1. şaredariya dêrsimê biryar daye ku her mehê rojekê destûrê bide xebatkarên xwe yên jin ku dema ew regl dibin bêhna xwe vedin. |
|
25.11.2019 23:55 |
wiha wilo wisa
|
2. yek ji biryarên bêwate û bo reklamê hatî dayîn yê fatih mehmet maçoğlu'yê ye. |
|
25.11.2019 23:57 ~23:57 |
brusk56
|
3. Helbet biryareke sembolîk jî be girîng e. Di civata me da jin nikarin qala tenduristiyê xwe bikin ji bo vê yekê ev biryar girîng e. Nizanim şîrove û nirxandinên jinan ji bo vê biryarê çi be. |
|
26.11.2019 00:01 ~00:02 |
hesinkar
|
4. Xebera ku ez gelekî pê kêfxweş bûme, rastî jî divê gelek sazî gavên bi vî şiklî bavêje. Pêdiviya me pê heye. Ji ber ku wê rojê him zikê me diêje him dilê me hev dikeve him jî em bê taqet dibin. Kurtasî halê me ne tu hal e. Qet nebe bila rojekî bo istırahatê bidin. Her bijî şaredariya Dêrsimê. |
|
26.11.2019 09:32 |
fatoş xanim
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |