me sist bikin!

bo qedrê xwudê hindek bi mantiq û ferasetekê berfireh bifikirin û tevbigerin law. ev helmeta danûstandinê li amerîkayê li dar ketiye, amerîka dewleteke kapîtalîst e loma li wir xweda jî pêxember jî pere ye, sermaye ye. nivîskarek ji xaçperestan re qala ayetên quranê dike bi raya wî mantiqa vî îşî heye? mirov dema dixwaze tiştekî ji xwe re bikirre hindek lêkolîna piyasê dike, li gorî butçeya wî debara wî kîja tişt guncavtir e diçe wê distîne, lê dema ku kampanyaya daxistinê hebe, eger tu ne pirr dewlemend bî li benda daxistinê disekinî.

ev kampanya ji heftiyekê zêdetir dewam dike. çi eleqeya nimêjeke ku bi tenê di heftiyekê de carekî deh deqe dewam dike heye?
însanên me pirr ji teoriyên komployê hez dikin. hama çi bi hesabê wan re neyê demildest di derbarê wî tiştî de teoriyekê diafirînin.
hîç nabêjin gelo qelsiya me çi ye?



08.06.2013 14:50 | simurg56